Jîna Emînî li Şehbayê hat bibîranîn

Li Şehbayê salvegera duyem a qetilkirina Jîna Emînî hate bibîranîn û kiryarên dagirkeriyê li Efrînê hatin şermezarkirin.

Şehba- Bi boneya salvegera duyemîn a qetilkirina Jîna Emînî û şermezarkirina kiryarên dagirkeriya dewleta Tirk li Efrînê şêniyên Şehba û koçberên Efrînê li Şehbayê li kolanan bûn û çalakiyek li darxistin. Ev çalakî bi pêşengtiya Kongra Star Efrîn-Şehba hate li darxistin, çalakî bi meşekê ji destpêka navçeya Ehdasa Şehbayê heya qada dibistana li navçeyê berdewam kir. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Jîna Emînî û pakrewanên jin, her wiha pankertên bi nivîsên "Jin Jiyan Azadî","Serhildana jin dawîkirina dagirkeriyê ye" û "Helwesta jinên Efrînê tîrêjên rizgariya Efrînê bi xwe re tîne" hatin hildan.

Piştî meş gihîşt qada dibistanê vegeriya mîtîngê û bi deqeyek rêzgirtin destpêkir, piştre endama Kongra Star Efrîn-Şehba Mûşîra Mele Reşîd axivî û got: "Em salvegera duyem a qetilkirina Jîna Emînî û destpêkirina şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' bi bîrtînin, di heman demê de em kiryarên dagirkeriya dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî bi taybet li gundê Kaxirê şermezar û red dikin. Bi qetilkirina Jîna Emînî re xwestin derbeyekê li şoreşa jinê bidin lê ev şoreş bi vê bûyerê seranserî cîhanê deng veda û bi dirûşme û felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' jin li qadan in. Bi hedefgirtina jin desthiladarî hewil dide civakê tune bike û di kiryarên li ser jinan di Efrîna dagirkirî de ev yek xuya dike. Em bang li jinên Efrînê û hemû jinên cîhanê dikin ku dev ji tekoşîna xwe li dijî desthiladan bernedin û serî hildin."

Çalakî ji bo bîranîna Jîna Emînî bi vêxistina mûman dawî bû.