Jinên Iraqî: Bila qanûnên li dijî jinan bên guherandin
Parêzvan û aktîvîstên mafên jinan ên li Iraqê, destnîşan kirin ku qanûnên tundiya li hember jinan asteng dikin nayên bicîhanîn û xwestin ku qanûn ji nû ve bên nirxandin, rûmeta jinan bê parastin û ewlehiya jinan bê mîsogerkirin.
KERIME ALI ER-RUBAÎ
Iraq – Iraq, di salên dawî de di bûyerên tundiya li dijî jin û zarokên keç de zêdebûnek ku mirov dike nav fikaran dijî. Ev tundî bi şêweyê tundiya fîzîkî, derûnî, zayendî, devkî û navmalî pêk tê û ev yek jî him gef li aramiya malbatê û him jî ya civakê dixwe. Ev rewş di nav rêxistinên civaka sivîl û aktîvîstên mafên jinan de bûye sedema fikarên mezin. Aktîvîst destnîşan dikin ku divê qanûnên heyî ji nû ve bên nirxandin, qanûnên ku pêkanînên jinê veder dikin û êrîşa zayendî ya li dijî jinan asteng dikin, bên qebûlkirin û mafên jinan, edalet û rûmeta mirovan bê ewlekirin.
Dikare ji jinan re cihek wekhev ava bike
Divê tundiya li dijî jinan tenê mîna binpêkirinek takekesî neyê dîtin, mîna diyardeyek civakî ku kêmasiyek cidî di avahiya qanûnî û çandî de nîşan dide û pêşketin û beşdariya jinan a di jiyana giştî de asteng dike, bê dîtin. Lewma, girîng e ku di navbera saziyên fermî û rêxistinên civaka sivîl de mekanîzmayên parastinê yên bi bandor bên mîsogerkirin û girêdayîbûna peymanên navneteweyî yên armanc dikin ku hemû cûreyên cudakarî û tundiyê ji holê rakin, pir girîng e. Bi vî awayî dikare ji jinan re cihek wekhev ava bike û hevkariyek rasteqîn a di avakirina civakê de, mîsoger bike.
Tenê li Bexdayê herî kêm 53 hezar dozên jinan
Aktîvîsta mafên jinan û Cîgira Seroka Yekîtiya Jinên Iraqê Xiyal el-Cewahîrî, diyar kir ku di demên dawî de li Iraqê di bûyerên tundiya li dijî jin û zarokan de zêdebûnek mezin çêbûye û destdirêjî, tundiya fîzîkî, derûnî an jî devkî û tundiya nava malê pir zêde bûye. Xiyal el-Cewahîrî ragihand ku tenê li Bexdayê herî kêm 53 hezar dozên jinan hatine tomarkirin.
Mudaxeleyên bi hinceta ‘dîsîplînkirina hevjînê
Xiyal el-Cewahîrî, destnîşan kir ku mîna rêxistinên civaka sivîl û aktîvîstên mafên jinan, ji bo kêmkirina vê diyardeyê û pêşîgirtina li mudaxaleya di jiyana jinan de dixebitin. Xiyal da zanîn ku mudaxeleyên bi sedemên mîna "dîsîplînkirina hevjînê" an jî kontrolkirina cilên wê tên kirin, êdî parçeyekî kevneşopiyên kevnar ku di civaka nûjen de cihê wan nîne ye.
‘Zewicandina zarokan cureyek din a tundiyê ye’
Xiyal el-Cewahîrî, diyar kir qanûna rewşa kesane ya mîna Qanûna Caferî tê zanîn a di demên dawî de hatiye derxistin, zewaca zarokên keç rewa dike û li dijî zarokan yek ji cureyên herî giran ên tundî û zordariyê ye û wiha axivî: “Pêkanînên ku tundiyê bi hinceta "dîsîplînkirina hevjîn" rewa dikin, bandor li rêjeya ji sedî 17’ê nifûsa Bexdayê kiriye û nîşaneyek cidî ya paşketina mafên jinan e. Em mîna rêxistinên civaka sivîl, li dijî van têgihîştinên kevnar û nelihev in. Divê jin di sedsala 21’an de mîna hevkarên wekhev a jiyan û pêşkeftinê bê dîtin û divê mafên jinan ên ji sedî 60’ê civakê pêk tînin, bên parastin.”
‘Şêwazên cûda yên tundiyê gef li jiyana jinan dixwin’
Aktîvîsta sivîl Întîsar el-Miyalî, balkişand ser girîngiya têkoşîna li dijî tundiya li ser jin û zarokên keç û diyar kir ku ev têkoşîn bi Peymana Navneteweyî ya Mafên Jinan (CEDAW) û Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan ku armanc dikin ku hemû cûreyên tundî û cudakariyê ji holê rakin re girêdayî ye. Întîsar el-Miyalî, da zanîn Iraqê di sala 1986’an de vê peyman pejirand.
Întîsar el-Miyalî, diyar kir ku di navbera 25’ê Mijdarê û 10’ê Kanûnê de li qadê û bi rêya çalakiyên civakî kampanyayên hişyariyê hatine lidarxistin û di navbera hikûmet, sazî û civaka sivîl de hewildanên hevbeş hatine kirin. Întîsar el-Miyalî, destnîşan kir ku şêwazên cûda yên tundiyê yên mîna tundiya zayendî, fîzîkî, navamalê, derûnî, aborî, dîjîtal an jî gotinên nefretê rasterast gef li jiyana jin û zarokên keç dixwe û da zanîn ku zimanê nefretê yek ji cureyên herî giran ên tundiya li dijî parêzvanên mafên jinan e.
‘Li Iraqê hê ji bo pêşîgirtina tundiya nava malê qanûnêk taybet nîne’
Întîsar el-Miyalî, balkişand ser girîngiya dabînkirina amûrên parastinê yên bi bandor û wiha axivî: “Her çend hin amûr û platformên bersivdayîna awarte hebin jî, ev yek hê jî li Iraqê pir qels in. Nebûna îradeya siyasî û nebûna stargehên jinan, astengiyên cidî ne û dema jinên rastî tundiyê tên ji bo gilîkirinê diçin ba hêzên ewlehiyê, bi pirsgirêkek bingehîn re rû bi rû dimînin. Jin gelek caran bi pirsgirêkên ‘Ewê li ku werin bicîhkirin?’ re rû bi rû dimînin û gelek caran li cem polîsan tên hiştin. Ev bandorek neyînî li ser jinê dike û di dawiyê de jin neçar dimînin ku vegerin ba malbatên xwe. Ev yek jî jinê ji ber kevneşopî û norman bi xeteriya mirinê re rû bi rû dihêle. Li Iraqê hê ji bo pêşîgirtina tundiya nava malê qanûnêk taybet nîne.”
Ev doz di tomarên dadwerî û nexweşxaneyê de mîna xwekuştin tên qeydkirin
Întîsar el-Miyalî, diyar kir digel ku malbat di gelek rewşan de ji bo jinan cihekî ewle be jî, pirî caran dibe çavkaniya tundiyê û jin ji ber sedemên cûrbecûr tên qetilkirin û wiha domand: “Mînak, bi şewitandin an avêtina ji cihên bilind. Ev doz di tomarên dadwerî û nexweşxaneyê de mîna xwekuştin tên qeydkirin. Cînayetên bi navê "paqîjkirina rûmetê" û cihên mîna "Goristana Jinên Niheq" ya li El-Muthenna, mînaka vê yekê ye.”
‘Divê Iraq berpirsyariyên xwe bicîh bîne’
Întîsar el-Miyalî da zanîn ku pêwîst e Iraq berpirsyariyên xwe yên li hember hevpeymanên navneteweyî, pêk bîne, divê qanûnên taybet yên li dijî tundiya nava malê bi awayekî lezgîn bên pejirandin û divê sûcdarên sûcên tundiyê bi awayek bi bandor bên cezakirin. Întîsar el-Miyalî, diyar kir ku çareseriyên rûberî pir caran sûcdaran bê ceza dihêle û jin neçar dimîne hemû bedêlan bide.
Ji bo pêşîgirtina tundiyê divê rêziknameyên zelal û berfireh bên derxistin
Întîsar el-Miyalî, destnîşan kir ku divê qanûnên Iraqê ji bendên niheq ên mîna xala 398’an bên paqijkirin. Întîsar da zanîn ku ev xal rê dide tecawizkaran ku dema bi jina destdirêjî lê kirine re bizewicin, bêceza dihêle û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Divê qanûnên Iraqê rêziknameyên zelal û berfireh ên pêşiya hemû cûreyên tundiyê û tundiya dîjîtal jî bigre derxe û mafên jinan ên parastin, ewlehî û aştiyê bike bin ewlehiyê. Dê bi vî awayî jin bikaribin bi awayekî wekhev beşdarî jiyanê bibin."