Jinên Ereb peyama Zîlan guhdar kirin: Her jinek xwe di peyama wê de dibîne
Kongra Star, duh bi semînerekî peyama Zeyneb Kinaci bi nasnav Zîlan ji jinên ciwan û jinên gundê Xezna ya Çiyayê Kizwanan re xwend.

Til Temir – Kongra Star, duh bi wesîleya 29’emîn salvegera şehadeta Zeyneb Kinaci (Zîlan) semînerekî li dar xist. Di semînerê de Rêvebera Kongra Star Sena Tamir, peyama Zeyneb Kinaci (Zîlan) ji jinên ciwan û jinên din yên pêkhateyên Ereb yên Çiyayê Kizwanan a li Kantona Cizîrê re xwend.
Eliya El-Îsa ya yek ji jinên gundê Xezna ya peyama Zeyneb Kinaci guhdar kir, ji ajansa me re axivî.
‘Her jinek xwe di peyama Zîlan de dibîne’
Eliya El-Îsa, da zanîn peyama Zeyneb Kinaci ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nivîsandibû, peyameke ji bo jinan e û wiha axivî: “Peyama wê girîngiya ku divê jin kole nemîne, azad bibe tîne ziman. Ji ber jin di giştî civak û civaka me ya Ereb de rastî zilmê tên. Divê her jinekî ku zilm lê hatiye kirin, peyama Zîlan bixwîne. Zîlan ji bo azadiya jin û civakan canê xwe feda kir û ev peyama wê ya herî rast bû ku îfadeya gotin û kirina wê dike.”
‘Divê em daxwazên şehîdên xwe baş fêmbikin û jiyanî bikin’
Eliya El-Îsa, pirsa gelo civak çiqasî peyama Zîlan fêm kirine kir û wiha axivî: “Em wekî civak çiqasî naveroka peyama Zîlan û gotinên wê fêm dikin? Gelo em wekî civak ji bo bi rûmet bijîn, hemû peyamên şehîdan xwendin û tişta ku xwestibûn me pêkanî an ne? Divê em wîjdana xwe lêpirsîn bikin ku em di rêya dawiya wê azadî ye dimeşîn û azadiyê bijîn. Pêwîste em bizanibin şehîdên me ji bo me çi kirine û tişta ku divê em bikin û layiqî wan derkevin çi ne. Hewceyeke ku em divê yekê de îsrar bikin û ger jinek rastî neheqiyê hat em parastina xwe û jinan bikin. Em wekî jin rastî gelek zor û zehmetiyan hatin û ji ber vê yekane daxwaza me azadiya rast a Rêber Apo behs dike ye. Peyama Zîlan û giştî jinên canê xwe feda kirine ew e ku em xwebûna xwe bi dest bixin.”
‘Fikir û ramanên Rêber Apo belavî cîhanê bû’
Eliya El-Îsa, azadiya jinan azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pênase kir û got: “Fikir û felsefeya Rêber Apo azadiya jinan armanc dike. Her jinek Rêber Apo baş fêm dike, erka mîsogerkirina azadiya Rêber Apo û azadiya xwe ye. Bi wateya rast a azadiyê wê bi taybetî jin û giştî civak di nav pergalê de azad bijîn. Divê em Rêber Apo baş fêmbikin û fikir û ramanên wî jiyanî bikin. Ez ji Çiyayê Kizwanan banga mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikim. Îro fikir û felsefeya Rêber Apo belavî tevahî cîhanê bûye.
‘Ji bo ku jinek azad bibe, divê têbikoşe’
Eliya El-Îsa, diyar kir ku divê jin bi aqilê jina azad tevbigere û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî “Divê jin hev guhdar bikin, fikra hev bistînin û de rbarê hev de biryaran nestînin. Guhertina hişmendiya mêr pir girîng e. Mêr jinê fêm nake, ya ku jinê fêm bike û piştgirî bide dîsa jin e. Şoreşa me şoreşa jinan e. Ji bo ku jinek azad bibe, divê têbikoşe. Divê jinan hêrsa xwe veguherîne tolhildanekî û şoreşên bi bandor pêkbînin.”