Jinên Cezayîrî: Rakirina dudiliya li ser çend bendên CEDAW’ê siyasî ye

Jinên li Cezayîrê ku fikarên xwe yên derbarê pratîkkirina biryara li ser dudiliyên hinek bendên CEDAW’ê de anîn ziman, gotin ku ev ji daxuyaniyeke siyasî derbas nabe.

RABÎA XARÎS

Cezayîr Li Cezayîre rakirina dudiliya li ser hinek bendên CEDAW’a ku peymana jiholêrakirina hemû cudakariyan e, hê jî di civakê de tê nîqaşkirin. Hinek kes difikirin ku ev ji bo jinan destkeftiyeke nû ye û di warê gera bi serê xwe, dermankirin an jî perwerdeyê gavekek girîng e. Hinek kes jî ji aliyê encamên zanistî û civakî yên vê gavê de hişyariyê dikin.

Rakirina dudiliyên ji bo fiqraya 4’an a benda 15’an a peymana CEDAW’ê, tê nîqaşkirin. Gelek kes difikirin ku ev ji bo jinên Cezayîrî destkeftiyeke rastîn e, lê rastî ne wisa ye. Lewre dê ev gav li bajaren ku pergala bi feraseta mêr lê serdest e, li kevneşopiyên civakî bikeve. Ev bend mîna yek ji stûnên bingehîn ên peymanê tên hesibandin; lewma jî di mafên ku jin bi mêran re di warê hiqûqî û medenî de wekhev bin de, çarçoveyeke zagonî pêşkêş dike. Ji bo zagonên neteweyî di ber çav re bên derbaskirin jî, dibin spartekek.

‘Dibe ku di asta şîroveyan de guherîn çêbin’

Parêzvana mafên mirovan Zeyna Ben Lallam ji ajansa me re got ku jinên Cezayîrî di pratîkê de û li qadê, bi tu zagonek ku asteng bike re rûbirû namîne û wiha berdewam kir: “Mînak di warê perwerde, dermankirin, gera bi serê xwe de. Astengiya esasî, kevneşopiyên civakî ne û pêşî li bihêzbûna jinan digrin.” Zeyna li ser îhtîmala rakirina dudiliya ji ser bendan da zanîn ku dibe di Zagona Malbatê ya Cezayîrê de pêşî li guherînan veke. Zeyna, diyar kir ku guherînên bingehîn di demeke kurt de xuya nakin lê dibe ku di hinek pêkanînên zagonî de di asta şîroveyan de guherîn çêbin. Zeyna wiha got: “Bi taybetî jî di dozên têkildarî xaniyê malbate de… Li gorî Zagona Malbatê ya Cezayîrê, dema ku mêr malê biguherîne û jin pê re neçe, baş nayê dîtin û benda 55’an a zagonê hevberdanê pêkan dike. Beriya hevberdanê jî dadgeh dikare biryarek bigre û zorê li jinan bike ku vegerin malê.”

Zeyna piştî rakirina dudiliya benda 15’an a peymanê ya ji aliyê Cezayîrê ve fikarên xwe anîn ziman û wiha got: “Ji niha û pê ve dibe ku em guherînên bi vî rengî yên di nelihevkirinên darazî de tên destgirtin bibînin. Lewre fiqreya 4’an a peymanê, di mijara bijartina xanî de mafên wekhev dide jin û mêr.”

‘Gaveke şiklî ye’

Parêzer û aktivîsta mafên mirovan Ayşe Zemît jî nêrîna xwe li ser nîqaşê anî ziman. Ayşe diyar kir ku li gorî wê mesele; Cezayîr dixwaze di warê raporen mafên mirovan de îmaja xwe bi awayê şiklî xweş bike. Ayşe Zemît wiha got: “Ev yek ji bo min gaveke rûtîn e. Ji derveyî rastkirina îmaja li welat, tiştek nîne. Ev biryar dê bi xwe re guherîneke fiîlî neyne. Bi pêşxistina hincetên civakî û olî dê daxwazên guherîna zagonê werin paşxistin.”

Ayşe Zemît, got ku civaka Cezayîrê hê jî muhafazekar e, bi taybetî jî li herêmên hundirîn adet û kevneşopî serdest in. Li gorî wê, li bajarên mezin jin dikarin bi serê xwe bijîn û malê kirê bikin lê li wan herêman ev derfet tunene. Ayşe Zemît diyar kir ku dê ev gav di feraseta civakê de guherîneke bingehîn çêneke, tenê weke daxuyaniyeke siyasî bimîne û wiha domand: “Li gorî min, em weke gelek welatên din, di warê gera bi serê xwe ya jinan û girtina xaniyan de welateke azad in. Ger me peymanê îmze kiribe tê wê wateyê ku bi zagona re bi nakok nîne. Ji ber vê yekê ji derveyî hinek bendên ku ne li gorî guherînên civakî ne, hewce nake zagonên nû werin derxistin.”

Tevgera îslamî xwe neqayîl dike

Ajansa Nûçeyan a Cezayîrê ku xeta fermî ya hikûmetê temsîl dike, nivîseke dirêj a ku destnîşan dike ku ev gav tenê ‘encamek e’ weşand. Ajansê di nivîsa xwe de got ku dê welat di warê zagonên wê de bi taybetî Zagona Malbatê de ji bo guherînê nede zorê.

Ji saetên ku biryarname hat eşkerekirin ve partiyên siyasî daxuyanî dan. Tevgera Aştiya Civakê ya ku xwedî meyla îslamî ye, biryarê ‘lezgîn’ û ‘ne li gorî çarçoveya zagonî û makezagonî’ dît û xwe neqayîl kir. Di daxuyaniya xwe ya fermî de wiha got: “Di sala 1996’an de beşdariya Cezayîrê ya CEDAW’ê piştî erêkirina meclîsa demkî, bi biryarnameya serokomariyê çêbûbû. Divê rakirina dudiliyan jî bi heman usûlê ango bi derbaskirina ji parlamentoyê çêbibe. Bi vê yekê dê di şeklen zagondanînê de hevsengî were parastin. Tevgera me difikre ku rakirina dudiliyê, dê bandorê li ser awayê jiyana malbatan bike lewre ev gav, maf dide jinan ku bêyî bi hevjîn an jî mezinên xwe bişêwirin mafê zagonî yê xanî û gerê dide. Ev yek jî dibe ku bibe sedema nelihevkirinên malbatî û ji bo aramiya civakî xeter e.”

‘Ji bo avakirina hevsengiyê baş e’

Li aliyê din Partiya Yekîtiya Demokratîk a Neteweyî ya nêzî hikûmetê ye, biryarê parast. Vê yekê weke gaveke serwer û makezagonî nirxand. Li gorî partiyê, jinên Cezayîrî jixwe di jiyana rojane de van mafan bi awayê fiîlî bikar tînin. Partiyê got ku di perwerdeyê de jî, di xebatê de jî, di gerê de jî ev wiha ye. Partiyê anî ziman ku fikara belavbûna malbatê jî şaş e, ji ber ku malbat bi zagonen xwedî kok û bi kevneşopiyan tê parastin. Partiyê her wiha biryarê ji aliyê navneteweyî ve jî nirxand, diyar kir ku Cezayîr hem ji rêgezên xwe tawîz nade hem jî bi rêzgirtina zagonên navneteweyî xwedî îmajeke baş e. Her wiha hat gotin ku ev di heman demê de weke ku hinek welatên misilman jî kirine, avakirina hevsengiya di navbera peyman û zagonên neteweyî û navneteweyî de ye.