Jinên Durzî li NY’ê êriş û destdirêjiya cîhadîstên HTŞ’ê vegotin
Li Neteweyên Yekbûyî jinên Durzî yên di dema êrîşên Tîrmehê de bi êrişên tecawîza çeteyên HTŞ’ê ya cîhadîst re rû bi rû man, hatin guhdarîkirin.
Navenda Nûçeyan – Sûcên li dijî mirovahiyê yên çeteyên girêdayî Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) di rojeva Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye. Enstîtûya Perwerde û Lêkolînê ya NY’ê (UNITAR) derbarê Suweydayiyên ku bi êrîşên zayendî re rû bi rû man daneyên girîng kom kirin. Di kombûna bi armanca nirxandina sûcên li dijî mirovahiyê çeteyên girêdayî HTŞ’ê ya cîhadîst pêk hatin de ji Pêşengê Olî yê Durziyan Şêx Muwafaq Tarîf hate guhdarîkirin û derbarê êrîşên zayendî yên li dijî jinan û terorîzma HTŞ’ê berfireh vegotin.
Jinan êrîş anîn ziman
Vegotinên jinan ên ji hêla UNITAR’ê ve hatine tomarkirin. Jinên ku ji ber ewlehiyê rûyê wan bi rêya hişê çêkirî hatiye guherandin, êrîşên zayendî vegotin. Yek jê zarokek 14 salî li 5 jinan hate guhdarîkirin. Jinan pêvajoya êrîşên çeteyên HTŞ’Ê û destdirêjiyên wan ên li ser xwe anîn ziman. Jinan di dema vegotina êrîşên zayendî de bi zor û zehmetiyan re man û dijwariya bûyerê li dijî wan da nîşandan.