‘Jinên Îranê bûn pêşengên guherînê’

Aktivîstên Îranê diyar kirin ku serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di têkoşîna jinan de xala girîng a werçerxê ye û gotin: “Ev serhildan ne tenê li Îranê, tevgerek ku hemû dinya jê bi bandor bûye ye.”

Tehran – Jinên Tehranê li gorî salên borî îsal 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi çoş û çalakiyên cur be cûr pêşwazî kirin. Hem li Tahranê, hem jî li Rojhilatê Kurdistanê jin bi cilên rengîn beşdarî çalakiyên 8’ê Adarê bûn.

Li aliyê din bi hinceta ku beşdarî çalakiyên 8’ê Adarê bûne 4 parêzvanên mafên mirovan li bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê Lela Paşaî û li bajarê Dêwlan Suheyla Metaî, li Sine Soma Muhammed Rezayî û Baran Seîdî hatin binçavkirin û heta niha ji wan tu xeber nehatiye girtin.

Em bi parêzvanên mafên jinan ên Îranê re der barê têkoşîna jinan de axivîn.

‘8’ê Adarê bi bîr dixe ku jinbûn zor e’

Aktîvîst Nazanîn Caferî diyar kir ku 8’ê Adarê bi bîr dixe ku jinbûn zor e û wiha got: “Em di nava civakek ku gelek jin di nava dîwarên serdestiya mêr de hene, hewl didin ji bo xwe cihekê bibînin de mezin bûne. Piştî bi salan me ferq kir ku, pêwîst nake em di nav qadek ku ji mêr re xizmetê dike de winda bibin. Zayendî bi salan xwe weke parzêvanê wekheviyê dide nasîn lê belê ji bo kesên di standartên bîngehîn ên mêr de bûye amûrek a bazarê.”

Nazanîn Caferî anî ziman ku bi serhildana ‘Jin, Jiyan Azadî’ re hişyariya jinan zêde bûye û wiha got: “Jin dizanin ku êdî ne neçar in di nava çarçoveya ku ji wan re hatin ferzkirin de bin. Êdî bi tamamî ji wan sînoran derketine û dê êdî venagerin. Ev hişyarî, di xebatên aktivîstên mafên jinan di qadên azad de zêdetir bi bandor û bi nirx e.”

‘Her ku têkoşîna jinan bilind dibe zext jî zêde dibin’

Parêzvana mafên jinan a Tehranê Marya Şoketyarî bal kişand ser tiştên ku jin li dinyayê dijîn û wiha got: “Jin çiqas têbikoşe û ji bo wekheviyê têkoşîn bike, zext jî ewqas zêde dibe.” Marya Şoketyarî da zanîn ku ev zext li pêşiya têkoşîna jinan nabe asteng û wiha got:

“Jin herçend rastî tundî, cûdakarî û ne wekheviyê werin, bi taybet jinên dibin rejîma Îslamê de dijîn, ji bo mafên xwe yên bingehîn bi dest bixin bi şev û roj têdikoşin. Gelek jin, ji bo mafê xwe bi dest bixin neçar man koç bikin. Lê belê li welatên ku çûnê rastî pirsgirêkên ku fêrî zimanê nû û çanda cûda bibin tên.”

‘Jinên Kurd bûn pêşengên serhildanê’

Marya Şoketyarî da zanîn ku li Rojhilata Navîn pêşengên têkoşîna jinan, jinên Kurd in û ev tişt got: “Dema em li tevegrên jinan ên li Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê mêze dikin, em dibînin ku jinên Kurd pêşengên van têkoşînan in. Bi hezaran jinên Kurd, li dijî rêxistinên herî hovana ên terorê şer kirin û ew têk birin. Niha jî li hemberî rejîma Erdogan û zextên rêveberiya demkî ya li Sûriyeyê re têdikoşin. Jinên Kurd ne tenê ji bo azadiya xwe, ji bo hemû jinên dinyayê bûne pêşengên serhildanên ji bo azadiyê.”

Marya Şoketyarî hêviya xwe ji bo tevegrên jinan wiha anî ziman û got: “Tevî hemû ev zext, cezayên girtîgehê, îşkence û înfazan, jin êdî ne tenê ji bo xwe, ji bo hemû mirovatiyê dixwazin dinyayek azad û edlane ava bikin. Jin li dijî pergala kapîtalîst û mêrsalar ku ziyan daye xweza, ajal û mirovatiyê ji bo jiyanek azad, wekhev û bi edlane lê were jiyan kirin ava bike têdikoşin. 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz be! Wê ev têkoşîn bidome û di demek nêz de em ê bigihijin serkeftinê.”

‘Şikestina ku bi serhildana ‘Jin, Jiyan Azadî’ dest pê kir’

Aktîvîstek din a mafên jinan ji Tahranê Haje Pervîzî anî ziman ku 8’ê Adarê ji bo tevgera jinan xala werçerxê ye û got: “Roja Jinên Cîhanê, ji bo balkişandina ser wekheviya zayendî, mafên hilberînê û tundiya li dijî jinan firsendek girîng e. Di heman demê de rojek ji bo parastina mafê jinan û rola jinan di nava civakê de derbixin pêş e.”

‘Jinên Îranê bûn pêşengên guherînê’

Haje Pervîzî destnîşan kir ku li Îranê, jin ev demek dirêje bûne pêşengên guherîna civakê û ev tişt got: “Jin ji şoreşa destûra bingehîn, heta şoreşa Îslama 1979’an û heta roja meya îro di guherîna civakî ya li Îranê de bûne pêşeng. Lê belê di van pêvajoyan de rastî gelek zoriyan hatine. Newekhaviya hiqûqî, qedexeyên civakî û tundiya ku çavkaniya xwe ji zanyenda civakî digre, jinên Îranê li dijî van hemû pirsgirêkan neçar mane têbikoşin.”

Haje Pervîz bi bîr xist ku jin di her qadê de serkeftî ne û tevî vê jî astengiyên zagonî didomin û wiha got: “Jinan di gelek qadên weke perwerde, huner, werzîş û gelek qadan de serkeftin bi dest xistin. Li Îranê beşdariya jinan di zanîngeh û lêkolînên zanistî de di astek zêde de bilind bûye. Lê belê hê di mijarên weke zewac, hevberdan, mafê xwedîkirina zarok, mîras û azadiya cilan de bê edaletiyên mezin hene.”

‘Jin tevî zextan têkoşîna xwe didomînin’

Haje Pevîzî bi bîr xist ku piştî 1979’an mafê jin zêdetir hatine sînordarkirin û wiha got: “Piştî şoreşa Îslamê, Îran vegeriya welatek ku îdeolojiya mêrsalar û paşverû lê serdest e. Jinên ku mafên beriya şoreşê bi dest xistin, rejîmên din kir referans û bi temamî ji destê wan hete girtin. Lê belê dîrok nîşan da ku ne mimkun e jinan bi zext û tundiyê bitepisîne. Jin di demên zextên herî giran heyî de gav şûnde ne avêtin. Bi têkoşîna xwe hişyarî û rêxistîn biser xistin ku gav bi rejîmê bidin paşve avêtin.”    

Haje Pervîzî xala herî mezin a serkeftina jinan serhildana ‘Jin,Jiyan, Azadî’ ya 2022’an nîşan da û got: “Di Îlona 2022’an de bi qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî re têkoşîna jinan gihîşt qonaxek nû. Ev şoreşa di peşengiya jinan de êdî ne tenê li Îranê, veguheriye tevgerek ku bandorê li hemû dinyayê bike.”

Haje Pervîz di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Jin wê têkoşîna xwe ya li dijî van zextan bidomînin. Di encamê de ev têkoşîn wê bi hilweşandina rejîma dîktator bi encam bibe.”