'Dikarin ji bo hevdîtina Birêz Ocalan a bi beşên cuda yên civakê re, li cihê wî yê nû plansazî bikin'

Pervîn Buldan, da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxwaza xwe ya xebata wekî "Koordînatorê Aştî û Siyasîkirinê" aniye ziman û got “Êdî ji bo hevdîtina wî ya bi beşên cuda yên civakê re li vî cihê nû, dikarin plansazî bikin.

ARJÎN DÎLEK ONCEL

Enqere – Endamê 'Heyeta Îmraliyê' yê ji DEM Partiyê Mîthat Sancar,, ragihand ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbasî cihêkî nû yê di nava kompleksa Îmraliyê de bûye û got: “Ew rastiya ku Birêz Ocalan qebûl kiriye derbasî wir bibe, pêwîst dike ku pêvajo leztir bibe.”

Pervîn Buldan ku ew jî endama Heyeta Îmraliyê ye, got: “Ew rastiya ku Birêz Ocalan derbasî cihêkî nû bûye, nayê wê wateyê ku statuya wî bi awayekî fermî hatiye naskirin.”

Pervîn Buldan da zanîn ku ev cihê nû hîn jî girêdayî girtîgehê ye û got: “Dibe ku şert û mercên xebatê li vî cihî hinekî çêtir bin.”

Pervîn Buldan destnîşan kir ku divê derbasbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bo cihêkî nû yê di nava kompleksa girtîgeha Îmraliyê de, zêde neyê şîrovekirin û wiha domand: "Ez bawer nakim ku guncaw be mirov wateyên din li ser vê yekê bar bike."

‘Guherîna cih, nayê wateya guherîna statuyê’

Pervîn Buldan wiha domand: "Ev nayê wateya guherîna statuyê û dê nebe jî. Birêz Ocalan armanc dike ku li vê derdora nû bi beşên cuda yên civakê re hevdîtinan bike; lê belê, ev yek hîn pêk nehatiye. Ev du sal in pêvajo berdewam e, lê di vê demê de tenê heyetên siyasî hevdîtin pêk anîne, tu liv û tevger an têkiliyeke din çênebûye."

‘Ji bo cihê nû, hevdîtinên bi beşên cuda yên civakê re dikarin bên plankirin’

Pervîn Buldan, bi gotina ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwaze wekî “Koordînatorê Aştî û Siyasîkirinê” bixebite, pêşniyar kir ku ji bo wî, li vî cihê nû, hevdîtinên bi beşên cuda yên civakê re bên plankirin. Pervîn Buldan wiha berdewam kir: “Lê ev nayê wê wateyê ku statuya Birêz Ocalan bi awayekî fermî hatiye naskirin. Birêz Ocalan dixwaze wekî Koordînatorê Aştî û Siyasîkirinê xizmetê bike. Nêzîkî du meh in ku şandeyên siyasî serdana Îmraliyê nekirine. Ji ber vê yekê, divê gavên berbiçav bên avêtin da ku pêvajo leztir bibe, ji ber ku di hişê mirovan de gelek pirsên bêbersiv hene. Fikar û hesteke bêhêviyê ya berbelav heye. Ger mirov gavên berbiçav û pratîk nebînin, ev têgihîştin dê berdewam bike. Erê, pêvajo hêdî bûye ku em du meh in serdanê nakin, ev yek îsbat dike û niha divê em bi kiryarên pratîk û berbiçav vê rewşê derbas bikin.”

‘Divê em bixebitin da ku aştî di nava civakê de kûr bibe’

Pervîn Buldan, derbarê konferansa “Jin Li Kêleka Hev Pêşerojê Nîqaş Dikin” a ku li Enqereyê hat lidarxistin de, wiha got: “Pir girîng e ku jinên ji paşxaneyên cuda hatine cem hev da ku behsa aştiyê bikin. Ji van her du rojan encam û dersên pir girîng derdikevin holê. Helbet ev têr nake. Ez bawer im ku divê ev tenê bi vê çalakiyê re sînordar nemîne. Ji niha û pê ve, divê em ji bo aştiyê, ji bo ku aştî bibe daîmî û di nava civakê de kûr bibe, li kolan û qadan bixebitin.”

Pervîn Buldan, li ser girîngiya anîna cem hev a jinên xwedî nêrînên cuda ya di konferansê de rawestiya û wiha got: “Wekî jin, ji vê gavê şûnde gelek karên din jî hene ku divê em bikin.”

Pervîn Buldan axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ev konferans hejmareke mezin ji jinên xwedî nêrînên siyasî, îdeolojî û perspektîfên cuda anî cem hev. Beşdariya her kesî, nêzîkatiyên wan ên taybet ên ji bo aştiyê û şîroveyên wan ên şexsî, bi rastî pir biqîmet bû. Em dixwazin bibînin ku ev yek mezin bibe û zêdetir bibe.”