Jinên Êzidî piştgiriya xwe bi jinên ji Rojava û Rojhilat re anîn ziman

Jinên Êzidî berxwedaniya li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê silav kirin û gotin “Hemû êrîş bi hişmendiya DAIŞ’ê tên kirin, lê bi navek din derketine hole. Em wek civaka Êzidî heya dawiyê jî piştgiriya gelê xwe yê Rojava dikin.”

FARAŞÎN MERVAN

Şengal – Li ser êrîşên ku di van demê dawî de ji aliyê çeteyên HTŞ’ê û öeteyên dewleta Tirk ve li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatine kirin û serhildanên ku gel li Rojhilatê Kurdistanê dimeşîne, jinên Êzidî ji ajansa me re axivîn û piştevaniya xwe ji bo Rojava û Rojhilatê Kurdistanê anîn ziman.

Endama saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Berfê Êlyas şehîdên taxa Şêx Meqsûd û eşrefiyê bibîr anî û anî ziman ku êrîşên hatine kirin di sala 2014’an  de li Şengalê jî pêk hatine. Berfê Elyas got ku “Ez di şexsê fermandar heval Ziyad û heval Denîz de di heman demê de jî hemû şervanên ku li wir gihîştin şahadetê û berxwedaniya gelê me yê Şêx Meqsûd û Rojavayê Kurdistanê silav dikim” û wiha domand:

“Ew tax bi salan e li berxwe dide û li hember rejîma Sûrî  û DAIŞ’ê teslîmiyet qebûl nekir. Em berxwedaniya wan silav dikin. Dewlet çiqas sînora di navbera me û Rojava de deynin jî em wek civaka Êzidî wan sînorên di navbera xwe û Rojava de qebûl nakin. Em heya dawî jî piştgiriya gelê xwe yê Rojava dikin. DAIŞ’a hov çawa ku di sala 2014’an de êrîş û qetlîama anî serê me, îro bi destê dewletên navnetewî birin li Sûrî kirin hikûmet û danîn ser serê milletê. Ew jî îro êrîşî taxên Kurdan dikin û êrîşî xakên Kurdan dikin. Tu carî ne em ne jî milletê Kurd çavên xwe ji wan niheqî û wê zilmê re nagire. Em heya dawiyê piştgiriya miletê xwe yê Rojava dikin û em berxwedaniya wan hezar car silav dikin.”

‘Em piştevanên jinên Rojhilat in’

Her wiha Berfê Êlyas berxwedanî û serhildanên Rojhilatê Kurdistanê jî silav kir û wiha got: “Li Rojhilatê Kurdistanê jî gel rabûye ser piya, em berxwedan û serhildana wan jî silav dikin, em piştevanê wan jinan in ku ji bo mafê xwe rabûne ser piya. Ger miletek ji bo mafê xwe rabe ser piya, em heya dawiyê wek jinên Êzidî piştgiriya wan dikin. Her roj jin tên qetilkirin û darvekirin, li ber çavên cîhanê ku cîhan tev dibêje ‘mafên gel.’ Ger jinek bikaribe daxwaza mafê xwe bike, ji bo ku zarok nekevin destê wan hovan têbikoşe û şer bike, em wek jinên Êzidî berxwedan û serhildana wan silav dikin.”

‘Yên ku êrîş dikin DAIŞ in’

Her wiha Hevseroka Şaredariya Xanesorê Marya Şengalî jî berxwedaniya gelê Rojavayê kurdistanê silav kir. Marya, bi bîr xist ku şerê îro li Rojavayê Kurdistanê tê meşandin wek jinên Êzidî û civaka Êzidî wan jî di sala 2014’an de dîtiye û wiha pê de çû: “Wek civaka Êzidî me wê êşê dît û kişand. Bi taybetî jî em dîsa îro dibînin êrîş herî zêde li ser jin û zarokan tê kirin. Hemû jî bi hişmendiya DAIŞ’ê van êrîşên xwe dikin, lê bi navek din derketine hole. Em wek civaka Êzidî heya dawiyê jî piştgiriya gelê xwe yê Rojava dikin. Bila miletê me bizane ku wek jinên Êzidî em li gel wan in û êşa ku ew dikşînin, em jî bi wan re parve dikin. Gelê me yê Rojava ne bi tenê ye.”

‘Gelê me ne bi tenê ye’

Marya destnîşan kir ku di heman demê de Rojava û Rojhilat em hemû yek in û wiha domand: “Em baş dizanin ku ev êrîş çima li ser gelê me tên meşandin. Ji ber netew û baweriyên ku naxwazin li ser ruyê erdê bimînin û van êrîşan pêk tînin. Ew çiqas êrîş bikin û qetlîama bikin jî, nikarin gelê me xilas bikin. Em gihîştine wê astê ku piştgiriya hevdû dikin di heman demê de jî parastina xwe bi xwe dikin. Bi rastî jî Gelê me yê Rojava û Rojhilat bi xwe bi xwe tekoşîna xwe didin meşandin ev jî ji bo me jinên Êzidî serbilindiyek mezin e ku miletek bikaribe piştgirî û parazvaniya xaka xwe bike. Wek jinên Êzidî em dibêjin heya dawiyê em piştgiriya wan dikin. Gelê me ne bi tenê ye.’

‘Hemû Kurdistan û Şengal yek e’

Marya Şengalî berxwedaniya jinan û gelê Rojhilatê Kurdistanê jî silav kir û diyar kir ku wek jinên Êzidî heya dawî ew ê li gel berxwedaniyên Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê bin û wiha berdewam kir: “Yên ku daxwaza mafên xwe dikin, dewlet wan dikuje, ev jî tiştek ne xweş e ji bo me. Li Rojhilatê Kurdistanê jin û  gel rabûye û daxwaza mafên xwe dike, dewleta Îranê jî wan dikuje. Em vê şermezar dikin. Ger dewletek ku ez di bin serweriya wê de bijîm û wiha li min bike, ez ê li ku li mafê xwe bigerim?”

‘Em bi êşa hevdû dizanin

Mariya di dawiya nirxandinên xwe de anî ziman ku di aliyê mirovî de jî ev ne di cîh de ye û wiha got: “Li her derê cîhanê jî herî zêde tade li ser jinan tê kirin. Em ji bo mafên jinan têdikoşin û îro li Rojhilatê Kurdistanê herî zêde mafê jinan tê binpêkirin. Em wek jinên Êzidî heya dawiyê piştevanên jinên Rojhilatê Kurdistanê ne. Bila liberxwe bidin. Em wek jin heya dawiya vê dinyayê jî em yek in. Em êşa hevdû dizanin. Heya ku em mafê xwe bidest bixin, em ê tekoşîna xwe xurttir berdewam bikin. Wek jinên Êzidî em li gel jin û gelê me yê Rojava û Rojhilatê Kurdistanê re ne. Em û ew yek in. Wek Êzidî em heya dawiyê piştgiriya civaka azadîxwaz dikin. Em wan jî wek xwe dîbinin bila bizanibin ku em yek in û em li pişta wan in.’