Jinên Ereb: Gel bi netewa demokratîk bûn xwedî gotin
Jinên Ereb ên navçeya Til Temirê ya Hesekê êrîşên li ser pergala neteweya demokratîk rexne kirin û gotin ku bi pergala neteweya demokratîk hemû gelên Sûriyeyê bûne xwedî gotin.
Sorgul Şêxo
Til Temir – Pergala neteweya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat rûniştandin û rê vekir ku gel bi hemû netew û mezhebên xwe li ser vê erdîngariyê bi awayekî wekhev bijî, îro rastî rexneyan û êrîşên piralî tê.
Jinên Ereb ên li navçeya Til Temirê, serkeftina vê pergalê bi taybetî ji bo gelê Ereb û jinên Ereb nirxandin diyar kirin ku ew bi saya wê pergalê bûne xwedî gotin û kirin.
Hevseroka Meclîsa bajarokê Qibûr Qerajina ya navçeya Til Temirê ya bajarê Hesekê Reşa Elo û Rêvebera Ofîsa Jin a Meclîsa Malbatên Şehîdan Sena Ebûd axivîn.
Reşa Elo di destpêka axaftina xwe de got ku pergala neteweya demokratîk îro rastî êrîşên pir dijwar û rexneyên pir tund tê û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Em baş dizanin ku serkeftina Rêveberiya Xweser û rûniştandina pergala neteweya demokratîk, nakeve xizmeta dewletên berjewendîperest û serokên wan. Rêveberiya gel ji gel re rola dewlet û hêzan ji holê radike û qels dike, dewletên hegemon jî vê xeterê li ser desthilatdariya xwe dibînin. Ji lewre pergala neteweya demokratîk hemû netewan di nava xwe de hembêz kiriye û jiyana hevbeş ava kiriye.”
‘Jinên Ereb bi saya vê pergalê bûn xwedî rol û rist’
Reşa Elo got ku Şoreşa Rojava bandorê li civakê kiriye ku neteweyên wê bi awayekî demokratîk bijîn û bêyî nijadperestî, netewperestî û olperestî bi aştî bijîn û wiha pêl da gotinên xwe: “Şoreşê rê ji jinên Ereb re vekir û wan kir xwedî rol. Hêza wan hatibû veşartin û xitimandin. Em ji bîr nekin ku jin bi riya zagonan jî dikare mafên xwe biparêze û rê li pêşberî pirzewaciyê jî girtibû.”
Reşa Elo ji gel û jinên Ereb re peyamek şand û got: “Pêwist e em bi gava ku me avêtiye bawer bin her wiha ji siberoja me bi hev re nexişandiye jî bawer bin û meşa xwe bidomînin. Ji ber ku me dît çawa proje li ser rûyê erdê hat rûniştandin û di navbera jin û mêr de wekhevî çêbû. Divê jin ji riya azadiyê qut nebin û baweriya wan jî kêm nebe. Divê ku gelê Ereb jî xwedî helwest û biryar be, bêyî ku bibe lîstik di destên dewlet, hêzên qirker û dijminên gelan de.”
Şerê mezhebî nîşaneya dijminatiya li hemberî projeya demokratîk e
Sena Ebûd jî got ku nêzî 14 sal in li dijî gelên ku bi hev re dijîn êrîş tên meşandin û gel di pêvajoyên şer ên herî dijwar re derbas bûye û wiha pêde çû: “Şerê mezhebî yê li dijî gelê Kurd û Ereb tê meşandin û neteweyan li hemberî hev sor dike, plana hêzên derve ye. Dijwariya êrîşan asta bandora pergala neteweya demorkatîk li ser rûyê erdê radixe ber çavan. Dijmin ji yekîtiya Kurd, Ereb û Suryanan ditirse û ev di êrîşên wan de pir eşkere ye.”
‘Kurd gelek resen e nabe daxwaza destberdana ji têkoşînê jê were kirin’
Sena Ebûd got ku Kurd jî xwedî erd, mal û nasname ne li ser vê axê û xwestina ku Kurd dest ji têkoşîna xwe berde û daxwazên xwe betal bike nayê pejirandin. Sena Ebûd bi got: “Em ji pergala neteweya demokratîk razî ne û helwesta hinek ji êşîrên Ereb li dijî Rêveberiya Xweser bi tundî rexne dikin. Diviyabû ku eşîrên herêmê nebûna amûr di destên dewletên komploger de.”
Divê Ereb û eşîr îstîsmara li ser xwe nepejirînin
Sena Ebûd got ku meşa wan dirêj e divê tenê kêliya niha nehizirin, demdirêj bifikirin û da xuyakirin ku ger gel were îstîsmarkirin wê herêm ber bi hilweşînê ve biçe. Sena Ebûd wiha domand: “Ji bo dijminan a herî girîng bidestxistina dewlemendiya binerd û sererd e lê gel çi bijî ne xema wan e. Ger gelê Ereb wiha bimîne û ji hêla dijmin ve were îstîsmarkirin wê hemû Ereb destkeftiyên xwe winda bikin û vegerin serdema koletî û xulamtiyê.”
Têkoşîn û meşa jinan
Sena Ebûd got ku çarenûsa jinan yek e lewre her kes dikare ji hêla xwe ve têbikoşe û dest ji têkoşîna xwe bernede heta ku mafên wan werin misogerkirin, di dawî de got ku heta mafên jinan di destûrê de neyên nivîsandin û misogerkirin; dê jin meş û rêwîtiya xwe ya ber bi azadiyê ve ranewestînin.