Jinên Koçber yên Efrînê: Gelek ku di bin êrîşan de dîlan bigre têk naçe

Jinên Koçberên Efrîn yên ku li bajarê Qamişloyê dijîn, êrîşên cîhadîstên HTŞ’ê li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd yên Helebê dikin, şermezar kirin û gotin miletek ku di bin tank û topan de dîlana xwe dike, têk naçe.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo – Ji 6’ê Çileyê ve komên çete yên dewleta Tirk ên di nava hêzên hikûmeta demkî de, bi guleyên hawan, obîsan û tankan êrîşî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd yên Helebê dikin. Di encama van êrîşan de 2 zarok, 2 jin, 8 kes hatin qetilkirin û zêdetirî 55 kesên di nav zarok jî hene, birîndar bûne. Li bajarên din ên Sûriyeyê gel daketin qadan û ev êrîş şermezar kirin. Di çalakiyan de hat destnîşankirin ku ev êrîş, Sûriyeyê ber bi xeteriyê ve dibin. Jinên koçber ên Efrînî yên ku niha li bajarê Qamişloyê dijîn, êrîşên komên çete yên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêdî şermezar kirin û piştgiriya xwe ya ji bo wan taxan, bi riya ajansa me anîn ziman.

‘Ev êrîş li dijî mirovahiyê pêk tên’

Sewsen Xelî da zanîn ku li Taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd sivîl dijîn, komên çete êrîşî wan dikin û wiha got: “Îro dîsa komên çete yên girêdayî dewleta Tirk, êrîşan li hember taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêdî pêk tîne. Hikûmeta Sûriyeyê îro xwe îsbat nake ku bikaribe Sûriyeyek demokratîk çêke. Ji xwe tê diyarkirin ku ev komên çete ne tenê girêdayî dewleta Tirk in, ew bi xwe di nav hêzên HTŞ’ê de ne. HTŞ û dewleta Tirk bi hev re van êrîşan pêk tînin. Ev êrîş li dijî mirovahiyê pêk tên, bi riya van êrîşan, gavên herî xirab dikin. Tu dewletên cîhanê van êrîş û binpêkirinan qebûl nakin, lê ev çete li pêşiya çavên cîhanê van êrîşan pêk tînin.”

‘Tevî êrîşan em ê asta berxwedaniya xwe xurt bikin’

Sewsen Xelî balkişand ku miletên ku li Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd dijîn hemû miletên sivîl in, tu qadên leşkerî li wir bi cih nebûne ku wan dorpêç dikin û êrîşan li ser wan pêk tînin. Sewsen wiha domand: “Miletên ku li wir dijîn, her diçe berxwedanî di dilê wan de zêde dibe. Her ew êrîşan xurt bikin em ê jî asta berxwedan û têkoşîna xwe bilind bikin. Ev çeteyên dewleta Tirk û HTŞ’ê bila bizanibin ku em rojekê jî dev ji berxwedaniya xwe bernadin. Em weke jinên Kurd di her malek, kolanekê û bajarek de, em ê liber xwe bidin, serî hildin û em serê xwe ji dijmin re natewînin.”

‘Zarok, jin û kal û pîr tên qetilkirin’

Fewziya Hiso diyar kir ku ev çend roj in milet tên qetilkirin û wiha berdewam kir: “Em êrîşên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd şermezar dikin. Miletên ku ji Efrîn û Şehbayê koçber dibin, li wê derê bi cih bûn. Em dibînin ku îro careke din êrîşan li ser wê miletê pêk tînin, koçberî li ser koçberiyê pêk tê. Ev çi ji vî gelî diwazin?”

Fewziya bi bîr xist ku komên çete ev her sê tax dorpêç kirine û wiha got: “Ji duh de bê navber êrîşî vî miletî dikin. Zarok, jin û kal li wir tên qetilkirin. Çima dewletên navnetewî van êrîşan nabînin? Ewê heta kengî koçberî li pey koçberiyê bê? Em wek jinên Efrînî ku koçberî Kantona Cizîrê bûne, em ê li pişta gelê xwe bin, em ê gelê xwe bi hêz bikin û çi dikin bila bikin em nahêlin ku cardin koçberî çêbibe. Wê serkeftin her tim para gelê Kurd be û em gelekî berxwedêr in. Em ê berxwedaniyê bikin, bi roj û şev em dev ji taxên Kurdan bernadin.”

‘Miletek di bin êrîşan de dîlan bigre wê serkeftin ya wî be’

Her wiha Emîne Ristem êrîşên li ser herdû taxên Kurdan yên li Helebê şermezar kir û wiha bi dawî kir: “Em van êrîşan şermezar dikin. Ev komên çete van êrîşan dike. Tu qadên leşkerî li wan taxên Kurdan nînin, hemû miletên sivîl in, êrîşî wan dikin û dorpêç dikin. Di vê zivistanê de milet bê mazot, xwarin û elekrîk e. Hîn dorpêçkirin ne bes e, bi ser de jî wan êrîş dike. Ma hûn çi ji vî gelî dixwazin? Tevî ev êrîşên giran jî, miletên li wir xwedî îrade ne. Li wir êrîş dikin, ew jî di hundirê kolanan de dîlan digrin û liber xwe didin. Miletekî ku di bin tank û topan de dîlana xwe dike, bila bizanibin ku ew dîlana azadiyê ye. Ewê bi ser bikevin û heta dawiyê jî wê li ber xwe bidin. Em jî wek dayîkên Kurd her tim li pişta gelê xwe yê li Eşrefiyê û Şêxmeqsûd bin û em serî ji kesî re netewînin, wê her tim serkeftin para gelê Kurd be.”