Jinên Ciwan: ‘YPJ’ê îradeya azad a jina ne’

Jinên Ciwan li bajarê Qamişlo bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo Yekîtiya Parstina Jin YPJ’ê dan diyar kirin.

Qamişlo – Jinên Ciwan yên taxa EL-Enteriyê ya bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo piştgiriya Yekîtiya Parstina Jin (YPJ) daxuyaniyekî çapemenî dan. Daxuyanî li ber Komîna Şehîd Şahîn ya Taxa EL-Enteriyê hat dayîn.

Daxûyanî ji hêla rêveberiya jinên Ciwan ya bajarê Qamişlo Delal Elî ve hate dayîn. Daxuyaniyê de hate gotin ku Şerê ku di 6'ê çileyê de hate destpêkirin û ser hebûna Gelê Kurd tê meşandin, di esasê xwe de Komployek navnetewî ye.

Berdewamiya daxuyaniyê bi vê awayî ye;

Şerê ku li Bakur û Rojhilatê Sûrî hate destpêkirin û Rojavayê Kurdistanê jî xistin hedefa xwe de yek ji lingê komploya 15’ê Sibatê ye. Ev yek berdewamiya wê ye. Ev êriş li ser paradîgmaya Rêber Apo ya Netewa Demokratîk-Ekolojî û Azadîxwaziya Jinê pêk hatiye. Rêveberiya demkî ya Şamê heta niha ji bo îrade û rêxistinên jin û ciwanan itîraf nake, dixwazin pêşiya rola pêşeng a YPJ’ ê di vî şerî de bigrin. YPJ’ê îradeya azad a jina ne û tu carî nayê tune kirin. Em wekî jinên Ciwan ên Taxa EL-Enteriyê diyar dikin, ku ev şoreş bi saya şervanên YPJ`ê bû sembola serkeftinê, li dijî DAIŞ`ê û em heta dawî bi şervanên YPJ’ê re ne. Emê bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî komploya 15`Sibatê û Komploya 6`Çileyê vale derbêxin.