Jinên Kobanê li dijî tecrîda li Îmraliyê daketin qadan

Bi sedan jinên ji bajarê Kobanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan ku destnîşan kirin ew ê bi felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ pergala Îmraliyê hilweşînin.

Kobanê- Bi nêzikbûna 26’emîn salvegera komploya 9’ê Cotmeha 1998’an ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiyên di çarçoveya pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ bi rengekî gireseyî berdewam dikin.

 Di bin dirûşma ‘Bi jin jiyan azadî ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ rêxistina Kongra Star û Yekitiya Jinên Ciwan ên kantona Firatê meşa jinan li dar xistin. Di meşê de bi sedan jinên ji pêkhateyên Kurd û Ereb, Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl, malbatên şehîdan, xwendekar, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin û partiyên siyasî amade bûn.

Meşê bi hilgirtina alên Kongra Star û jinên ciwan, poster û wêneyên Abdullah Ocalan ji qada Jina Azad  dest pê kir û li qada Aştiyê bi dawî bû. Di meşê de bênavber dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê Avaşîn Misot axivî.

‘Em ê bi çalakiyên xwe azadiya fizîkî ya Rêberê Apo pêk bînin’

Avaşîn Misto da zanîn ku dê jin bi misogerkirina felsefeya Jin Jiyan Azadî pergala Îmraliyê hilweşînin û azadiya fizîkî ya Ocalan bidest bixin û got: “Ev 26 sal in ku Rêber Apo ji bo jinan û gelê Kurd û mirovahiyê berxwedaneke bêhempa dide meşandin. Rêber Apo têkoşîna xwe ji bo civaka Kurd da destpêkirin lê em niha dibînin ku bîrdoziya wî gerdûnî bûye, hemû mirovahiyê girtiye nava xwe. Bi taybetî jî ji bo jinan, Rêber Apo bû çavkaniya azadî û vejînê. Ew dibêje ku sedsala 21’emîn a azadiya jinan û civakê ye lewre em ê jî bi felsefeya Jin Jiyan Azadî vê sedsalê veguherînin ya azadiya jinan. Felsefeya ku xwe dispêre bîrdoziya Rêber Apo niha gedûnî bûye, ev jî yek ji gavên herî iratîk ên hilweşandina pergala Îmraliyê ne.  Bi pêşengiya jinan û çalakiyên wan dê azadiya fizîkî misoger bibe.”

Meş bi silavkirina berxwedana rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li Îmraliyê bi dawî bû.