"Hûn nikarin wijdanê raya giştî bi guleyan bêdeng bikin"
Sê girtiyên siyasî û girtiyekî siyasî yê berê, ji bo çilrojiya kesên ku di xwepêşandanên dawî ji hêla rejîma Îran ê ve hatine kuştin daxuyaniyek hevbeş dan. Di daxuyaniyê de gotin: "Hûn nikarin wijdanê raya giştî bi guleyan bêdeng bikin"
Navenda Nûçeyan — Werîşe Muradî û Golrux Îraî ji Zindana Evînê, Zeyneb Celaliyan ji Zindana Yezdê, û Meryem Yahyavi, girtiyeke siyasî ya berê ku li Tehranê dijî, di daxuyaniyek hevbeş de bûyerên dawî wekî “Rejîma Îran ê yê kujer bersiva kesên ku ji bo azadiyê radibin bi kuştina wan dide” bi nav kirin.
Kesên ku daxuyanî îmze kirine nivîsandine ku xwepêşandanên giştî jî "bi salan paşguhkirina daxwazên civakî, kûrbûna cudabûna çînî, lêçûna bilind a jiyanê, bêkarî û tepeserkirina azadiya ramanê" derketine holê. Wan her wiha teqez kirin ku tepeserkirina li kolanan, bi gotinên wan, tenê beşek ji pêvajoyekê bû ku bi salan berê bi sînordarkirina rexneyan û nebersiva bangên edaletê dest pê kir.
Daxuyaniyê, îşaret bi kuştina xwepêşanderan kir û got ku gule "nîşana tirsa kesên li ser desthilatdariyê ne, tirsek ji dengekî ku êdî nayê paşguhkirin derdikeve." Çalakvanên siyasî her wiha diyar kirin ku roja çilemîn piştî mirinan "ne dawiya şînê ye, lê destpêka berpirsiyariya berdewamkirina pirsyarê û israrkirina li ser daxwaza edaletê ye."
Çar çalakvanên siyasî daxuyaniya xwe bi gotina "Heta ku wijdanê civakî şiyar bimîne, ti guleyek nikare wê bêdeng bike" bi dawî kirin û banga civakekê kirin ku tê de xwepêşandanên aştiyane bi tundûtûjiyê re rû bi rû nemînin û azadiya ramanê wekî sûc neyê hesibandin.