Abdullah Ocalan: Divê ji bo serketina pêvajoyê herkes bi berpirsyarî rabe

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, got ku “Hîn her tişt çareser nebûye. Ya girîng ew e ku ev gav rast bê fêhmkirin û ji bo serketina pêvajoyê herkes bi berpirsyarî rabe.”

Navenda Nûçeyan- Endamên Heyeta Îmraliyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) Pervîn Buldan, Ozgur Faîk Erol û Mîthat Sancar, derbarê hevdîtina xwe ya duh bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, daxuyaniyek nivîskî weşandin.

Di daxuyaniya ku der barê hevdîtina 3 demjimêran berdewam kir de, hat gotin ku “Weke Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê me bi Birêz Abdullah Ocalan re di 2'yê Tebaxa 2026'an de hevdîtinek kir. Di hevdîtinê de Birêz Ocalan pêvajoya heyî, karên tê meşandin û berpirsyariyên dîrokî yên ji bo dema pêş nirxand û peyamên ku xwest em bi raya giştî re parve bikin ji heyeta me re ragihand.”

‘Gavê bê avêtin wê bandorê li çarenûsa welat û herêmê bike

Heyetê da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha gotiye:

“Rêya ji hezar kîlometreyî bi gavekê destpê dike.

Bi vê qanûnê re ji bo çareserkirina pirsgirêkeke dîrokî em bi rê dikevin. Em di destpêka pêvajoyeke demokratîkbûnê de ne ku herî kêm bi qasî avabûna Komarê girîng e.

Çawa ku di dema avabûna Komarê de ked û fedakariyeke mezin hate kirin, niha jî ji bo Komara demokratîk divê bi heman cidiyetê kar bê kirin.

Pêwîstiya her kesên li ser vê xakê bi vê yekê heye, ne tenê ya Kurdan û derdorekê. Gavê bê avêtin, wê bandorê li çarenûsa welêt û herêmê bike. Ewê pêşî li pêşketina hiqûqa demokratîk û mezinbûna derfetên aboriyê veke. Ev jî ji bo 86 milyon mirovî xizmeteke mezin e.

Em ê bi birêxistiniya civakê pêngaveke dîrokî bavêjin. Ev gav wê tevkariyeke gelekî mezin li aboriyê û aştiyê bike.

‘Divê ji bo serketina pêvajoyê herkes bi berpirsyarî rabe

Hîn her tişt çareser nebûye. Lê belê rewşeke wisa jî tune ku mirov bi rengekî negatîf nêzîk bibe. Ya girîng ew e ku ev gav rast bê fêhmkirin û ji bo serketina pêvajoyê her kes bi berpirsyariyê rabe.

Qanûna ku siyaset derxîne weke mifteyekê ye ku pêşî li vê pêvajoyê veke. Heta dawiyê derî li Komara Demokratîk tê vekirin.”