‘Çeka me nebe rûmeta me nayê parastin û misogerkirin’

Terfo Seydo ya ku ev 13 sal in bi her awayî di nav Şoreşa Rojava de ye, destnîşan kir ku çarenûsa jinan li ser vê axê yek e û got “Em jî çarenûsek wiha ji xwe re napejirînin. Çeka me nebe rûmeta me nayê parastin û mîsogerkirin.”

SORGUL ŞÊXO

Til Temir – Terfa Seydo ya ku di şerê li dijî DAIŞ’ê û berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker de sê birayên wê nemir bûne, ev 13 sal in taxa xwe li hember her cûre êrîşan diparêze. Di Şoreşa Rojava de gava ku xwişk nemir dibe, birayê wê çeka wê hildigre û soza tolhildanê nû dike. Dayîk û xwişk di qada rêxistinkirinê de jî rolek çalak dilîzin.

Li Til Temirê  herkes Terfa di refên pêşîn de dibîne

Malbata Seydo li Til Temir a Kantona Cizîrê dijî. Di rêya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de ji malbatê nêzî 30 kes dibin nemir û gelek zarokên wan hê di nav refên şoreşê de ne. Terfa Fewaz Seydo, xwişka sê nemirên bi navê Soro, Îbrahîm û Emced e. Birayên wê ji bo parastina rûmeta welatê xwe, dabînkirina jiyanek azad û wekhev canê xwe dan û pergala ku li vir hatiye avakirin, parastin. Terfaya çav şîn û por zer, li seranserî 13 salên Şoreşa Rojava di gelek qadan de cih girtiye û di rêxistinkirina jinan de rolek girîng lîstiye. Her pêvajoyek êrîşên li ser Til Temirê destpê dike, herkes Terfa di refên pêşîn de dibîne. Yan di metbexê de xwarinê ji şervanan re amade dike, an jî li kolanê çeka xwe hilgirtiye û taxa xwe diparêze.

Biroj ji şervanan re xwarinê çêdike bişev parastina axa xwe dike

Terfa ji her kesî re dibe çavkaniya hêz û moralê, hêviyê dide mirovan û mînakek ji wan mirovan e ku dest ji doza welatê xwe bernedan û çekên birayên xwe li erdê nehiştine. Terfaya ku beşdarî seferberiyê bû, biroj xwarinê ji şervanan re çêdike û bi şev jî li taxê heta derengiya şevê bi komek dayîkên taxê re, xaka xwe diparêze. Terfa Seydo ya 38 salî ya ku dayîk û bavê wê çûne ser dilovaniya xwe û ligel xwişkên xwe derketiye parastina taxa şehîdan ango taxa Komîna Şehîd Ibrahîm, ji ajansa me re axivî û helwesta xwe ya li hember êrîşan bilêv kir.

Nan û ava jinên Kurd çeka wan e

Terfa got ku ne tenê dema şer tê ber derî çeka xwe hildigre, ew her wext amade ne. Terfa da zanîn ku rahiştina çekê û parastina xwe, malbat û taxê, serbilindahiyek e û teqez kir ku wê çeka her sê birayên xwe li erdê nehiştiye. Terfa da zanîn ku gelê Kurd îro li seranserî welat çek rahiştiye. Terfa çekê wekî nan û avê pênase dike û dibêje ku çeka wan, çarenûsa hebûna wan nîşan dide. Terfa êrîşên li seranserî Kurdistanê û Rojhilata Navîn heta cîhanê li ser jinan çêdibe û qirkirina wan armanc dike, bibîr xist. Terfa anî ziman ku jinên Kurd ji bo ku mîna Şengal û Efganistan li wan neyê, xwe biçek kirine û li ser piyan in.

Di destûrê de mîsogerkirina zimanê Kurdî

Terfa xwest ku zimanê Kurdî di destûra Sûriyeyê de wekî zimanekî resen bê qebûlkirin û hêviya xwe ya aramiyê careke din bibîr xist. Terfa xeteriyên hişmendiya dewlet û komên cîhadîst yên êrîşkar ên li ser hebûna jinan bilêv kir û got ku ger mafê jinan neyê parastin û garantîkirin, wê daxistina wan di bazaran de û firotina wan rû bide. Terfa pêwîstiya ku jin ji qadan kêm nebin û ji daxwaza mafê xwe yê siyasî û civakî paş ve gav navêjin, girîng dibîne.

‘Çarenûsa jinan li ser vê axê yek e ne cûda ye’

Terfa bi berdewamî got dijminekî hov êrîş dike û ji ku derkeve û xiyanetê jî bike, nediyar e. Ji lewra divê jin parastina xwe bike, an jî wê wekî jinên Şengalê li bazaran werin firotan. Terfa bi îradeyek ji pola got: “Em jî çarenûsek wiha ji xwe re napejirînin.” Li gorî Terfa dibêje, “êrîş ne tenê li ser jinên Kurd e, jinên Ereb û Aşûr jî hedef digre. Çarenûsa jinan li ser vê axê yek e ne cûda ye.” Terfa di dawiyê de got ku ji bo ew jî nebin hejmarek ji wan kesên ku tên qetilkirin, divê hebûna xwe biparêzin û nasnameya xwe mîsoger bikin. Lê her tişt bêyî bikaranîna çekê ne pêkan e.