Jinên Êzidî ji bo 4’ê Nîsanê dar çandin
Jinên Êzidî bi boneya 4’ê Nîsanê ya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Baxçê Dayê Erzan a Şengalê dar çandin.

Şengal – Her sal bi boneya 4’ê Nîsanê ya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li her derê Kurdistanê dar têne çandin. Bi heman armancî duh bi dehan jin bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li Geliyê Kersê li Baxçê Dayê Erzan bi dehan dar çandin.
Jinên ku tevli çalakiya çandina daran bûn bi kurtasî nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin û bang li hemû jinên Şengalê kirin ku roja 4’ê Nîsanê tev li pîrozbahiya rojbûna Abdullah Ocalan bibin.
Tewrê Xelef diyar kir ku ew wek jin û dayikên Şengalê ji bo rojbûna Abdullah Ocalan dar diçînin û got ku ew ji 4’ê Nîsanê bi hêvî ne û xwest hemû jin bi vê hêviyê 4’ê Nîsanê pîroz bikin.
Banga pîrozbahiya 4’ê Nîsanê
Neam Şeref wiha got: “Ji bo 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo em niha li baxçê dayê Erzan daran diçînin. Kêfa Rêber Apo gelek ji dar, gul û çîçekan re tê, bi vî wesîleyê her sal em di 4’ê Nîsanê de dar, gul û çîçekan ji bo Rêber Apo diçînin. Ez bang li hemû jinan dikim ku 4’ê Nîsanê tev li pîrozbahiya rojbûna Rêber Apo bibin.”
‘Rojbûna Rêber Apo rojbûna me ye’
Îsra Qaso jî ev tişt anî ziman: “Ji bo rojbûna Rêber Apo em her sal vê zemanê tên daran diçînin. Rojbûna Rêber Apo em wek rojbûna xwe dibînin. Divê roja 4’ê Nîsanê hemû jin werin Baxçê Rêber Apo û em bi hev re rojbûna Rêber Apo pîroz bikin.”