Jinên Kobanê: YPJ nasname felsefe û hebûna me ye

Jinên ji bajarê Kobanê li dijî hikûmeta HTŞ’ê ya YPJ’ê nas nake helwesta xwe anîn ziman. Jinan bi gotina; “YPJ xeta me ya sor û nasnameya me ye. Kes nikare hebûna me înkar bike û em ê têbikoşin” bersiv dan.

 NÛRŞAN EBDÎ

 Kobanê – Hikûmeta HTŞ’ê ya Sûriyeyê ev demek e  bi Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê re di nava danûstandinê de ye. Heta niha gelek xalên di çarçoveya hevpeymanan de ketine pratîkê. HTŞ’a ku bi hişmendiya xwe ya radîkal û zayendperest li hemberî jinan tevdigere, di nava xalên lihevkirinê de Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) weke hêzeke sereke di nava Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de qebûl nake.

Helwest û biryara hikûmeta HTŞ’ê di nava jinên Rojavayê Kurdistanê de hêrseke mezin çêkir. Jinên Kobanê jî di vî warî de bi riya ajansa me bertekên xwe bi gotina; “YPJ nasname û xeta me ya sor e” bersiv dan.

 ‘Eger hebûna YPJ’ê nekeve bin temînatê baweriya me bi artêşa Sûriyeyê tune ye’

 Cîhan Bozan bi gotinên; “Hebûna YPJ’ê ya stratejik tê înkarkirin” helwesta xwe anî ziman û got: “Şer û êrîşên ku di vê pêvajoyê de derketin armanca wan tunekirina hebûn û destkeftiyên gelê Rojavayê Kurdistanê bû. Bêguman di vî warî de me dît hêza YPJ’ê xwedî bandoreke çiqas mezin e. ji bo parastina jinan û mayîndekirina destkeftiyên xwe çeka xwe hilgirtin û şer kirin lê niha em dibînin ku hikumeta HTŞ’ê ya cîhadîst hebûna YPJ’ê înkar dike û di nava lihevkirinan de jî qet behsa wê nake.”

Cîhan Bozan wiha domand: “YPJ’ê di van salên şoreşê de kedeke mezin da, bi taybetî di şerê li dijî DAIŞ’ê de misyoneke stratejîk lîst. Nepejirandina YPJ’ê di nava pergala leşkerî ya Sûriyeyê de bi tu awayî nayê qebûlkirin û em ê heta dawî jî red bikin. Ji bo me jinan hêza me ya parastinê YPJ’ê ye. Ji bo vê jî heger cihê xwe fermî di nava wezareta parastinê ya Sûriyeyê de negire, baweriya me bi vê artêşê nayê. YPJ bawerî, rûmet û hebûna me temsîl dike.”

 ‘YPJ  sembola jiyana bi rûmet e’

 Li aliyê din Fatma Xelîl jî bi gotinên; “YPJ yek ji mîrateyên hêz û artêşbûna jinên Kurd e” domand: “Jinên Kurd ku li çiyayên Kurdistanê hêz û vîna jinan ji bo her kesê nîşan dan, dikaribûn mîrateyeke mezin ji bo her jinê ava bikin. YPJ jî yek ji van mîrateyan e ku xwe bi heman prensîban damezrand û di nava şoreşa jinan de rengekî cuda ava kir. Şervan û fermandarên me yên YPJ’ê ji bo jinên cîhanê bûn îlhama azadî û jiyana bi rûmet.”

Neqebûlkirina YPJ’ê di nava artêşê Sûriyeyê de em dikarin gelek nirxandinan li ser bikin. Lê di esas de ev yek xwe dispêre hişmendiya mêr-dewletê ya ku her dem ji bo tunekirina hebûna jinan komplo bi pêş xistiye. Li dijî vê komployê em dibêjin YPJ ji bo me çand, felsefe û nasname ye. Înkarkirina YPJ’ê, înkarkirina nasnameya jinên azad û serhildêr e.”

 ‘Em ê hebûna xwe biparêzin’

 Fatma Xelîl teqez kir ku biryar û helwesta hikûmeta HTŞ’ê nas nakin û berteka xwe wiha nîşan da: “YPJ di van salên şoreşê de ji bo her jinê bû palpişt. Dibe ku ev tecrube nû be û cara yekem be tê jiyîn lê me bi YPJ’ê re hebûna xwe bi salan parast. Di vî warî de em dibînin ku YPJ jî her dem bûye hedef. Di şerên borî de çeteyan destpêkê êrîşî şervanên YPJ’ê kirin û bi keziyên wan ên pîroz lîstin. Ji bo vê jî dibe ku YPJ fermî neyê misogerkirin lê di rih û giyana her jineke Kurd de ev hêz heye û em weke jin li benda fermiyeta tu hikumetê nîn in.”

 ‘Em ê xetên xwe yên sor biparêzin’

 Jina ciwan Sêvîn Mistefa jî wiha got: “Em helwesta hikûmeta HTŞ’ê ya li hemberî YPJ’ê şermazar dikin û na snakin. YPJ’ê bi salan li dijî her cure êrîşê şer kir û gelê xwe parast. Di demên herî dijwar de fermandar û şervanên wê jinan bi tenê nehiştin. Lewre jî em ê bi dil û can piştgiriya hêza xwe bikin û ji bo misogeriya wê têbikoşin.”

Sêvîn Mistefa YPJ’ê bi gotina “xeta me ya sor e” pênase kir û got: “YPJ di asta cîhanê de hatiye naskirin û her kes jî weke hêza pêşeng a parastina jinan wê digrin dest. YPJ xeta me ya sor e, çawa me heta niha xetên xwe yên sor parastin, em ê careke din jî xwedî li mîrateyê derkevin û hêza xwe mayînde bikin.”