Jina ku qaliban dişkîne: Aso Majidî

Aso Majidî ku têgihên li beramberî jinan red kiriye, guhê xwe ji rexneyan re girt, karê ku herî zêde jê hez dike dike û ev bang li jinan dike: “Li pey qada ku eleqeye we jê re heye biçin. Wê serkeftin ya we be.”

SANÎA MURADÎ

Sine – Jin di mijarên derbaskirina astengiyan û li dijî vê têkoşîn kirinê de kêrhatiyên wan hene. Jinên ku li dijî qalibên civakê derdikevin û hêza xwe nîşan didin, ji bo yên din jî dibin mînak û riya guhertinê vedikin.

Aso Majidî rolên zayendî ya kevneşopî û sînorên pîşeyî diguherîne, jinan weke fîgurek ku potansiyela wan îlhamê dide bi nav dike. Çîroka wê temsîla gelek jinên ku li dijî newekheviya zayendiya di civakê de têdikoşe û riya xwe xêz kirine, dike.

Aso Majidî yek ji navên ku hişmendiya jin û civakê li dijî karê înşaatê di diguherîne ye. Karê ku bi ezîm û gavên pratîk dike, bi demê re ‘normal kiriye’ û daye qebul kirin. Aso Majidî di înşaatan de çîmento çêdike, feyansan datîne, hinek caran jî ji feyansên şikestî hunerên çandî derdixe. Aso Majidî ku di qada wêne de jî perwerde dîtiye, di mijara nexş, dirutinê de hunerên dest jî pêşxistiye.  

Aso Majidî ku pêşangehên şexsî vekiriye, figurên dîrokî bikartîne, wêne çêdike. Aso Majidî dibêje: “Dema li ser heyberan dixebitim, min dest bi teknîka mikro çîmento kir. Ev melzemeyên rûgirtinê ye û di mekanên hindir de bû sedem ku berhemên cûda jê derbixim. Ji derveyî vê jî ez di karên înşaatê yên weke boyaxkirina avahiyan, boyaxkirina deriyan û derbarê avahiyan de min kar kiriye û ez ji vê jî kêf digrim.”

‘Em xwedî heman kêrhatiyan in’

Aso Majidî diyar kir ku ew li dijî karê ji bo jin û mêran hatiye cûdakirin e û bi gotina “Em herdû jî xwedî wê kêrhatiya ku heman karî bikin” sekna xwe ya li dijî qaliban tîne ziman. Aso Majidî xwest ku li cihê ku jin werin astengkirin û divê piştgiriya wan were kirin û got: “Ez divê hêviyê deme qalibên ku ji bo jinan hatiye danîn werin rakirin. Min ev qlib şikand. Malbata min û keça min hertim li gel min bûn. Di nav malbata min de tu caran cudakariya jin û mêr nebû. Berovajî hevbeşiya kar hate çêkirin. Derdora min jî tu deman ji karê min re nebûn asteng, ez sipasiya hemûyan dikim.”

 ‘Dê serkeftin bibe ya we’

Aso Majidî xwest di her şertê de divê pişgiriya jinê were kirin û herî dawî ev tişt got: “Ez ji jinan rica dikim ku weke jin piştgiriya jinan di her xebatê de bikin û baş li vî karî meyze bikin. Divê jin giringî bidin kêrhatiyên xwe. Divê jin di ferqa kêrhatiyên xwe de bin û dest ji karê xwe bernedin. Li pey qadên eleqeya we jêre heyî biçin. Dibe ku hûn wê kêliyê bi sernexin, lê belê wê rojekê serkeftin bibe ya we.”