Jineke pêşeng a ji Koyê Zubeyde Ewlaemîn koça dawî kir
Zubeyde Ewlaemîn yek ji jinên pêşeng ên deşta Koyê û sînorên Kurdistanê bû koça dawî kir. Ji destpêkê ve tevlî têkoşînê bû xwedî hişmendiya Kurdbûnê bû, di xizmet û xîretkêşiyê de pêşeng bû, ji bo her kesê dayikek bi rûmet û fedakar bû.
ŞIYA KOYE
Koye – Zubeyde Ewlaemîn, yek ji jinên pêşeng ên deşta Koyê başûrê Kurdistanê bû. Di 25’ê Adara 2026’an de koça dawî kir. Dayika Zubeyde dê her dem weke jineke rêzdar û esilzade di têkoşîna azadiya gelê Kurd de were bibîranîn.
Di sala 2019’an de, Rêxistina Geşepêdana Çetir, digel Zanîngeha Koyê, wê weke yek ji jinên pêşeng ên Koyê bi merasîmek xelata rûmetê dabûn dayîka Zubeyde.
Zubeyde Şêx Ewlaemîn ku wekî "Dayika Pêşmergeyan" tê nasîn, di sala 1944’an de li gundê Kazbegiyanê ji dayik bûye. Ew bi eslê xwe ji eşîra Berzencî Seyyîd bû, di malbateke welatparêz û şoreşger a Kurd de mezin bû.
Di civaka xwe de kesayetiyek rêzdar bû
Di sala 1958’an de, bi Seyyîd Eliyê nemir re zewicî. Mala wan ji bo şervanên Pêşmerge, xizan, rêwiyan û bêmalan penagehek bû. Zubeyde jineke şoreşger, wêrek, welatparêz û bêtirs bû. Ji bilî erkên xwe yên malê, ew her gav di jiyana civakî de çalak bû, ramanên xwe digot. Wê gelek caran şervanên Pêşmerge yên birîndar derman kir û heta baş bûn alîkariya wan kir. Bi berdewamî moralê wan bilind kir, wan teşwîq kir ku dev ji têkoşînê bernedin û bawer bikin ku rojekê şoreşa Kurd dê bi ser bikeve û ew ê ji rejîma Baasê werin rizgarkirin.
Xaniyên wan gelek caran hatin şewitandin û her dem li sirgûnê dijiyan
Ji ber doz û şoreşa Kurd, xaniyên wan gelek caran hatin şewitandin û ew gelek caran ji cih û warên xwe hatin derxistin. Yek ji trajediyên herî mezin di dema Komkujiya Enfalê ya 1988’ an de qewimî; gundên wan hatin wêrankirin û xaniyên wan hatin talankirin. Ji ber ku mêr û zarokên wê ji ber rejîma Baasê nikaribûn bixebitin, ew neçar ma ji bo debara malbata xwe li bajarê Koye bixebite. Wê nameyên Pêşmergeyan digihîştand rêxistinên veşartî û peyamên wan dianî. Gelek caran, li mala xwe dayîk, malbat û zarokên şervanên Pêşmergeyan pêşwazî dikir û xizmeta wan dikir, dûre wan dibir bajêr. Di vê pêvajoyê de ew bi gelek zehmetî û xetereyan re rû bi rû ma. Wê demê, veguhestina di navbera gund û bajêr de bi traktorê bû ku pir dijwar bû loma gelek caran ji aliyê leşker û hevkarên wan ve rastî êrîşan dihatin. Ji ber vê yekê, gelek rayedar û şervanên Pêşmerge yên wê serdemê û îro jê re digotin "Dayika Pêşmergeyan."
Bi çandinî û xwedîkirina heywanan re mijûl dibû
Zubeyde Ewlaemîn jineke pir jêhatî û berhemdar bû. Di gelek waran de jêhatî bû, ji çêkirina xalîçeyan û hunerên curbecur bigre heya çêkirina doşekan û hilberîna berhemên şîr (penîr, rûn, hwd.) Ew di çandinî, xwedîkirina heywanan û hilberandina titûnê de jî xwedî ezmûn bû. Wê ji bo malbat, cîran û gundê xwe gelek alîkarî kir, ji ber vê yekê weke yek ji jinên pêşeng ên Koye û derdora wê dihat nasîn.