Jinên ji Efrînê vegeriyan: Jiyan li Efrînê bûye dojeh

Jinên şêniyên Efrînê ku piştî dagirkeriya dewleta tirk a li ser axa Efrînê, berê xwe dan kantona Şehbayê gotin: “Jiyana li Efrînê nayê tehemilkirin, ji ber kiryarên dewleta tirk jiyan veguheriye dojehê.”

HESNA MIHEMED

Şehba- Di 18'ê Adara 2018'an de dewleta tirk û komên çeteyên girêdayî wî kantona Efrînê piştî berxwedana gel a 58 rojane dagir kirin. Bi sadhezaran kes koçber bûn û beşek ji wan jî li warê xwe man. Kesên ku li Efrînê piştî dagirkeriyê man jî rojane rastî kiryarên xirab, îşkence, revandin, kuştin û destavêtinê tên.

Li gorî bîlançoya Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriyeyê ji destpêka dagirkirina Efrînê ve heta niha kiryarên dagirkeriyê wiha ne; revandin zêdetirî 9186 kes di nav de zêdetirî 1000 jin hene. Qetilkirin zêdeyî 693 kes di nav de 97 kes di bin îşkenceyê de mirine her wiha 104 jin jî hatine qetilkirin di nav de 11 bûyerên xwekuştinê û 74 jî destirêjî hatine kirin. Bêhtirî 400 hezar darên bi berhem û çiyayî hatine birîn, her wiha zêdeyî 15 hezar dar hatin şewtandin, li kêlek wê piraniya erdên çandiniyê hatine şewitandin.

Ji destpêka dagirkirina Efrînê ve di warê guhertina demografîk de li gorî Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriyeyê dewleta tirk zêdetirî 30 malên komî yên mêtingeriyê ava kirine. Rûxandina zêdetirî 75 tepeyên dîrokî, zêdetirî 59 cihên dîrokî û şûnwarî her wiha zêdetirî 28 gorên olî hatine wêrankirin. Li Efrînê jiyan êdî veguheriye dojehê, ji ber vê yekê piraniya xelkê resen ji Efrînê derdikeve û berê xwe dide kantona Şehbayê. Jinên ku piştî dagirkirina Efrînê ji warê xwe derketine û li kampa Serdem a navçeya Ehdasa kantona Şehbayê bi cih bûne ji ajansa me re behsa jiyan û zordariya dewleta tirk a li Efrînê kirin. 

'Bê sûc kesan digrin û îşkence dikin'

S.B ku piştî dagirkeriyê behsa jiyana li Efrînê dike wiha dibêje: "Dema ku Efrîn ji aliyê dewleta tirk ve hat dagirkirin, em li Efrînê bûn. Destpêkê em li gund bûn dema çete ketin nava gund wesayîtên me ji me bi darê zorê standin paşê xwestin di mala me de bi cih bibin. Ger me neda wan em ê bihatana kuştin, ji ber vê yekê em li taxa Eşrefiyê ya navenda bajêr bi cih bûn. Di her taxekê de komeke çete hene. Li gorî xwe kontrolê dikin. Li Efrînê mirov nikare bi rehetî û serbest bigere û bijî. Her dem rastî kiryarên çeteyan tê. Kiryarên ji dizî, revandin, kuştin xwestina pereyan ji gel zêde ne. Bê sûc kesan digirtin û pere ji wan dixwestin. Keçikek cîranên me revandin û di girtîgehê de nêzî 2 salan girtin îşkenceyên hovane lê kirin. Ger tu xwedî mal bî divê li Efrînê tu pere bidî çeteyan."

'Efrîna bihuşt ketiye rewşek ku tu nikarî lê bijî'

Di dawiyê de S.B destnîşan kir ku li Efrînê êdî jiyan ne jiyan e û mirov nikare zilma çeteyan tehemul bike ji ber wê berê xwe dane Şehbayê û got: "Em ji ber zulm û zora çeteyan ji Efrînê, ji cih û warê xwe derketin û me berê xwe da Şehbayê. Jiyan êdî li Efrînê bûye dojeh mirov nikare tehemul bike. Heya mirov nikare li dadgehan jî mafê xwe bigre ji ber giştî çete ne û li dijî gelê Kurd kar dikin. Di heman demê de demografiya herêmê jî dane guhertin. Çerxeriya Kawayê Hesinkar rûxandin û li şûna wê ya bi navê Şaxa Zeytûnê ava kirin, dar û xwezaya Efrînê talan kirin. Her wiha cihên pîroz jî bi temamî rûxandin û wêran kirin. Jiyana li Şehbayê ji ya li Efrînê bi ewletir e."

'Li Efrînê kiryarên dagirkeriyê didomin'

M.Y jî ku ev du meh in ji Efrînê derketiye der barê jiyana li Efrînê de wiha dibêje: "Em li navçeya Şiyê bûn û li wir jî çeteyên bi navê Ebû Emşat maxên me desteser kirin. Hemû kiryarên hovane li dijî gelê Kurd didin meşandin. Cilên reş û dirêj li jinan ferz dikin û nahêlin ku jin derkevin derveyî malê. Di heman demê de zêr û pereyên gel ji wan bi darê zorê distînin. Fîdye ji gel dixwestin ger mirov nikaribûya bide rastî îşkence û kiryaran dihat. Di demsala zeytûnan de ji gel pere dixwestin, nîvê qezencê ji xwe re dibirin. Dest davêtin ser malên ku xwediyên wan tune ne û ji xwe re bi kar dianîn. Ev şaş sal in em di bin zulma wan de dijîn lê me tehemul nekir ji ber vê me berê xwe da Şehbayê û niha em li kampê dijîn."