Jinên ciwan ên Şengalê meşiyan: Em ê bi ruhê Zîlan li ber xwe bidin
Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê bi boneya 29’emîn salvegera şehîd Zîlan û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiyan. Di meşê de hat gotin ku dê bi ruhê şehîd Zîlan heta dawiyê li ber xwe bidin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin.

Şengal – Bi boneya 29’emîn salvegera şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo şengalî bi pêşengtiya Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê meşiyan. Meş ji gundê Kolka heta Şehîdgeha Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş berdewam kir. Di meşê de bênavber dirûşma ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ û , ‘Bijî Berxwedana Şengalê’ hatin avêtin.
Piştî meşê li Şehîdgeha Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji hêla berdevka Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê Avesta Ezda ve hat dayîn.
Avesta Ezda di destpêka daxuyaniya xwe de di şexsê şehîd Zîlan de hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî û ev tişt vegot: “Îro 30’ê Hezîranê ye, 29’emîn salvgera şehadeta şehîd Zîlan e. Em şehîd Zîlan bi rêz û hurmet bi bîr tînin, weke jinên ciwan mîrasa berxedanê û ruhê fedayi ê Şehîd Zîlan em ê di jiyanê de bidin berdewam kirin. Wekî tê zanîn şehîd Zîlan di sala 1996’an de xeteriya li ser Rêber Apo û dîtiye. Li ser vî esasî ji bo valaderxistina komploya li ser Rêber Apo, li bajarê Dersîmê çalakiya fedaî pêk tîne û bi çalakiya xwe dibe bersiv û tirsek mezin di dilê dijmin de dide avakirin. Dilsoziya rast bi Rêber Apo re da diyarkirin û bû manîfestoya jiyana azad û sembola azadiyê. Di heman hêz û vîna jinên azad nîşanî hemû cîhanê da û tevgera azadiya jin xwe li ser vê mîraseya berxwedanê heta roja me ya îro xwe mezin kiriye. Ji hêla din ve di 27’ê Sibata îsal de Rêbertî banga aştî û civaka demokratîk kir, ev bang jî ji aliyê civaka Êzidî ve bi coş û kelecanek pir mezin hat pêşwazîkirin. Em jî weke jinên ciwan ji bo ku ev pêvajo were biserxistin, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were misogerkirin em ê heta dawiyê têbikoşin. Em ê rihê fedayî ya heval Zîlan bidin jiyandin.”