Jinên ciwan ên Misrî bi riya bikaranîna teknolojiyê bi ser dikevin
Jinên ku temenê wan di bin 24 salî de ye bi riya teknolojiyê dibin xwedî destkeftî û destekê didin jinên ciwan ji bo ku bikaribin projeyên xwe ava bikin û zûtir beşdarî xebatên bazara kar bibin.

ESMA FETHÎ
Qahîre – Xelata "Keç û Teknolojî" ku ji hêla Rêxistinên Jinên Ereb ve bi hevkariya Ajansa Geşepêdanê ya Almanî (GIZ) ve hatiye destpêkirin, ji komek jinên ciwan ên di bin 24 salî re hat dayîn. Armanca xelatê ew e ku jinên ciwan teşwîq bike beşdarî teknolojiya agahdarî û ragihandinê (ICT) bibin û jêhatiyên xwe yên nûjenî û afirîneriyê bi pêş bixin da ku xizmeta civaka xwe bikin.
'Em destek didin jinên ciwan'
Xwendekara pola duyemîn a beşa tendirustiyê ya Zanîngeha Misirê ya Zanist û Teknolojiyê her wiha damezrînera însiyatîfa "Îlhambexş" Şehîd Yesêr xelata "Keç û Teknolojiyê" di kategoriya kampanyayên hişyarkirinê ya sala 2024'an girt û di rêza sêyemîn de cih girt. Şehîd Yesêr bi însiyatîfa xwe destek dide jinên ciwan ên temenê wan di bin 24 salî de ku warên nûjen û cihêreng ên di cîhana Ereb de nehatine dîtin, keşif bikin.
Şehîd Yesêr bal kişand ser encamên ku bi dest xistine û wiha got: "Jinên ciwan bi riya însiyatîfa min gelek qadên jiyanî nas kirin. Ev însiyatîf ne tenê jinên Misrê dike hedef, hemû jinên welatên Ereb dike armanca xwe û ji bo pêşxistina wan têdikoşe. Bi riya perwerde û bernameyên cuda em destek didin jinên ciwan ku afirîneriyên xwe bipêş bixin. Em cih didin xwendekarên dibistanan heta yên zanîngehan ên di bin temenê 24 salî de."
Destpêkirina zû sûdwer û berhemdar e
Damezrînera şîrketa Yalla Success a 16 salî û xwendekara pola duyemîn a lîseyê Sara El-Cebêrî ku di kategoriya kampanyaya hişyarkirinê ya sala 2024'an de xelata "Keç û Tekonolojiyê" girtiye di rêza duyemîn de cih girtî. Sara El-Cebêrî da zanîn ku ew destek didin jinên ciwan ên li welatên Ereban ji bo bikaribin xeyalên xwe pêk bînin, dest bi projeyên xwe dikin û dikevin nava bazara kar. Sara wiha axivî: "Min di 13 saliya xwe de dest bi vê xebatê kir. Dema min xwest şirteka xwe vekim min gelek astengî dît. Ji ber ez 15 salî bûm tu kesê ji fikrên min bawer nedikir. Ez bi hêvî me ku şîrketa xwe berfirehtir bikim. Li ser medyaya dîjîtal, min tîmên xwe yên xebatê ava kiriye û bi riya wan perwerdeyan didim jinên ciwan."
Armanca bi dayîna xelatên Rêxistina Jinên Ereb
Hêjayî gotinê ye ku xelata Rêxistina Jinên Ereb li du kategoriyan hatibû dabeşkirin. Ya yekem, bi pêşketin û bernamekirinê ve girêdayî ye ku tê de projeyeke teknolojîk an elektronîk dikare were pêşkêşkirin da ku xizmetê ji pirsgirêkên jinan re di civakên Ereb de bike û pirsgirêkên civakî yên ku ew pê re rûbirû dimînin çareser bike. Ya duyemîn, bi kampanyayeke hişyarkirina elektronîkî yan jî sêwirandina destpêşxeriyekê bi karanîna medyaya civakî ve girêdayî ye da ku jinên ciwan teşwîq bike ku di warên zanistî û teknolojîk de bixebitin.