Jinên Ciwan li ser Komploya 15 Sibatê semînerek dan
Bi rasthatina salvegera 27’emîn komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan yekîtiya jinên ciwan yê Şengalê semînerek lidarxistin.
Şengal – Yekîtiya jinên ciwan yê Şengalê li gundê Dohla li ser komploya 15’ê Sibatê semînerek lidarxist. Di semînerê de gelek ciwan beşdar bûn. Li ser navê jinên ciwan berdevka yekîtiya jinên ciwan Avêsta Şengalî di semînerê de axivî û got; ‘Heta ku Rêber Apo bi fîzîkî azad nebê wê tekoşîna me berdewam bike.’
‘Komploya li ser Rêber Apo li ser hemû gelan bû’
Berdevka yekîtiya jinên ciwan a Şengalê Avêsta Şengalî di semînerê de dibêje ji ber ku Rêber Abdullah Ocelan bi fikir, paradîgma û bi pergala xwe ya ji bo gelan daye avakin li pêşiya projeyên pergala serdest û hêzên hegemon digirt ji lewra hedef hatiye girtin û wiha axaftina xwe dewam kir. Avêsta Şengalî; “Rêber Apo 27 salin li zîndana Îmraliyê ye. Rola gelek dewletan di vê komployê de hebû, li ser berjewendiyên xweyî siyasî Rêber Apo girtin. Komploya li ser Rêber Apo, li ser hemû gelan bû. Hêzên ku Rêber Apo girtin, ji ber ku fikrê Rêber Apo ji bona xwe xetere dîtin di komplo de rol lîstin. Ev hêzana dizanin ger Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe wê gelên cîhanê û bi taybetî gelên Rojhilata Navîn azad bibin di komplo de îsrar dikin. Rêber Apo li ser navê mirovahiyê berxwedaniyekî dîrokî dimeşîne.”
‘Emê weke ciwanên Êzidî heta dawî li dijî komplo tekoşîn bikin’
Avêsta Şengalî di dawî de li ser rol û girîngiya ciwanan ya di tekoşîna li dijî komployê de axivî û wiha got: “Em weke jinên ciwan ên Êzidî, gelê Kurd û civaka Êzidî li dijî vê komployê tekoşîna xwe hîn mezin bikin û li hemberî vê neheqî û dûrîtiya li însaniyetê tê kirin bêdeng nebin. Rêber Apo ji bo ciwanan kedekî mezin dide, dive em jî bi kar û xebatê xwe xwedî li fikrê Rêber Apo derkevin. Rêber Apo dibêje ciwan pêşengên civakê ne. Pêwîste em jî di vê demê de bi rola xwe rabin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tekoşîna xwe mezin bikin. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê ji xwe aşitiya gelan û xwişk-biratiya gelan pêk nayê. Em jî azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dibînin. Di roja îro de komplo ji aliyê hêzên navnetewî ve li ser me û gelan nû dibe, divê em bi xebat û têkoşîna xwe li dijî viya bisekinin û ji civaka xwe re pêşengiyê bikin.”
Piştî semîner bi dawî bû, sînevîzyona ku ji aliyê yekîtiya jinên ciwan ve li ser komployê hatibû amadekirin hate temaşekirin.