Jinên Îranê di dema ducanîbûnê de şîdetê dibînin

Li Îranê hema bibêje ji sedî 50 jinên ducanî rastî gelek awayên şîdetê tên. Her çendî ji ber şîdetê gelek travmayan derbas dikin jî li gorî jinên li welatên din zedetir neçar dimînin wan mercên xirab bipejirînin.

VIYAN MEHRPERWER

Mahabad – Li gorî pênaseya Neteweyên Yekbûyî, her awayê şîdeta fizîkî, zayendî û derûnî ya li dijî jinan, her cure (gef, zordarî yan jî zexta li ser azadiyê, hem di warên giştî hem jî taybet de) weke “Şîdeta li dijî jinan” tê pejirandin. Di çanda Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de, şîdeta li dijî jinên ducanî, bi taybet şîdeta fizîkî ya ku zirarê dide bedenê şerm û xirab tê dîtin. Tevî vê yekê jî vê şîdetê ji berê ve bi awayên din re didome.

Bêdengiya ji ber nezanî û astengiyan

Şêrîn. Ş, dayika zarokek kur e. Di ducanîbûna xwe ya yekem de, jiberçûn çûbûye û piştî salan ducanî maye. Şêrîn diyar dike ku kes bi êşa wê nizanibûye û wiha didomîne:

“Wê şeva tarî, birayek min ji derveyî welat nû hatibû û ji bo dîtina wî çûm mala malbata xwe. Hevjînê min ji destpêkê ve bi hêrs bû. Em zû vegeriyan malê. Di dema vegerê de min hîs kir ku tiştek heye. Dema em gihîştin malê şer dest pê kir. Piştî demek xwişka min geriya, telefon di dest min de bû vekirîbû, hevjînê min dest bi lêdanê kir, malbatê dengê me bihîst. Dayik û xwişka min hatin alîkariya min lê hevjînê min li wan jî da. Ez di nava xwînê de mam, bi wê halê reviyam derve, cîran kom bûn. Ez wê şevê bi dayik û xwişka xwe re çûm mala dayika xwe lê êşê dest pê kir ku û xwîna min çû dûre jiberçûn çêbû.”

Şêrîn, ji ber îsrara dayika xwe neçû bijîjk piştî sê rojan careke din vegeriya mala xwe.

Hevjînên ku qet poşman nabin

Gelek mêrên ku di dema dacanîbûnê de li hevjînê xwe didin qet poşman nabin. Çîmen 40 salî ye, ji bêleqebûn û nedîtina hezkirinê ji hevjînê wê gilî dike û her dem rastî şîdetê tê. Çîmen wiha behsa tiştên ku dema heft mehî ducanî bûye de jiyaye dike: “Dema nû ducanî bûm 22 salî bûm. Hevjînê min qet li ba min nebû, qet rewşa min fam nekir. Şevek xwest ji malê derbikeve, min nehişt, min xwest ez jî pê re derbikevim derve. Dema em derketin derve bi milê min girt û bi awayê ku bikşîne anî malê. Bi hêrs behînek li pişta min da min li wir hişt û çû.”

Çîmen diyar dike ku bi rojan masûlkeyên wî êşiyane, ketiye rewşeke ku pêdiviya wê bi xwedîkirinê hebe lê hevjînê wê ne xizmet nekiriye ne wê biriye bijîjk ne jî ji tiştê ku kiriye şerm kiriye.

Mehkûmiyeta di nava çerxa neçarî û şîdetê de

Jinên ducanî rastî gelek awayên şîdetê tên. Nedîtîna piştgiriyê û astengiyen ji ber hînbûnên civakê rewşê girantir dike.

Hena H. 27 salî ye, di temenê zarokatiyê de hatiye zewicandin û dayika zarokek keç e. Di ducanîbûna xwe ya yekem de êşên mezin kişandine. Daxwazên wê yên herî biçûk jî bi cih nehatine, ji ber hêrsa hevjînê xwe û malbata wî bebika yekem heft mehî miriye.

Di dema ducanîbûnê de rastî êrîşa zayendî ya hevjînê xwe hatiye, dema ku nexwestiye lêdanê xwariye. Hena wiha dibêje: “Piştî tecawiz û lêdanê min hîs kir ku ji bedan min av diherike. Xesûya min bi şer hesiyabû lê dema min jê re got weke tiştek normal dît. Çend saet paşê dema çûm nexweşxaneyê bitik miribû. Bijîjk ji min re got dikarî gilî bikî lê minê ji kê re bikira?”

Di ducanîbûna duyem de hevjîn ji ber ku tirsiya lê neda û qet eleqe nîşan neda. Dema ku hîn  bû zarok keçik e di roja zayînê de neçû nexweşxaneyê jî.

Jinên ducanî neçarî pejirandina mercên xirab dimînin

Li gorî hinek lêkolînên li Îranê, ji sedî 82,8 jinên ducanî yên li Îranê di dema ducanîbûnê de rastî şîdetê tên. Li gorî lêkolînan, li Îranê ji sedî 50 jinên ducanî şîdetê dibînin.

Pispora xizmetên civakî Kejal wiha dibêje: “Gelek jin nizanin şîdet çi ye û dê çawa li hember derbikevin. Dema em mudaxele dikin, mêr gelek caran şîdet û xwe mafdar dibînin bertek nîşan didin. Ducanîbûn, jinan neçarî wê rewşê dike. Astengiyên ji ber hînbûyînên civakî, dema ku bi pergalên desthilatdariyê re dibin yek, jin ji derveyî pejirandina mercên xirab nikarin tiştek bikin.”