Jinên Beluc: Heta edalet pêk tê dê çalakiya bidome
Jinên Beluc ên ji bo aşkerakirina aqûbeta kesên bi darê zorê hatine windakirin û berdana aktîvîstên Beluc di çalakiyê de ne, bang li her kesî kirin ku bibin dengê wan.

Navenda Nûçeyan – Çalakiya rûniştinê ya jinên Beluc li dijî windakirinên bi darê zorê ya ji hêla dewleta Pakistanê ve, girtina aktîvîstên Beluc û lîderên Komîteya Yakcetî ya Beluc (BYC) dane destpêkirin, di roja 23’yan de didome.
Jinên ku li pêşiya Kuluba Çapemeniyê ya Îslamabadê çalakiya xwe didomînin, gotin: “Banga me ji bo tevahiya milet, hemû çînan, hemû bajar û her kesên têgihiştî ew e ku piştgiriyê bidin me û bibin dengê me. Heta ku hezkiriyên me tên berdan û edalet pêk tê dê çalakiya me ya rûniştinê bidome.”