Jinên ciwan ên PYD`ê tevlî seferberiyê bûn: Jinên ciwan bêdeng nabin
Bi dehan jinên ciwan ên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), bi daxuyaniyekê tevlî seferberiyê bûn û diyar kirin ku "parastina Kobanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parastina rûmeta mirovahiyê, nirxên azadiyê û projeya jiyana hevbeş e."
Navenda Nûçeyan- Jinên ciwan ên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarê Kobanê li pêşiya navenda PYD`ê ya bajarê Kobanê daxuyanî dan û tevlî seferberiya giştî bûn.
Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê berdevka Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Firatê Firyal Mistefa û bi zimanê Erebî ji aliyê endama Jinên Ciwan a PYD`ê a bajarê Kobanê Rosyar Mehmûd ve hate dayîn.
Di daxuyaiyê de hat gotin:"Di kêliyek dîrokî ya girîng de ku li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî gelê Kurd êrişên sîstematîk û komkujiyên rêxistinkirî têne kirin, jinên ciwan derdikevin holê da ku helwesta xwe bi zelalî, ragihînin."
Jinên ciwan ên PYD`ê piştgiriya xwe ji bo seferberiya giştî ragihandin û diyar kirin ku "parastina Kobanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parastina rûmeta mirovahiyê, nirxên azadiyê û projeya jiyana hevbeş e."
Jinên ciwan bang li Kurdên çar parçeyên Kurdistanê kir ku û got: "Bersiva banga Kobanê, banga azadiyê, banga rûmetê bidin û di vê kêliya çarenûsî de li kêleka me bisekin in.”
Jinên ciwan ên PYD`ê wiha dawî li daxuyaniya xwe anîn "Em wek jinên ciwan ên PYD`ê ne qurbanî ne, lê beşdarên çalak in di têkoşîna siyasî, exlaqî û hebûnî de. Em ew kes in ku projeya jiyanê li dijî çanda mirinê pêş xistine û em ew kes in ku dê berdewam bikin.Kobanê nakeve. Jinên ciwan bêdeng nabin û Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk naçe."