Jinan li Reqayê Konferansa Hevserokatiyê lidar xist
Jinan destnîşan kir ku Komferansa Hevserokatiyê, ji bo rêveberiya demkî ya Sûriyeyê bersivek e. Jinan diyar kir ku ji bo bikaribin di civakê de rola xwe ya pêşeng bilîzin tenê pergalek heye, ew jî hevserokatî ye.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM
Reqa – Li bajarê Reqaya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê Meclîsa Civata Jinan a Zenûbyayê ve di 27’ê Gulanê de bi dirûşma “Ji pircuretiyê hêza me çêdibe... ji hevkariyê vîna me teşe digre”, Konferansa Hevserokatiyê lidar xist.
Konferans li Salona Mişwar pêk hat. Hevserokên Meclîsên kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê, endam û rêveberên Meclîsa Civata Jinan a Zenûbyayê, Partiya Pêşeroja Sûriyeyê, Partiya Yekîtiya Demokratîk, Konseya Jinan a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hêzên Ewlehiya Navxweyî, Meclîsa Jinan a Sûriyeyê, Kongreya Îslama Demokratîk û Konfederasyona Civaka Demokratîk a Sûriyeyê, beşdarî konferansê bûn. Beşdarên konferansê, pergala Hevserokatiyê mîna alternatîfek ji bo bîrdoziya mêr a serdest pênase kirin. Diyar kirin ku di heman demê de ji bo ferasetên cîhadîst ên girêdayî HTŞ’ya ku rêveberiya demkî ya Sûriyeyê dike jî, bersivek e.
‘Hemû jinên Sûriyeyî dikarin vê tecrubê bijîn’
Endama Civata Jinan a Zenûbya Jiyan Dêrik, diyar kir ku li herêmê yekem car e li ser pergala Hevserokatiyê konferans tê lidarxistin. Jiyan da zanîn ku dixwazin konferan li Sûriye û hemû Rojhilata Navîn di aliyê avakirina tecrubeya Hevserokatiyê de bibe pêşengek. Jiyan Dêrik, wiha got: “Pergala Hevserokatiyê pergalek serkeftî ye, lê hê li Rojhilata Navîn tu welatek ev pergal neşopandine. Hemû jinên li hemû bajarên Sûriyeyê, ji bo ku bikaribin mafên xwe biparêzin û mîsoger bikin, dikarin vê tecrubeyê bijîn."
‘Konferans ji her kesê re bersiv e’
Jiyan Dêrik li ser pêkanînên rêveberiya demkî yên li Şamê rawestiya. Jiyan, anî ziman ku HTŞ’a cîhadîst her ku bûye rêveberî, tenê tiştek kiriye ew jî; navên jinan ji nav rûpelên dîrokê rakiriye. Jiyan Dêrik, axaftina xwe wiha domand: “Di nav hikûmetê de rolek jî nedan jinan. Gava ku vê yekê dikin, hewl didin ku modêla Efganan li Sûriyeyê pêk bînin. Lê ev konferans, ji bo hemû kesên ku jinan piştguh dikin, wan bi qestî dikujin û hewl didin ku wan bikin dîlên tarîtî û koletiyê, bersivek e. Herkes, pêwîst e ferq bike ku tu deverek bêyî jinan, nikare biserkeve."
‘Jin di avakirinê de wê bibin pêşeng’
Jiyan Dêrik anî ziman ku niha li Rojhilata Navîn pêdivî bi rêveberiyê heye û wiha pê de çû: “Di pêkanîna vê modêlê de jin dê pêşengî bikin. Jin çawa ku di dîrok û civakê de bûn pêşeng, di pêşketin û avakirinê de jî dê bibin pêşeng. Lewma, Meclîsa Civata Jinan a Zenûbyayê dest bi vê konferansê kirin. Ji ber ku bawer dike ku ev modêl dê civakê yekpare bike û rê nîşan bide. Barê herî giran, li ser jinan e, ji ber ku yên civakê û welêt ber bi ewlehiyê ve bibin, jin in.”
‘Divê vîna jinan derkeve pêş’
Jiyan Dêrik da zanîn ku feraseta radîkal a rêveberiya demkî dimeşîne di aliyê jinan ve tu car nayê qebûlkirin. Jiyan Derik, wiha berdewam kir: “Jin ji bo ku Sûriyeyê bighînin ewlehiyê, Pergala Rêveberiya Xweser nîşandidin. Li gor min ev modêlek îdeal e ku dê yekîtiya gelê Sûriyeyê û pêkhateyên wê, azadiya jinan û mafên wan biparêze. Pêwîst e vîna azad a jinê derkeve pêş, ji ber ku hêz ji yekîtiyê tê. Lewma, yekkirina refên jinan girîng e û ev, dê bibe sedem ku hemû jinên Sûriyeyî xwe zêdetir yekbûyî hîs bikin û doza wan bibe yek."
‘Rolên jinan dê bihêz bibin’
Hevseroka Konferederasyona Rêxistinên Civaka Demokratîk a Kantona Reqayê Nisrîn Hesen jî destnîşan kir ku pergala Hevserokatiyê bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derketiye holê û wiha got: “Ev modêl ji bo pêkanîna li hemû welatên Rojhilata Navîn namzet e. Ji ber ku ev herêm ji her demê zêdetir hewceyî vê modêlê ye.” Nisrîn Hesen, destnîşan kir ku pratîkkirina pergala Hevserokatiyê di nav civakê de rola jinê bihêz dike û wiha pê de çû: “Sedsala 21’an wek sedsala azadiya jinan tê zanîn. Ji ber ku em bûn şahidê şoreşên ku jinan pêşengî kirine. Jinan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî jî di salên dawî de li herêmên wek kantonên ji destê DAÎŞ’ê hatine rizgarkirin, yên wekî Tebqa, Reqa û Dêrazorê di qadên siyasî, aborî û civakî de mafên xwe yên tevlîbûna adilane, mîsoger kirin. Piştî ku bi hezaran salan marjînal bûn û rolên wan hatin derkirin, bi saya qonaxên xwe yên di pergala Hevserokatiyê de, di pêşketina civakan de bûn pêşeng. Jin di serketina pergala rêveberiya xweser de bûn bingehek bingehîn.”
Hevpeymana civakî û jin
Nesrîn Hesen li ser yasayîbûna pergala Hevserokatiyê ya li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî rawestiya û wiha got: “Hevpeymana civakî hewl dabû ku pergala Hevserokatiyê pêk bîne û jin di hemû qadên jiyanê de bi qasî ji sedî 50’yî beşdar bibin, ji bo vê yekê jî hikmên taybet bên avakirin. Ev, xwe dispêre parastina mafên jinan û hebûna wan, parastina wan a ji hemû tundî û cudakariyên li hember wan, rêbazên parastina destketinên şoreşên wan.” Nesrîn Hesen anî ziman ku hêvîdar e ev tecrube li hemû welatên dinyayê belav bibe.
‘Konferans ji bo rêveberiya demkî peyam e’
Ji Meclîsa Civata Jinan a Zenûbyayê Şehrazad El-Cesim jî, ragihand ku ev koferans piştî çend civînan hatiye lidarxistin û tevî hemû tengasiyên li herêmê, pêk hatiye. Şehrazad El-Cesim, wiha got: “Konferans ji bo rêveberiya demkî peyamek e. Her wiha pêwîst e ji bo armancên me yên bi salan in em hewl didin pêk bînin, ji bo Rojhilata Navînn jî divê bibin modêlek.”
Şehrazad destnîşan kir ku li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pergala Hevserokatiyê bi awayek serkeftî tê pêkanîn û wiha got: "Ev modêl, li herêmên me yekem car hat pêkanîn. Em bawer in ku bi vê hevkariyê em dikarin Sûriyeyê ber bi ewlehiyê ve bibin." Şehrazad da zanîn ku bi saya civîn û semîneran pergala Hevserokatiyê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye metodek ku jê tê hezkirin.
‘Hevserokatî serkeftina herî mezin a şoreşê ye’
Şehrazad dawiyê jî wiha got: "Jin ji bo ku pergala Hevserokatî pêk bê, gelek xebitîn. Ji bo serketina vê tecrubeyê gelek hewl dan. Pergala Hevserokatiyê yek ji serkeftinên herî girîng ên pergala Netewa Demokratîk û Şoreşa Jinan e.”