Jinan qezenc kir: Dê aşiya HPV bê pere be

Ji bo ku Teqwîma Aşiya Neteweyî çêbibe, bi kampanyaya ku rêxistinên jinan û partiyên siyasî bi sernavê “Aşiya HPV’ê” dimeşandin dê ji dawiya sala 2025’an ve bê pere be.

Navenda Nûçeyan- Aşiya Aşiya HPV, li dijî Vîrusa Papîlloma Mirov (HPV) ku dibe sedema penceşêra devê malzarokê, nexweşiyên genîtal û nexweşiyên penceşêrê kêm dike. Tevî ku testa lêkolînê bê pere ye jî ji ber polîtîkaya heyî ya wezareta tendirustiyê aşî bi pere ye.

Ji bo aşiyên HPV bi giştî nêzî 5 hezar û 576 lîra (çar aşî) û 7 hezar û 725 lîra (9 aşî) divê pere were dayîn.

Têkoşîna jinan bi ser ket

Ji ber ku aşî bi pere bû, di serî de jin, ji gelek aliyan ve rastî bertekan hat. 3’yê Hezîrana 2021’ê piştî ku dermanzan Cem Kilinç ji ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal, ragihand ku ew ji bo jinên ciwan aşiya HPV bibin nobeta dermanxaneyan dike, çalakî veguherî kampanyayê. Di sala 2022’yan de hem rêxistinên jinan, hem jî parlamenterên partiyên siyasî, bi çalakiyên cur be cur ji bo aşiya HPV ê pere be dest bi têkoşînê kirin. Di sala 2023’yan de, endamên koma “Jin li vê derê ne” li dijî xetera penceşêra devê malzarokê ku divê sê doz aşî hebe û bê pere aşiya HPV bibin serî li Wezareta Tendirustiyê dan. Têkoşîna jinan hem li kolanan hem jî li meclise domiya.

Wezareta Tendirustiyê daxuyanî da

Têkoşîna jinan gihîşt encadmê û Wezîrê Tendirustiyê Prof. Dr. Kemal Memîşoglu, diyar kir ku dê aşiya HPV di dawiya sala 2025’an de bê pere be. Wezîr Memîşoglu di bernameyeke televîzyonê de axivî, diyar kir ku dê aşî destpêkê ji bo zarokên 13 salî li gorî dilxwaziyê were kirin û got: “Niha em kontrolên HPV û SMA’yê didomînin. Ji dawiya sala 2025’an ve bi taybetî em ê ji bo zarokên xwe yên 13 salî aşiya HPV’ê bê pere bikin.”

HPV çi ye?

Pv ku weke Human Papillomavirus tê zanîn, vîruseke dibe sedema penceşêra devê malzarokê û balûkên genîtal.

Li tevahiya cîhanê ev nexweşî bi riya têkiliya zayendî belav dibe.

Ji 200 zêdetir cureyên vîrusa HPV’ê hene. Ev cure, bi kesan re li gorî potansiyela dibe sedema penceşêrê, bi xetera zêde yan jî kêm, weke du awayên HPV’ê tên zanîn.