Jinên Girê Spî yên li Kobanê: Em ji koçberiyê bêzar bûn

Koçberên li Kobanê dijîn, di bin dorpêça hişk a ji aliyê Rêveberiya Demkî ya Sûriyeyê ve tê ferzkirin de, di şert û mercên trajîk de jiyana xwe didomînin.

SÎLVA EL ÎBRAHÎM
Kobanê –
Jinên ku ji Girê Spî koçî Kobanê kirin û di 14 salên dawî de gelek caran ji cih û warên xwe bûn, daxwaz dikin ku bi ewlehî vegerin bajarê xwe û rûmet û mafên wan bên parastin.
Di sala 2014’an de bajarê Girê Spî rastî êrîşan hat û di sala 2019’an de jî, dewleta Tirk û leşkerên wî yên bipere êrîşî wan kirin. Ji vê demê û vir ve gelê herêmê pêlên koçberiyê yên li pey hev dijî. Kobanê, bû cihê wan ê koçberiya herî dawî. Lê bajarê Kobanê niha di bin dorpêçek giran de ye. Niha piraniya koçberan di dibistanan de dijîn. Ajansa me serdana dibistanek li bajêr kir, bi gelek jinan re axivî û hîn bû ku daxwaza wan a herî girîng, vegera bi ewlehî ya bajarên xwe ye.
‘Pêdiviyên herî bingehîn ên jiyanê nayên peydakirin’
Fatîma Şukrî Osman a zêdetirê sê caran ji Girê Spî koçber bûye, da zanîn ku di sala 2019’an de dema ku dewleta Tirk êrîşê Girê Spî kiriye, neçar mane koçî Reqayê bikin û wiha domand: “Piştre, em çûn Kampa Tel Semen. Êrîşên cîhadîstên HTŞ’î yên li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, me neçar kir ku em carek din koç bikin. Vê carê me berê xwe da Kobanê. Her carê ku em koçber bûn, me dev ji malên xwe berda û malên me hatine wêrankirin an jî talankirin. Konên me jî hatine dizîn.”
Tenê wêneyek kurê xwe yê cangorî bigre ba xwe
Fatîma Şukrî Osman, diyar kir di dema koçkirinê de  dikaribûye tenê wêneyek kurê xwe yê ji bo parastina welatê xwe di êrîşa DAIŞ’ê û dewleta Tirkiyê de nemir bûye bi xwe re bîne û wiha got: “Min nekarî nasname an jî belgeyan bi xwe re bînim. Lewma rêxistinên alîkariyê nekarîn alîkariya me bikin. Êrîşên dijwar me neçar kirin ku em bêyî tiştekî bi xwe re bibin ji malên xwe derkevin. Nebûna av, elektrîk û amûrên germkirinê, şert û mercên jiyanê zêdetir dijwartir dike. Em di dibistanan de dijîn û pêdiviyên herî bingehîn ên jiyanê nayên peydakirin.”
‘Em ji koçberiyê bêzar bûn’
Fatîma Şukrî Osman, diyar kir ku ew ji rêxistinên alîkariyê daxwaza alîkariya xurekê nake û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Yekane daxwaza min, vegera bi awayekî ewle ya li bajarê min e. Em ji koçberiyê bêzar bûn. Me jiyana xwe her tim bi cih guhertinê re derbas kir. Em li ser axa xwe jiyanek bi rûmet dixwazin.”
‘Em dixwazin bi nasname, çand û zimanê xwe bijîn’
Delîşan Îbrahîm Mehîden a di 14 salan de 5 caran koçber bûye jî, nikare rondikên xwe bigre û wiha dibêje: “Me jiyana xwe di konan û li ser rêyên koçberiyê de derbas kir. Her cara ku em malek nû ava dikin û dest bi jiyanek nû dikin, em neçar in ku di bin êrîşan de her tiştî li pey xwe bihêlin.”
Delîşan Îbrahîm Mehîden, destnîşan kir ku ew di dibistanan de têkoşîna jiyanê didin û şert û mercên jiyanê yên bingehîn bi tevahî kêm in. Delîşan got ku piştî van hemû fedakariyan, dixwazin bi nasname, çand û zimanê xwe jiyanek bi rûmet bijîn û wiha bidawî kir: “Em naxwazin mîna koleyan bijîn. Me di encama maf û têkoşîna xwe de bedêla 14 salan da. Divê vegera me, rûmet û mafên me bên parastin; em vegerek biçûkxistinê naxwazin. Em li beramberî fedakariyên xwe, serkeftinek hêjayî xwe dixwazin.”
Jiyana di bin şer û dorpêçê de
Xediye Korhisî jî, bi bîr xist ku canê xwe ji zilm û êrîşên leşkerên bipere xilas kirine û wiha got: “Me ji dema ku bajarê xwe terikand heta niha kêliyek aram jiyan nekir. Di nav salan de gelek caran em neçar man koç bikin. Em di bin nebûna elektrîk, av û gazê de jiyaneke trajîk a şer û dorpêç ferz dike, dijîn. Em dixwazin ji vê trajediyê rizgar bibin, bi awayekî aştiyane vegerin malên xwe û mafên me bên mîsogerkirin.”