Jinên Koye: Divê kes bêdeng nebe
Jinên Koye û Rojavayê Kurdistanê bi çalakiyek êrîşên çeteyên HTŞ’ê ku desteka xwe ji dewleta Tirk digrin şermezar kirin.
ŞIYA KOYE
Koye- Jinên navçeya Koye û jinên Rojavayê Kurdistanê ku li Koye dijîn, ji bo piştevaniya bi berxwedana Rojavayê Kurdistanê re li parka Xwişka Ferîşte ya Koye li hev kom bûn, meşek li dar xistin. û di meşê de dirûşm hatin berzkirin, pankart û wêneyên şehîdên Rojavayê Kurdistanê hatin bilindkirin. Piştre jinan bi hev re porê hev hûnandin û paşê şanoyek der barê sûcên ku çeteyan li dijî Kurd û şervanan kirine de hat pêşandan. Jinên ku beşdarî çalakiyê bûn ji ajansa me re axivîn.
‘Nabe em li hemberî vî dijminî bêdeng bin’
Şîndar Edhem wiha got: “Em ji bo piştevaniya Rojavayê Kurdistanê li vê derê kom bûne. Ji ber bêrêziya li dijî keçên me û birîna keziyên şervanan em gelek êşiyan. Ev sûcek dermirovî û derexlaqî ye. Por ne tenê ji bo bedewiyê ye, nasnameya jîrbûnê ye. Ji ber wê nabe em li hemberî vî dijminî bêdeng bibin. Bêdengî tê wateya razîbûna kiryarên li hemberî me tên kirin.”
Peyman Reşîd ku ji Hesekê ye û ji sala 2013’an ve li navçeya Koye dijî wiha got: “Ji ber xirabûna rewşa Rojava em gelek xemgîn in, xwîna Kurdan bi neheqî tê rijandin. Em dixwazin ji hemû dinyayê re bibêjin Kurd qet nakevin û em hemû yek in. Niha li Kobanê nê kehrebe, ne av û ne jî nan heye, zarok birçî ne. Em dibêjin ka mafên wan? Ma ew ne mirov in qey? Em ji dijmin re dibêjin Kurdistan yek e nabe çar. Bijî Kurdistan.”
Jina bi temen a bi navê Hediye Elî ya ji Rojavayê Kurdistanê, bi dirûşma “Bijî Rojava û Kurdistan” sûcên ku tên kirin, kuştin û birîna keziya şervanan şermezar kir.