Jinek DAIŞ’î ji ber 2 jinên Êzîdî wek kole bikaranî tê darizan

Hasna A. ya ji Hollandayê bi sûcê ku piştî Fermana 74'an a 3'ê Tebaxa 2014'an du jinên Êzidî kiribû kole, tê darizandin.

Navenda Nûçeyan - Piştî Fermana 74'an a di 3'ê tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê bir ser Şengalê bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin û bi hezaran jinên Êzidî hatin revandin. Hasna A. 33 salî ku ji Hollandayê ye bi sûca ku dema li Sûriyeyê bûye 2 jinên Êzidî kiriye kole tê darizandin. 

Rûniştina destpêkê ya doza darizandina endama DAIŞ'ê Hasna A. li bajarê Schîphol ê Hollandayê di 14'ê Cotmehê de pêk hat. DAIŞ'iya ji bajarê Hengelo yê Hollandayê di sala 2015'an de çûye Sûriyeyê û heta Tebaxa 2016'an li bajarê Reqayê yê Sûriyeyê maye.

Hate ragihandin ku endama DAIŞ'ê hingî 2 jinên Êzidî li mala xwe weke kole daye şixulandin. Ji ber vê sûcdariyê jî Hasna A. ji sûcê li dijî mirovahiyê tê darizandin.

Rûniştina din a dozê wê roja Çarşema bê, pêk were.