Jinên berê xwe dan berxwedanê: Divê Kurd rabin serhildanê
Jinên ku ji Kantona Cizîrê ji bo seferberiyê berê xwe dan taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye ku 5 roj in di bin êrişên çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê û dewleta Tirk de ye bang li her kesê xwedî wijdan kirin ku rabin serhildanê.
Hesekê – Êrişên çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê di roja 5’emîn de didome. Li hemberî êrişan berxwedana gel jî didome. Di van kêliyan de çeteyan êrişî nexweşxaneya Xalid Fecir dikin.
Duh, yekemîn karwanên ku li ser banga Meclîsa Giştî ya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji bo piştgiriya li dijî êrîşên cîhadîstên HTŞ’ê ku gelek komkujî li dijî sivîlên wan taxan pêk anîn, bersiv dan, ketin rê. Îro danê sibehê jî, bi sedan kes ji Kantona Cizîrê, ji bajarên Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, Zirgan, Amûdê, Dêrik, Girkê Legê, Til Koçer, Til Hemîs, Çilaxa, Tirbespiyê û Qamişloyê gihîştin çerxeriya Panoramayê û ber bi Helebê ve bi rê ketin. Jinên ku bi rihê seferberiyê berê xwe dan taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye bang li her kesî kirin ku hemu qadan veguherînin qadên serhildanê.
Heyfa Cûdî ya ji bajarê Hesekê ye ku cihê xwe di karwanê ber bi taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ve girt, destnîşan kir ku ev berxwedan dîrokî ye û niha dem hatiye ku destkeftiyên xwe biparêzin û piştgiriyê bidin Hêzên Ewlekariya Hundirîn û gelê xwe li Şêx Meqsûd. Heyfa tekez kir ku wan riya berxwedanê hilbijartiye û bi saya wê jiyana bi rûmet dijîn.
‘Çawa ku berxwedana Bendava Tişrînê bi ser ket dê ya Helebê jî bi ser bikeve’
Heyfa destnîşan kir ku li Şêx Meqsûd jin û zarok dibin hedef û ew ve yekê qebûl nakin û got ku çawa berxwedana wan li Bendava Tişrînê bi piştgirî û pêşengiya jinan bi ser ket, îro jî ew ê dîroka berxwedana xwe dubare bikin û bi ser bikevin.
Heyfa destnîşan kir ku ew gelekî berxwedêr in û xwedî îdeolojiyeke azad û demokratîk in, dem hatiye di vê qonaxê de destkeftiyên şoreşa jinan werin parastin û wiha got: "Em ê gelê xwe terk nekin û divê her Kurdek îro li dijî qirkirina li ser gelê Kurd rabe."
‘Em dizanin ev êrîş ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye organîzekirin’
Nûra Ferhan jî tekez kir ku roj roja hebûnê ye û divê hemû jin li dijî wê zihniyeta ku armanca wê tunekirina gelan e, rabin û wiha got: “Ev erka mirovî û exlaqî ye dikeve ser milên me divê em piştgiriyê bidin gelê xwe. Em dizanin ev êrîş ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye organîzekirin. Em li Sûriyeyê aştî û çareseriyeke bi riya diyalogê dixwazin û divê hemû welat bizanibin berxwedana ku me beriya bi salan hilbijartiye tekane riya jiyana bi ewle ye. Bi ruhê gelê şoreşgerî em ê serkeftinê misoger bikin. Em par çawa li Bendava Tişrînê bi ser ketin îro jî em ê li taxên Kurdan ên Helebê bi ser bikevin."