Jinên Beluc: Bêdengî hevkariya sûc e

Piştî nûçeya mirina Lalî Bamirî ku di dema êrîşa Muhafizên Şoreş Îranê de birîndar bûbû, jinên Belûc daketin qadan, xwepêşandan li dar xistin, bêdengiya navneteweyî şermezar kirin û gotin: “Bêdengî hevkariya sûce.”

Navenda Nûçeyan – Di 1’ê Tîrmehê de, Muhafizên Şoreşa Îranê êrîşî  gundê Gunich ê bajarê Xaş ê li parêzgeha Sîstan û Belûcistanê kirin û jinek Belûc a bi navê Xan Bîbî Bamîrî ya 40 salî kuştin, 11 jin jî bi giranî birîndar bûbûn. 

Ji birîndaran Lalî Bamirî ya 40 salî ku di beşa lênêrîna awarte ya nexweşxaneya Îmam Humeynî de dihat dermankirin, di 4’ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest da. Li ser vê yekê jinên Beluc daketin qadan, zextên Muhafizên Şoreşa Îranê û bêdengiya civaka navneteweyî şermezar kirin. Jinan di çalakiyê de dovîzên ‘Lalî hat kuştin, ji bo Xan Bîbî dinya çima bêdeng e? Hilgirtin. Dirûşmên ‘Ji rejîma dikuje re mirin’, ‘Lalî nayê jibîrkirin’ berz kirin. Jinan di heman demê de li dîwarê Ofîsa walî nivîsa ‘Em efû nakin, ji bîr nakin’ nivîsîn.

Jinan ji bo piştevaniyê bang kir

Jinan di daxuyaniyê de xwestin navê Muhafizên Şoreşê yên êrîş kirine werin eşkerekirin û cezakirin û gotin: “Nedîtîna van sûcan û hesabnedayîna kiryaran, hesta ewlehî û hêrsa di navbera civak û dewletê de wê kûrtir bike.” 

Jinan diyar kir ku dinya li hemberî zext û tundiya li dijî jinên Belûc di nava bêdengiyê de ye û bêdengiyê weke ‘hevkariya sûc’ bi nav kirin, ji bo edaletê banga piştevaniyê kirin. 

Hat zanîn ku li bajarê Xaş, piştî çalakiyê tedbîrek zêde ya ewlehiyê hatiye girtin û komên polîsên sivîl ketine nava gel.