Jinên ji bajarê Qamişlo bi hemû awayan xwe diparêzin
Jinên ji bajarê Qamişlo anîn ziman ji bo ku civak û welatê xwe biparêzin çek radikin û destnîşan kirin ku ewê di her alî de li dijî çete bisekinin.
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo- Li Qamişlo, bajarekî ku bi gelek pirsgirêkên ewlehiyê re rû bi rû ye, jin bûne beşek girîng ji hewildanên parastina malbat û civakan. Di nav şert û mercên dijwar ên herêmê de, gelek jinên li wir çek hilgirtine û rasterast beşdarî parastina ewlehiya xwe û ya malbatên xwe dibin. Ev kiryar ne tenê wêrekiyeke bêhempa nîşan dide, lê di heman demê de guhertinek girîng di rolên civakî yên kevneşopî de jî nîşan dide. Li Qamişlo, jinan di rûbirûbûna krîzan de hêz û berxwedana xwe nîşan dane û naha kevirê bingehîn ê aramiya civaka xwe ne.
Jinên ji bajarê Qamişlo ji ajansa me re anîn ziman ku ew çek radikin tax, civak û malbatên xwe diparêzin.
Fatma Elî diyar kir ku emê her û her parastina welatê xwe bikin û wiha got:“ Em wekî jin, wekî dayîk ku çawa zaroên xwe diparêzin emê civak û welatê xwe biparêzin. Heta ku dilopek xweîn di canê me de hebe emê li ser milan bin û parastina welatê xwe bikin. Em hemû jin bi yek destî li dijî çeteyan emê rawestin û welatê xwe biparêzin. Em wekî jin bi şev jî derdikevin parastina Taxên xwe dikin.”
`Em gelekî kêfxweşin bi Yekîtiya Gelê Kurd`
Neşmiya Mihemed anî ziman ku em wekî jin li dijî êrşan û şerê taybet me xwe parast û wiha pêde çû:“ Di van demên dawî de şerê taybet rolekî mezin li ser jinan lîst, ev şer dixwaze ku rola jin tune bike. Lê em wekî jin me xwe parast, li dijê hemû êrîşan em sekinîn û me xwe îsbat kir. Şerê taybet ku xwest pevçûnan di navbera Pêkhateyan de çêbike li hemberî vî şerî em rawestiyan û me nehişt ku bandorê li ser bike. Em her û her biratiya Gelan dimeşînin. Em wekî jin her û her daxwaza me aştî û aramiye. Çete dixwaze nirxê me bibe, em wekî jin me nirxê xwe jî parast. Em çekî jî radikin ji bo Parastina Tax, Civak û Welatê xwe. Em gelekî kêfxweşin bi Yekîtiya Gelê Kurd û her wê azadî û serkeftin ya me be.”
`Em jinên di hundirê Taxan de perwerdê çekan didin wan`
Rêveberiya HPJ’ê jin Fatima Omer anî ziman ku perwerdên çekan didin jinên di nava Taxan de û wiha axivî:“ Em wekî jin çek radikin li Kolan û Taxan parastina ax, civak û gelê xwe dikin. Em wekî jin li Kêleka Mêr li ser Hacizên Kontirolê cihê xwe digrin jî. Em li pêşiya şerê taybet ki di navbera Pêkhateyan de çêdibe em digrin. Em wekî Girûpên jin çek li milê me ne û di nava Taxan de digerin. Em jinên di hundirê Taxan de perwerdê çekan didin wan, ji bo ku di rewşekî awarte de jin karîbe parastina xwe bike. HPJ jin Girûp avakirne ji bo locistîka Şervanan, ji bo ku xwarinê ji Şervanan re çêbikin.”