Jinên Îtalî: Ji bo Rojava piştgiriya navneteweyî divê
Jinên Îtalî ku di nav wan de siyasetmedar û ekofemînîst jî hene, peyamek ji bo jinên li Bakur û Rojhilatê şandin. Jinan got: “Em bi hêztir piştgirî û hevgirtina xwe ji bo Rojava û gelê wê radigihînin. Em ji bo we, piştgiriya navneteweyî dixwazin.”
HÊLÎN XWEBÛN
Îtalya – Siyasetmedar û ekofemînîstên Îtalî jî bi peyamên xwe piştgirî dan berxwedana jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li hember çeteyên girêdayî dewleta Tirk in. Jinan destnîşan kir ku Erdogan ji bo sînoran pirsgirêk e û destnîşan kirin ku rewşa herêmê bi taybetî ji bo jinan dijwar e.
Rosa D'Amato, siyasetmedara Îtalî ya di sala 2014’an de endama Parlamentoya Ewropê bû, di peyama xwe de destnîşan kir ku hêviyek biçûk û mezin heye û wiha got: “Ev der bi qasî sêyeka Sûriyê ye. Ji sala 2011’an û vir ve bi serhildanên li dijî Esad re, li Bakurê Rojhilatê herêmên ku di bin kontrola dîktator de bûn, gelê Kurd projeyek demokratîk, konfederalîzma demokratîk derxist holê. Di vê projeyê de hemû etnîk û çandên din, Ereb, Asûrî, Êzidî, Tirkmen, Ermenî hebûn. Ji bo xwerêvebirinê û otonomiya wê herêmê bibin yek.
‘Konfederalîzma demokratîk rola jinê misoger dike’
Rêveberiya Xweser a Bakurê Rojhilatê Sûriyê, nêzî 6 milyon niştecihan bi modela demokrasiyê birêve dibe. Berxwedana xurt a ku bi salan e didome, ji bo parastina xweseriya xwe, pir olî û pirneteweyî, li dijî terorîstên cîhadîst rola qehremanî dileyîze. Modela konfederalîzma demokratîk, rola jinê ya navendî bi hebûna pêkhateyên xweser ên ku tê de pergala hevserokatiyê heye, misoger dike.”
Rosa destnîşan kir ku ev modêlek mînak e û wiha got: “Ev hemû tiştên ku divê hemû Ewropa jê îlham bistîne û seferber bibe nin. Îro piştî geşedanên dawî em bi hêztir piştgirî û hevgirtina xwe ji bo Rojava û gelê wê radigihînin. Em ji bo we, piştgiriya navneteweyî dixwazin.”
‘Erdogan hîn jî li ser sînoran pirsgirêkek e’
Laura Cima ya ji tevgera Ekofemînîst a Îtalî ye jî, di destpêka peyama xwe de got “Jin jiyan azadî” û peyama xwe wiha domand: “Hevalên hêja yên Rojava, em hêvîdar in ku têkoşîna we ya azadiyê li tevahiya Sûriyê azad bibe. Em hêvîdar in ku rûxandina malbata Esed piştî nîv sedsaliya dîktatoriyê, bibe alîkarê vê pêvajoya we ya demokratîk. Em dizanin ku Erdogan hîn jî li ser sînoran pirsgirêkek e û rewşa herêmê (Bakurê Rojhilatê Suriyê) bi taybetî ji bo jinan zehmet e.”
‘Em piştgirî didin têkoşîna we ya li dijî baviksalariyê’
Laura da zanîn ku ew rewşa berxwedaniyê ji nêz ve dişopînin û wiha got: “Ji bo vê jî em ê her roj nûçeyên ku ji wir tên bişopînin û parastina nirxên vê têkoşînê û belavkirina wan bidomînin. Em piştgirî didin têkoşîna we ya ku hûn ji bo xwe ji baviksalariyê rizgar bikin û demokrasî û ekolojiyê ava bikin didin. Em heyran in. Em dizanin ku hûn ê tu carî rê nedin mêr ku di derbarê we û jiyana we de biryar bidin û têkoşîna we dê alîkariya me hemûyan bike. Hembêzek mezin.”