Jinên Başûrê Kurdistanê ji bo rakirina cezayê darvekirinê têdikoşin

Bertekên jinan li dijî cezayê darvekirinê zêde dibin. Jinên Başûrê Kurdistanê bi çalakiyên cur be cur û peyamên xwe diyar kirin ku ew ji bo azadkirina çalakgerên weke Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî têdikoşin.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî- Li Rojhilata Navîn jinên azadîxwaz dema ku daxwazên xwe tînin ziman û çalakiyan li dar dixin, ji aliyê desthilatdariya herêmê ve rastî tepisandin û girtinê tên. Dewleta Îranê her dem jinên siyasetmedar û çalakvanên azadîxwaz digre. Bi dehan jinên weke Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî, Şerîfe Muhamedî, Zeyneb Celaliyan, Fatma Sipêhrî, Rehle Rehîmî Pûr û Mehewş Sapit û çend girtiyên din li girtîgehê cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn. Werîşe Mûradî di 1’ê Adara 2023’an de li Sineyê hatibû binçavkirin û piştî ku çend mehan winda ma, li Werîşe Mûradî di rûniştina wê ya di 16’ê Hezîran û 4’ê Cotmeha 2024’an de hat dîtin cezayê darvekirinê lê hat birîn û bi fermî ji parêzerên wê re hat ragihandin.

‘Girtîgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bûne cihê jinên azadîxwaz’

Çalakvan û parêzvana mafên jinan Bihar Munzir diyar kir ku têkoşîna jinan piştî serhildana 1991’ê bi pêş ketiye û got: “Di kar û xebatên jinan de gelek astengî hene, feraseta paşverû li Rojhilata Navîn didome. Li Rojhilatê Kurdistanê tevî zêdebûna tundî û girtina çalakvanên jin piştî şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ guherînên mezin li herêmê û tevahî parçeyên Kurdistanê çêbûn. Piştî şoreşê hemwelatiyên Îranê û bi taybetî jî jin, li dijî desthilatdariya îslama siyasî kar û xebatên xwe mezin kirin. Piştî rûxîna rejîma Şah li Îranê di xebatên siyasî û medenî de li bajar û çiya rola jinan a berbiçav hebû. Rol û bandora jinan piştî hatina komara Îslamê berdewam kir. Xebatek siyasî yên jinan li Rojhilatê Kurdistan ji serdema desthilatdariya şah ve heta niha li girtîgehan û derveyî girtîgehan didome. Serhildana şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ encama êş û çalakiyên gelê Rojhilatê Kurdistan bû. Hebûna qeyrana aborî, astengiyên jiyanî, tundiya rejîma Îslamê û tundiya li dijî jinên şoreşa ‘Jîna Emînî’ jinan anîn qadan. Ev şoreş belavî parçeyên din ên Kurdistan û cîhanê bû.”

‘Girtiyên siyasî rastî îşkenceyên dijwar tên’

Bihar Manzur anî ziman ku çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê rastî girtin û îşkenceyê tên, bilêv kir ku li tevahî cîhanê pirsgirêka girtina çalakvanan deng vedaye, rêxistinên ‘femînîst enternasyonal bi rapor û piştgirîdayîna ji bo rakirina cezayê darvekirinê yê çalakvanên siyasî û medenî li Rojhilatê Kurdistanê têdikoşin û wiha domand: “Girtiyên siyasî û medenî li Rojhilatê Kurdistanê rastî îşkenceyên dijwar û darvekirinê tên. Piştî şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ êrîş û girtin zêde dibin. Desthilatdar rewşa aborî û jiyanê roj bi roj dijwartir dikin lê belê ciwan ji bo geşkirina şoreşê û jiyana layîqî xwe têdikoşin. Şoreşger di nava girtîgehê de ji bo geşkirina şoreşa azadiyê hewl didin. Pêşîlêgirtina vê rejîmê ji aliyê bajarên Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ve roj bi roj zêde dibe. Weke pîrozkirina cejna Newrozê, bi awayê berfireh li herêmên Kurdistanê gavek ji bo pêkanîna aştiyê ye.”

‘Em ê ji bo berdana girtiyên siyasî çalakiyên xwe bidomînin’

Bihar Munzir destnîşan kir ku jin piştî şoreşê ji aliyê rejîma Îranê ve tên girtin, di nav de Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî mînaka berxwedanê li girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê ne û got: “Çalakî û daxwazên Kurdan desthilatdariya herêmê teng kiriye lê belê berxwedana hemwelatî û jinan didome. Jinên weke Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî û çend têkoşerên din, li girtîgehê li dijî desthilatdariyê sekinîn. Niha cezayê darvekirinê li azadîxwazan hatiye birîn. Bi riya komkirina îmzeyan tevahî cîhan ji bo rakirina cezayê darvekirinê piştevaniya xwe nîşan dide. Em jinên Başûrê Kurdistanê bi riyê piştevanî û gihandina dengê xwe ji bo tevahî cîhanê ji bo rakirina cezayê darvekirinê dixebitin. Jin li Rojhilata Navîn her dem ji ber desthilatdariyê êşan dikşînin. Armanca me azadî û yekdengiya ji bo bidestxistina wekheviyê ye ji bo jinên Rojhilata Navîn.”

Bihar Munzir di dawiya axaftina xwe de got: “Divê tevahî çalakvan li her herêma Kurdistanê ji bo bidestxistina mafên jinan têbikoşin. Em jinên Başûrê Kurdistanê bi çalakvan û azadîxwazan, bi riya çalakiyên cuda û gihandina peyamên xwe ji bo tavahî cîhanê, ji bo azadkirina jinên weke Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî têdikoşîn. Em şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ didomînin. Bi çalakiyên xwe yên cur be cur, xebatên jinan li Başûrê Kurdistanê li dijî darvekirina çalakvan û azadîxwazan didomînin.”