Jinên bakûrê Kurdistanê: Li Sûriyeyê jin û nasnameyên cûda hedef tên girtin
Jinên bakûrê Kurdistanê bal kişandin ser bûyerên binpêkirinên mafên mirovan ên li Sûriyeyê li dijî jin û zarokan pêk tên, guherîna bi darê zorê, revandin û kuştinan. Lewra banga hevgirtina navneteweyî kirin.
EKÎN STÊRK
Amed – Jinan diyar kirin ku êrîşên li dijî jinan, komên etnîkî û olî yên di bin rêveberiya HTŞ’ê ya cîhadîst a li Sûriyeyê de, zêde bûne. Jinan destnîşan kir ku tiştên tên jiyîn polîtîkayek sîstematîk e û têkoşîna azadiyê ya ji hêla jinan ve tê birêvebirin hedef digre. Her wiha jinan, banga mezinkirina hevgirtinê li civaka navneteweyî û jinan kir.
Li Sûriyeyê piştî rêveberiya demkî HTŞ hat ser desthilatê, di serî de Elewî binpêkirinên mafan li dijî gelên cûda, baweriyan û êrîşên li dijî jin û zarokan didome. Di pêvajoya ku revandina jin û zarokan, bi zorê guhertina baweriyan û qetilkirin di rojevê de bû, rêxistinên jinan, parêzvanên mafan û nûnerên baweriyan diyar kirin ku tiştên hatine jiyîn tenê wek pirsgirêkek ewlehiyê nayên nirxandin.
Jinên ji Bakurê Kurdistanê têkildarî vê mijarê ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku li Sûriyeyê rêxistinên demokratîk ên ku ji hêla jinan ve têne rêvebirin, îradeya gelan a ji bo jiyana bi hev re û nasnameyên cûda hedef tên girtin û bang li civaka navneteweyî kirin ku bêdeng nemînin.
‘Destpêkê êrîşî jin û zarokan dikin’
Parêzvana mafên mirovan Nûrten Ertugrul, geşedanên li Sûriyeyê nirxand û diyar kir ku di şer û pevçûnan de destpêkê jin û zarok dibin hedef û wiha got: “Êrîşên li ser jinan beşek ji polîtîkayên tirsandin û tepeserkirina civakê ne. Divê bûyerên li Sûriyeyê di vê çarçoveyê de bên nirxandin. Bûyerên li Sûriyeyê ne pêvajoyek demkurt in. Ji bo fêmkirina rewşa heyî ya welat divê bûyerên berê li ber çav bên girtin. Bi taybetî dema ku şer dest pê dike, destpêkê êrîşî jin an zarokan tê kirin. Ji bo tirsandin û tepeserkirina gel ku jin û zarok, wek xeleka herî qels têne dîtin, hedef tên girtin. Tiştê ku îro li Sûriyeyê diqewime, mînaka vê yekê ye.”
Polîtîkayên li dijî jinan

Nûrten Ertugrul, bal kişand ser pergala pirnasname û pir olî ya Sûriyeyê û diyar kir ku Kurd, Ereb, Ermenî, Suryanî, Êzidî, Tirkmen û komên olî yên cûda li welat bi hev re dijîn. Nurten da zanîn ku ev pirrengî hedef tê girtin û revandin, kuştin û rêbazên cûda yên îşkenceya jinan ên berê jî encama vê siyasetê bû.
Pêvajoya HTŞ’ê
Nûrten Ertugrul têkildarî derketina holê ya HTŞ’ê wiha got: “Ez bawer dikim ku HTŞ ku bi salan li Îdlibê hatibû perwerdekirin û çekdarkirin, bi piştgiriya hêzên cîhanî hatiye mezinkirin. Her çend ew di destpêkê de bi navê şerê li dijî DAIŞ’ê tevgeriyan jî, em dibînin ku paşê kontrol radestî HTŞ’ê hate kirin.”
‘Armanc lawazkirina Kurdan e’
Nûrten Ertugrul anî ziman ku polîtîkayên li Sûriyeyê têne meşandin li ser bingeha cihê stratejîk ê herêmê û çavkaniyên binê erdê ne. Nurten ragihand ku hêzên cîhanî dixwazin modelek rêveberiyê li gorî berjewendiyên wan be ava bikin û wiha domand: “Di vê pêvajoyê de destkeftiyên ku Kurdan bi dest xistine jî hedef tên girtin. Armanc ew e ku Kurdan bi qasî ku pêkan e qels bikin, wan di rewşa wan a herî qels de neçar bikin ku li ser maseya danûstandinan rûnin û mafên wan sînordar bikin.”
‘Li her qadê zext didome’Nûrten Ertugrul, bal kişand ser polîtîkayên zextê yên li ser bingeha nasname û baweriyê têne meşandin û wiha pê de çû: “Gel û komên olî yên cûda bi binpêkirinên mafên mirovan ên cûrbecûr re rûbirû ne. Îro mirov ji ber nasnameyên xwe tên kuştin, jin tên revandin û zext li wan tê kirin ku ola xwe biguherînin. Cudakarî û zext li gelek waran, ji perwerdeyê bigre heta jiyana rojane, didome.” Nûrten Ertugrul behsa têkiliyên rejîma heyî ya Sûriyeyê bi hêzên navneteweyî re kir û diyar kir ku aktorên cîhanî di pêşketinên herêmê de bi bandor in û jin, zarok, Kurd, Elewî û Êzidî bedêla van polîtîkayan didin.
‘Di vê xalê de dîplomasî pir girîng e’
Nûrten Ertugrul anî ziman ku pêvajoya berdewam pêvajoyek demdirêj e û tekez kir ku pêwîst e têkoşîna ji bo mafan bidome û wiha got: “Ev pêvajoyek demdirêj e. Sebir, berxwedan û neterikandina mafan pêwîst e. Di vê xalê de dîplomasî jî pir girîng e. Divê Kurd têkiliyên xwe yên dîplomatîk li ser asta navneteweyî bipêş bixin û van derfetan bi bandortir bikar bînin.”
‘Em nebin şirîkê vê zilmê’

Hevseroka Komeleya Alimên Olî ya Elihê (DADEN) Sebahat Înal Acar, diyar kir ku olên di bingehê dewletê de ne vê zilmê dikin û wiha got: “Di Îslamê de tiştek wisa tune ye. Hemû bawerî wekhev in û
mafê tu baweriyê tune ku li ser baweriyek din zilmê bike. Îro, di bin navê Îslamê de li jin û zarokan zilm tê kirin. Ev di Îslamê de tune ye. Yên ku vê zilmê dikin ne Misilmanên rast in. Ew vê zilmê di bin navê olê de ji bo berjewendiyên xwe dikin. Li gorî tu olê, tu mirovek nikare mirovekî din bikuje an jî zilmê lê bike. Ev di olê de ji hêla exlaqî ve nayê qebûlkirin. Ew îro olê ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin. Ew bi vê olê ku di bin desteserkirina dewletê de ye her tiştî ji bo berjewendiya xwe dikin. Ew jinan dikujin, wan direvînin û bi zorê ola wan diguherînin. Ev qet nayê qebûlkirin. Divê em bertekên xwe li dijî vê zîhniyetê zêde bikin û divê em li kêleka jinên Elewî yên li Sûriyeyê bisekinin. Divê tu kes li dijî vê zilmê bêdeng nemîne. Ger em dengê xwe li dijî vê zilmê bilind nekin, ev tê wê wateyê ku em şirîkê vê zilm û êrîşan in. Bêyî em bêjin Elewî, Tirk, Kurd, divê îro hemû kes li dijî vê zilmê dengê xwe bilind bike. Werin em nebin şirîkê vê zilmê.”
‘Dixwazin pêvajoyê têk bibin’
Sabahat Înal Acar bal kişand ser Pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ û wiha got: “Îro pêvajoyek dest pê kiriye û li Sûriyeyê entegrasyona demokratîk pêk tê. Lê em dibînin ku tiştek bi entegrasyonê ve girêdayî tune. Zilm û zordarî hîn jî didome. Di şeran de hîn jî jin hedefa yekem in. Ji ber vê, baweriya me bi vê pêvajoyê û entegrasyonê dihejîne. Komên ku li dijî vê pêvajoyê ne, naxwazin aştî û demokrasî bê avakirin. Mirovên ji bawerî û beşên cuda aştiyê dixwazin, ev kom dixwazin pêvajoyê têk bibin.”
‘Têkoşîna jinan di hedefê de ye’
Delegeya Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê (MIA-FED) Nafiya Geçgel, da zanîn ku li Sûriyeyê êrîşên li dijî jinan ji hêla siyasî ve têne kirin û têkoşîna azadî û rêxistinbûnê ya ku ji hêla jinan ve tê rêvebirin hedef tê girtin û wiha domand: “Jin di jiyana civakî û siyasî ya Sûriyeyê de rolek girîng dilîzin. Armanca êrîşan ew e ku berxwedana ku jinan nîşan dane bişkînin. Êrîşên li Sûriyeyê bê guman siyasî ne û bi zanebûn têne kirin. Ji ber li Sûriyeyê berxwedana jinan, xwedîderketina jinan û şoreşa jinan heye. Ev têkoşîna ku jin di meşînin tê hedefgirtin.”
Rola jinan a di pêvajoyê de

Nafiya Geçgel diyar kir ku jinan di pêvajoyên tên meşandin de rolek pêşeng girtine ser xwe û banga hevgirtinê di navbera gel, bawerî û komên civakî yên cuda de kir û wiha pê de çû: “Ev pêvajo ne tenê ji hêla jinan ve, ji hêla hemû gel, bawerî û komên civakî yên cuda ve, bi taybet gelên Kurd û Tirk ve divê bê hembêzkirin. Ev pêvajo ji bo me hemûyan girîng e û bi taybetî ji bo jinan xwedî girîngiyek mezin e.”
'Destkeftiyên jinan di hedefê de ne’
Nafiya Geçgel destnîşan kir ku jinên li Sûriyeyê rêxistin û mekanîzmayên xwe yên rêveberiyê ava kirine û destnîşan kir ku destkeftiyên ku jinan bi dest xistine tên hedefgirtin. Nafiya wiha got: “Li Sûriyeyê, jinan îradeya xwe nîşan dane, jiyan û rêveberiya xwe ava kirine. Ji ber vê, têgihîştina azadiyê û modela civakî ya ku jinan afirandine dixwazin bikin bin zextê.”
‘Dixwazin jinan ji jiyana civakî dûr bixin’
Nafiya Geçgel, anî ziman ku jin hem ji ber zayend û hem jî ji ber nasnameya xwe rastî êrîşan tên û wiha got: “Ev rewş ne tenê jinên Sûriyeyî, hemû jinan eleqedar dike. Em hem ji bo piştgiriya bi jinên li Sûriyeyê re û hem jî ji bo ku li dijî êrîşên li dijî hemû jinan dengê xwe bilind bikin, li dijî van bûyeran derdikevin.”
Nafiya Geçgel, bal kişand ser rola jinan a di veguherîna civakî de û da zanîn ku hişmendiya ku bihêzbûna jinan hezim nake, hewl dide jinan ji jiyana giştî dûr bixin. Nafiya daxwazên ji bo kolekirina jinan wiha vegot: “Nêzîkatiyek heye ku dixwaze raman, ked û hêza civakî ya jinan neyê dîtin. Ew dixwazin jinan wek berê di malê de bihêlin, îradeya wan sînordar bikin û ji jiyana civakî dûr bixin.”
‘Tundî û binpêkirinên mafên mirovan nayên qebûlkirin’
Nafiya Geçgel behsa binpêkirinên mafên mirovan li Sûriyeyê kir û destnîşan kir ku tundiya dijî jinan û binpêkirinên mafên mirovan nayên qebûlkirin û wiha berdewam kir: “Em qebûl nakin ku ti ol an bawerî wek hincetek ji bo tundî û pêkanînên nemirovane bê bikaranîn. Divê her kes helwestek hevpar li dijî êrîşên li ser jinan û binpêkirinên mafên mirovan ên ku diqewimin bipêş bixin.”
Nafiya Geçgel banga hevgirtinê li jinên dinyayê kir û wiha got: “Ez bi taybetî bang li jinan dikim; divê têkoşîna jinan li Sûriyeyê bê destekkirin û li dijî binpêkirinên mafên mirovan ên diqewimin, helwestek hevpar bê nîşandan.”