Jinên ji Qamişloyê: Em hemû pêkhate bi sedan salan e bi hev re ne
Jinên ji hemû pêkhateyan yên ji bajarê Qamişloyê, destnîşan kirin ku ev bi sedan sal in bi hev re ne û anîn ziman ku gelek axaftinên nefretê di navbera pêkhateyan de tên kirin lê tu kes nikare wan ji hev veqetîne.
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo- Di demeke ku bûyerên siyasî û aborî yên li Sûriyeyê bi lez diguherin de, pêwîstiya lezgîn a xurtkirina hevkariyê û girêdanan a di navbera hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê de pir girîng e. Ev qonaxa hesas pêwîstiya pêşxistina mekanîzmayên bi bandor a ji bo avakirina pirên têgihîştin û yekîtiya di navbera komên cihêreng de - çi mezhebî, etnîkî an civakî bin - dike, da ku aramiya welêt û ji nû ve avakirina welêt piştî salên pevçûnê mîsoger bike. Di vê çarçoveyê de, gelek înîsiyatîfên herêmî û navneteweyî dixebitin da ku bingehek hevpar ava bikin, da ku hêzên civakî yên cihêreng bi aştî û bi hev re bijîn. Aliyên cûda dikarin bi destnîşankirina diyaloga navbera koman û naskirina maf û taybetmendiyên çandî, rêyên hevkariyê û beşdarbûnê di pêvajoya jinûve avakirin û pêşketinê de bibînin. Ev înîsiyatîf ji qada siyasî wêdetir diçin da ku aliyên civakî û aborî bigirin nav xwe. Hewl didin ku edalet û wekheviyê ji bo hemû hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê bidest bixin.
‘Em van pevçûnên ku aramiya vê herêmê dike xeterê, qebûl nakin’
Jinên ji hemû pêkhateyên bajarê Qamişloyê ku bi dehan sal in bi hevre dijîn, ji ajansa me re axivîn. Fatîma EL-Casim ku jineke ji pêkhateyê Ereb e, da zanîn ku li Sûriyeyê hemû pêkhate bi hev re dijîn û wiha got: “Em, Kurd, Suriyan, Aşûr û Turkmen li Sûriyeyê bi sedan sal in bi hevre dijîn. Em li vê derê hemû xwişk û bira ne bi hev re. Me di demên êrîşên DAIŞ`ê de, piştgiriya hev kir, ji bo têbkirina terorîstan me bi hezaran şehîd dan. Îro rêveberiya demkî pevçûnê di navbera pêkhateyan de dide çêkirin, dixwazin van pêkhateyên ku bi aştî û aramî bi hev re dijîn, ji hev dûr bixin. Em van pevçûnên ku aramiya vê herêmê dike xeterê, qebûl nakin. Emê heta dawî parastina axa xwe bikin û emê piştgiriya hêzên xwe bikin.”
‘Cîhan bi tevahî dizane ku Ehmed El Şara DAIŞ e’
Saliha Keleş a ku jineke Kurd e, diyar kir ku şerê taybet li ser pêkhateyên Sûriyeyê tê meşandin û wiha pê de çû: “Em di rewşeke pir hesas de derbas dibin. Em wekî gelê Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê pêwîst e zêdetir hişyar bin, li hember van êrîşên ku li ser me têne meşandin. Şerê taybet di navbera hemû pêkhateyan de tê meşandin, em divê zêdetir hişyar bin, da ku em bikaribin derî bigrin li hember van êrîşên navxweyî yên ku di navbera me de têne kirin. Ereb û Kurd ev salan e bi hevre jiyane. Pêwîst e em vî şerê navxweyî rawestînin. Ji ber ku gefên pir giran ji derve li ser me hene. Gerek em wekî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, zêdetir hişyar bin ji van êrîşên ku ji aliyê rêveberiya demkî ve li ser me tên kirin. Cîhan bi tevahî dizane ku Ehmed El Şara DAIŞe, nikare Sûriyeyê birêve bibe. Em wekî gelê Kurd, rêveberiya demkî qebûl nakin.”
‘Ev axaftinên nefretê dixwazin pêkhateyan ji hev veqetînin’
Sebah Şabo jineke ji pêkhateyên Sûryan e jî destnîşan kir ku pêwîst e hemû pêkhate bi hev re Sûriyeyek nû ava bikin û wiha got: “Em wekî jinên Sûryan, di van pêşketinên dawî yên li herêma me de, ji ber ku di nava pêkhateyan de gelek axaftinên nefretê hatin kirin, bi fikar in. Em wekî gelê Sûryan, bi pêkhateyên Kurd û Ereb re bi sedan sal in bi hev re jiyane. Hevgirtina çanda me bi hev re dîrok e. Hezkirin û hevgirtina me bi hev re di gelek aliyan de hat xuyakirin. Dema ku em şagirtên dibistanan bûn, em hemû pêkhate bi hev re bûn. Ji bo van axaftinên nefretê ku têne kirin û dixwazin ku pêkhateyan ji hev veqetînin, wan kesên ku pevçûnan di navbera pêkhateyan de pêk tînin, em bersiva wan didin û dibêjin em yek dest in, tu kes nikare pêkhateyên ku bi sedan sal in bi hev re jiyane ji hev veqetînin. Pêwîst e em hemû pêkhate yekdest bin, da ku em bikaribin Sûriyek bi aştî û aramî ava bikin. Sûriyeyek ku hemû pêkhate mafê xwe tê de mîsoger bikin.”