Jinên ji nobeta Tişrînê vegeriyan: Divê em xwe biparêzin
Jinên ku ji bo parastina av û axa xwe çûbûn Bendava Tişrînê û vegeriyan bal kişandin ku dewleta Tirk dixwaze bendava Tişrînê hilweşîne û bajarên Kurdistanê di bin avê de bihêle û gotin: “Divê em bi xwe, xwe biparêzin.”
ÊLVÎN MIHEMED
Kobanê – Êrîşên Dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin. Li hemberî êrişên dewleta Tirk û metirsiya hilweşînê ya li ser Bendava Tişrînê nobeta gel a ji bo parastina av, ax û enerjiya xwe bi biryardarî didome. Dewleta Tirk ji 8’ê Çileyê heya niha êrişî gelê li nobetê dike. Di van êrişan de 14 welatî hatin qetilkirin 70 zêdetir welatî jî birîndar bûn.
Qada navnetewî ya ku dibîne gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev bi rojan e di bin bombebaranê de jiyana xwe ji dest didin, lê dengê xwe jî nake. Gel jî dibêje “Emê parastina xwe bi destê xwe bikin. Çawa ku heta niha me pişta xwe nespartiye tu kes an jî derdoran, ji niha û pê de jî emê nespêrin wan. Em bi hêz, moral û baweriya xwe berxwedana xwe didomînin.”
‘Divê her kes li dijî êrîşan bendavê biparêze’
Jinên Bajarê Kobanê yên li bendava Tişrînê ji bo parastinê nobetê digrin, behsa berxwedaniya gel a li bendavê kirin û diyar kirin ku divê her kes li dijî êrîşan bendavê biparêze.
Zehê Elî Eyûb a li bendavê nobet girtibû, behsa berxwedaniya li wê derê kir û got: "Çûyîna me ya bendava Tişrînê ji bo parastinê bû. Dema ku em ji Kobanê derketin bêhtirî 700 heta 800 wesayîdên ku gelê Kobanê bi wan bi rê ketin hebûn. Dema ku me herêma Sirînê derbas kir balafirên şer ên dewleta Tirk êrîşî derdora me kir, bi êrîşên xwe yên bi balafiran, derdora me bombebaran kir û nedixwest şêniyê Kobanê herin parastina bendava xwe bikin. Armanca dewleta Tirk bi van êrîşan ew e ku gel bitirsîne û paşve vekişin, lê her kesî got em ê herin û paşve venagerin.”
‘Em ji wesayîtan peya bûn û ber bi Tişrînê ve meşiyan’
Zehê Elî Eyûb diyar kir ku dewleta Tirk karwanê wesayîdan kiriye hedef ji bo ku gel bitirse û nobetê negire. Zehê wiha berdewam kir: "Dema ku dewleta Tirk dît em ji ber êrîşan venagerin, êdî li wesayîdan da. Di êrîşan de 11 hevalên me birîndar bûn, 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. Dema ku êrîşî welatiyan kir, kesek jî guh nedayê, bi moral bû her kes, moral dida derdora xwe û riya xwe berdewam dikirin. Piştî ku bi êrîşan riya me hat birîn, em ji makîneyên xwe daketin û bi meşê me riya xwe berdewam kir, heta gihîştin bendava Tişrînê."
‘Divê em xwe biparêzin’
Zehî Elî Eyûb di dawiya axftina xwe de gazinên xwe li qada navnetewî kir û baweriya xwe ya bi hêza gelê xwe, bi van gotinan anî ziman: “Dema ku em ji bendava Tişrînê vegeriyan, komên ji Qamişloyê hatibûn li wê derê man û piştre koma Reqa, Tebqa û Dêrezorê jî nobet girtin. Li pişt me Kurdan kes tune ye, ji bo vê jî divê em bi xwe xwe biparêzin ji bo ku kes axa me ji me nestîne û em li ser axa xwe bin. Hevalên me yên li wê derê, moral ji me girtin. Em berxwedaniya wan silav dikin û dibêjin em ê her dem li pişta wan bin.”
‘Dewleta Tirk dixwaze Kurdistan di bin avê de bimîne’
Meysûn Kewar jî balkişand ser hewldanên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina Kurdan û wiha got: “Ev çend roj in êrîşên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin. Dewleta Tirk û hevalbendên xwe dixwazin di nava gel de qirkirinê bikin, bi taybetî li bendava Tişrînê ji bo ku bendav hilweşe. Ev yek jî xeterek mezin e ji bo ku sînorê Tepqa, Reqayê û heta sînorê Kurdistanê diçe ji bo ku zirar bighîje wan û bikevin ber lehiyê. Hedefa dewleta Tirk ew e ku gund û bajar di bin avê de bimînin û xetereke mezin li ser gel çêbibe.”
‘Bendava Tişrînê ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye jî’
Cûrî Temî di destpêka axaftina xwe de balkişand ser armanca êrîşan û wiha got: "Êrîşên dewleta Tirk li ser Bakur û Rijhilatê Sûriyê ev bi rojan e tên kirin, genim, elektrîk û saziyên avê dibin hedefa êrîşan. Ji ber wê gelê Kobanê li bendava Tişrînê çar rojan nobet girt, tevî van êrîşan jî me ji bo parastina bendavê nobet girt. Dema ku em gihîştin bendavê jî me moralek mezin ji hev girt."
‘Tenê tiştek kêm nabe; moral û bawerî’
Cûrî Temî diyar kir ku biçûk û mezinan, ji bo parastinê nobet girtine û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Biçûk, mezin, kal û pîran me parastina bendavê kir û em bi hev re bi moral bûn. Wê ev nobet berdewam bike û tu carî em dev ji ax û bendava Tişrînê bernadin. Bendava Tişrînê ne ya me tenê ye, ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî ye, ya Kurd û Erban e jî. Ji bo vê divê em nobeta parastina bendavê bidomînin ji bo vê em dibêjin em ê heta dawiyê li pişta şervanên xwe bin.”