Jinên Êzidî: Em dixwazin dîlgirtiyên me azad bibin

Bi boneya bîranîna 12’emîn salvegera Fermana 74’an ev 10 roj in li Şengalê kon hatiye vedan. Jinên serdana konên bîranîna Fermana 74’an dikin gotin ku divê fermana 74’an weke jenosîd bê nasîn, hesab ji berpirsiyaran bê pirsîn’

Şengal- Di 23’ê Tîrmehê de ji bo bîranîna Fermana 74’an li navenda Şengalê, li Sûka Kevin ji aliyê Meclîsa Gel û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ve (TAJÊ) kon hat vedan. Kesên tên serdana konan dikin wêneyên şehîd û windayên xwe dadiliqînin, ji bo şehîdan çira pêdixin û xêran belav dikin. Girêdayî bîranîna fermanê rojane çalakiyên cuda tênlidarxistin. Hinek rojan li fîlman tê temaşekirin, hinek rojan jî ji aliyê qewlbêjan ve qewl tên xwendin, pêşangeha wêneyan tê pêşandin. Her roj bi sedan kes serdana van konan dikin. Jinên Êzidî ji çalakiyên ku tên lidarxistin re eleqeyek mezin nîşan didin.

Ji ziyaretvanên bîranînên Sûka Kevin Tewrê Elyas û wênesaz Ferîde Êzidî ji ajansa me re der heqê armanca tevlîbûna van çalakiyan de axivîn.

‘Min xwest bi wêneyên xwe êşên fermanê bidim nîşandan’

Di destpêka axaftina xwe de Ferîde Êzidî anî ziman ku ev demek e wêneyên fermanê xêz dike û wiha armanca xêzkirina wêneyên xwe bilêv kir: “Armanc bi xêzkirina van wêneyan ew e ku ez bikaribim bi vî awayî êş û azarên di fermana 74’an de civaka Êzidî jiyaye rave bikim. Di wêneyekî ku min xêz kiriye de min xwest, ez hestên keçeke Êzidî ku bav û birayê wê yê biçûk li ber çavên wê hatine kuştin, ew bi xwe hatiye dîlgirtin û cihên me yên pîroz çawa hatine teqandin bidimnîşandan. Di wêneyekî min ê din de jî min xwest beriya fermanê jiyana me ya sade çawa bi êrîşa DAIŞ’ê tarûmar bûyenîşan bidim; di heman wêneyî de min keçek 4 salî ku navê wê Yûva bû, dema bi malbata xwe re ji DAIŞ’ê direvin ji seyarê dikeve û bavê wê ji bo malbata xwe xelas bike, nikare keça xwe bigre heye. Dîsa di heman wêneyî de min xwestiye bê çawa keçên me hatine dîlgirtin û di sûk û bazaran de hatine firotin nîşan bidim. Di wêneyekî min ê din de jî min xwest derûniya keçên Êzidî yên dîlgirtî hîs bikim, êş û azarên ku di destên DAIŞ’ê de dikşînin bidim nîşandan. Di wêneyekî min ê din de jî min xwest çiyayên me xêz bikim ku çawa miletê me di nava xwe de hewandine û  ji civaka me re bûne stargeh.”

‘Bila her kes vegere cih û warên xwe’

Di dawiya axaftina xwe de Ferîde Êzidî weke hemû Êzidiyan xwest ev ferman weke jenosîd bê nasîn û wiha got: “Ez nizanim çi bibêjim ji ber em çi bibêjin ev êşa me kêm nabe, ev êş wê her dem bi me re bimîne. Tenê em  dixwazin dîlgirtiyên me rizgar bibin û dîsa werin li vir bijîn. Dîsa kesên ku koçber bûne vegerin cih û warên xwe. Tu bibêjî nebêjî tu tişt weke berê nabe bes herî kêm Hikumeta Iraqê ji bo kesên mayî divê berpirsiyariyê xwe bi cih bîne da ku jiyana me hinek hêsantir bibe.”

‘Ji malbata me 12 kes dîl hatin girtin’

Di destpêka axaftina xwe de Tewrê Elyas bahsa roja fermanê, îxaneta PDK’ê kir û wiha got: “Beriya fermanê pêşmergeyênku gotibûn em ê parastina we bikin, roja fermanê reviyan. Dîsa Hikumeta Iraqê jî tiştek nekir. Bi hezaran keç û jinên me birin, yek ji wan xwişka min bi xwe bû. Xwişka min û zarokên xwe, dîsa malbata xalê min giştî niha ji malbata me 12 kes dîlgirtî ne. Heta niha der heqê aqûbeta wan de em tiştek nizanin. Her sal di salvegera fermanê de birînên me nû dibin. Wan rojan tên bîra me em gelekî diêşin. Dayik û xwişkên me li Misûlê di qefesan de şewitandin. Jixwe ne ji şervanên Rêber Apo bûya, yek ji me xilas nedibû. Heta dawiya emrê xwe em qenciya wan ji bîr ve nakin."

‘Hestiyên me hê jî di gorên komî de ne’

Di berdewamiya axaftina xwe de Tewrê Elyas behsa çalakiyên li Sûka Kevin kir, xwest gorên komî bên vekirin û wiha got: “Ev du sal in li Sûka Kevin ji bo bîranîna fermanê em kon vedidin. Gelek kes tên serdana konan dikin, wêneyên şehîdên xwe dadiliqînin. Bi wî awayî em dixwazin tiştên me di fermanê de jiyane, bi taybetî tiştên jinên Êzidî jiyane neyênjibîrkirin. Hê jî bi hezaran mirov, jin û dayîkên me di destên DAIŞ’ê de ne. Bi hezaran kes jî winda, em dizanin sax in an mirî ne. Hestiyên me hê jî di gorên komî de ne. Xalekî min ê din jî hat kuştin bes em nizanin hestiyên wî li ku derê ye. Em dixwazin hestiyên me rakin da ku em bizanibin ên ku winda kî ji wan sax in, kî mirî ne. Ruxmî 12 sal di ser fermanê de derbas bûye, hê jî tu agahî ji dîlgirtiyên me tune ye. Ne Hikumeta Iraqê ne jî tu dewletên din heta niha der barê van dîlgirtiyan de tiştek nekirine. Em dixwazin Hikumeta Iraqê vê fermanê weke jenosîd qebûl bike. Heta niha dîlgirtiyên me yên hatine azadkirin jî ji aliyê tevgera azadiyê ve hatine azadkirin.”

‘Êdî baweriya me bi tu kesê nayê’

Di dawiya axaftina xwe de Tewrê Elyas bal kişand ser xeterên li ser Şengalê û wiha got: “Weke civaka Êzidî em naxwazin kesek din parastina me bike, em dixwazin xwe bi xwe parastina xwe bikin. Êdî baweriya me bi tu kesê nayê. Piştî fermanê bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo, YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzidxanê hatin avakirin, jinên Êzidî xwe bi rêxistin kirin. Îro heke hêzên me yên parastinê nebûna, em nikaribûn li vir bijîn. Em dixwazin Hikumeta Iraqê hêzên me yên parastinê bi fermî nas bike. Ên ku li hemberî DAIŞ’ê şer kirin keç û xortên me yên Êzidî bûn, bes îro dixwazin hemû keda ku danetune bikin.”