Jinên Îraqî û Êzidî bertek nîşanî cezayên darvekirinê dan

Jinên Îraqî û Êzidî yên di 3’êmîn Konferansa Jinên Îraqî de hatin ba hev li dijî cezayê darvekirinê yê li ser rojnamegera Kurd Pexşan Ezîzî û çalakvan Şerîfe Muhammedî bi dirûşma 'Na ji îdamê re, erê ji jiyana azad re' daxuyaniyek dan.

Bexda – Duh li Bexdayê 3’yemîn Konferansa Jinên Iraqî ya bi boneya salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an bi pêşengtiya Rabîta Jinên Iraqê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Mûnazama Or a çand a ji bo jin û zarokan, bi dirûşma ‘Bi têkoşîna hevgirtî li dijî qirkirina jin bibe dengê xweparastinê’ hat lidarxistin. Jinên Îraqî û Êzidî yên di konferansê de gelek mijarên girîng ên derbarê têkoşîna jinên Êzidî û Fermana 74’an de nîqaş kirin.

Piştî konferansê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî cezayê darvekirinê ku Îranê li dijî rojnamegera Kurd Pexşan Ezîzî û çalakvan Şerîfe Muhammedî birî, dan. Jinan di daxuyaniya xwe de bi dirûşmeya 'Na ji îdamê re, erê ji jiyana azad re' jinan li dijî cezayên darvekirinê banga hişyarî û piştevaniyê li jinan kirin.

Daxuyanî ji aliyê berpirsa Mûnazemeya Or ya çand a jin û zarokan Mûna El-Hîlalî ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Îran her dem jin û mirovên bê sûc bidarvedike. Em vê zihniyetê red dikin û şermezar dikin. Niha jî biryar derheqê Şerîfe Mihemedî û Pexşan Ezîziyî de hatiye girtin û li ser girtiyekî din Werşiye Mûradî jî xeteriya wê heye. ”

‘Pêwîst e jin bibin yek deng’

Mûna El-Hîlalî banga li rêxistinên jina kir ku xwedî helwestekî tund bin li hember biryarên Îranê û wiha got: “Li ser navê jinên Iraqê em hikumeta Îranê şermezar dikin û dibêjin bila Îran vê biryara xwe ya dûrî exlaqê mirovan û dûrî mirovahiyê liber çavan re derbas bike. Di heman demê de biryara xwe ya bidar vekirina jinan û bi taybet jinên Kurd rawestîne. Bangawaziya me weke jinên Îraqî  ji bo rêxistinên mafên jinan heye ku xwedî helwestekê tund bin li himber vê biryara ne rewa. Di dawiyê de em dibêjin 'Na ji îdamê re, erê ji jiyana azad re'.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’ bidawî bû.