Jinên Êzidî: Jin bi hev re dikarin tundiyê rawestînin

TAJÊ li Tilezêra Şengalê li ser girîngiya 25’ê Mijdarê û têkoşîna jinan semîner da. Di semînerê de hat gotin ku tundiya li ser jinê li her derê cîhanê yek e ji ber vê yekê dive hemû jin hêza xwe bikin yek û bi hev re li dijî tundiyê têbikoşin.

Şengal – Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li dijî Tundiya Li Ser Jinan, ji hêla Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li Meclisa Gel a Tilezêra Şengalê semîner hat dayîn.

Semîner bi deqeyek rêzgirtin bo ruhê şehîdan dest pê kir.

Piştrî rêzgirtinê endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel li ser girîngiya 25’ê Mijdarê û têkoşîna jinan axivî.

‘Tundiya li ser jin li her derê cîhanê yek e’

Neam Bedel di destpêka axaftina xwe de di şexsê her sê xwişkên Mîrabel de hemû jinên li dijî tundî, zilmê û desthilatdariyê serî hildan û şehîd bûn bi bîr anî û wiha got: “Roja 25’ê Mijdarê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ye. Tundiya li ser jin ne tenê li ser jinên civakekê ye, tundî li ser hemû jinên Rojhilata Navîn û cîhanê heye. Ji dîrokê heta roja me ya îro gelek jinên berxwedêr ne tenê ji bo xwe yan jî ji bo jinên di nav civaka xwe de, bêyî cudahiyek bixin, bêyî netew, ol, ziman binêrin ji bo hemû jinên cîhanê li ber xwe dan û têkoşiyan. Li her derê cîhanê êşa jinan yek e û rastî heman tiştî tên. Ji ber vê yekê jî divê tu jinek nebêje ev xwedî baweriyek cuda ye, ew ji netewek cuda ye, ji zimanek cuda ye, ji bo hemû jinên cîhanê têbikoşin û dengê xwe bilind bikin. Ji ber encax jin dikarin bi hev re li dijî tundiyê bisekinin û civakek azad ava bikin.”

‘Divê em ji hêza xwe biçûk nebînin û bibin yekdest’

Di axaftina xwe de Neam Bedel mînakên jinên ku di dîrokê de çawa li ber xwe dane, da û destnîşan kir ku jin tu carî li hember zilm û tundiyê serî netewandine û ev nirxandin kir: “Di dîrokê de mînakên bi vî rengî gelek in. Mînak roja me ya îro jî jinên Êzidî ne. Jinên Êzidî piştî fermanê ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin û perwerde kirin. Dijminê ku digot di fermanê de me jinên Êzidî û di şexsê jinên Êzidî de jî civaka Êzidî tune kir, nabe careke din bi ser xwe ve bên lê niha li hember rêxistinbûn, berxwedan û têkoşîna jinên Êzidî matmayî ye û bawer nake. Yê ku jinên Êzidî anî vê astê fikir û felsefeya Rêber Apo ye. Jinên Êzidî bi rêxistinbûna xwe dijmin vala derxist. Her sê xwişkên Mîrabel bi têkoşîna xwe civakek rakirin ser piyan û di encamê de dîktora li welatê xwe hilweşandin. Ji ber vê yekê divê em jî hêza xwe biçûk nebînin, ger em hêza xwe bikin yek tu desthilatdar nikare li ber me bisekine.”

‘Her kuştinek fermanek e’

Di semînerê de Neam Bedel destnîşan kir ku tundî ne tenê fîzîkî ye gelek cureyên tundiyê hene û axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir: “Gelek jin xwe ji ber zextan xwe dikujin lê malbat di serî de hemû civak vê tiştî vedişêre û nabêje jin ji bo çi xwe dikuştiye. Lê em dizanin hemû jin xwe nakujin têne kuştin.  Lazim e em pêşengtî ji pêşîgirtina xwekuaştina jinan re bikin. Jixwe her kuştinek fermanek e. Nabe jinên ku ji fermanê xilas bûne yan jî ji destê DAIŞ’ê hatine rizgarkirin werin û xwe bikujin. Divê hemû jin bi hev re bibin alîkar û bi hev re li dijî tundiyê bisekinin. Lazim e jinek li ku derê ber li ber xwe bide û li dijî tundiyê têbikoşe.”

Piştî axaftinê semîner bi dirûşma ‘Jin-Jiyan-Azadî’ bidawî bû.

‘Em ê em tekoşîna xwe xurttir bikin’

Di semînera ku li navenda Şengalê hat dayîn de jî endama koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Ferîde Şengalî axîvî û di derbarê girîngiya rojê de nêrînên xwe anî ziman her wiha Ferîde Şengalî da diyar kirin ku jinên Êzidî bi saya fikir û ramanên Rêber Apo di nav civakê de îro xwedî rola pêşengin. Ferîde Şengalî bi wesileya 25’ê Mijdarê bibîr xist ku wek tevgera azadiya jinên Êzidî wan jî pêngavek li dijî xwe kuştinê dane destpêkirin û girêdana wê bi girîngiya roja 25’ê Mijdarê re da çêkirin.

Endama TAJÊ Semîra Berxwedan a ku  tevlî semînerê bû jî ji ajansa me re axivî û got: “Ne tenê ji bo roja 25’ê Mijdarê em wek jinên Êzidî ji bo di civaka xwe de bi rolê xwe yê  pêşengî û fêrkirinê rabin hertim rojên perwerdehiyê bi vê rengî li dardixin. Her wiha di van demên dawî de jî xwekuştin di nav jin û ciwanên me de zêde bûye. Em jî ji bo zanebûna vê xirabiyê nîşan bidin tekoşîn didin meşandin. Em ê her dem li dijî xwe kuştin û kuştinê jinan bisekinin. Em wek Tevgera azadiya jinên Êzidî li ser esasê fikrê Rêber Apo xwe perwerde dikin, xwe rêxistin dikin û em tekoşîna xwe xurttir dikin.”

‘Jin bi tekoşîna xwe dikarin bigîhîjin armanca xwe’

Endama TAJÊ Tewrê hisên jî da diyar kirin ku tekoşîna jinan û bihêzbûna jinan di roja me ya îro de pir mezin bûye. Tewrê Hisên got: “Zilam hertim jinê piçûk dibîne, jinê bê hêz dibîne lazim e jin xwe nekin bin destê zilam. Me wek jinên Êzidî ji bo xwe rêyek hilbijartiye û ev rê rêyek rast a azadiya jinê ye. Fikrê Rêber Apo me bi me da naskirin. Ger jin di nav pençê mal û zilam de dibin zextê wan de nebîne dikare hertiştê bike. Me fikrê Rêber Apo dît pêwîste jinên ku azadixwazin jî vê fikrê bibînin û nas bikin. Ez li vir bang li hemû jinan dikim ku jin encex dikarin tekoşîna xwe giştî bikin yê bigîhîjin armanca xwe.”

Di herî dawî ya semînerê de jî jinên Êzidî dirûşmeyên Jin Jiyan Azadî û Bê Serok Jiyan Nabe avêtin û semîner xilas bû.