Jina Cezayîrî Lînda Şelebî şopa xwe li şoreşa jin û Kobanê hişt
Endama Ofîsa Jinan a Kobanê Ayşe Şêx Mihemed qala berxwedan û têkoşîna hemşîreya Cezayîrî Lînda Şelebî kir û got: “Xwedî kesayetek bihêz û îrade bû. Di berxwedana Kobanê de şopa xwe di dîroka jina Kurd de hişt.”
NÛRŞAN EBDÎ
Kobanê- Jina Cezayîrî Lînda Şelebî dilxwazek qada tenduristiyê ya li bajarê Kobanê bû. Piştî ku li hember nexweşîna pençeşêrê demeke liberxwe da, jiyana xwe ji dest da. Lînda mohra xwe li dîroka berxwedana Kobanê xist. Lînda di 21'ê Çileyê de çû ser dilovaniya xwe.
Lînda Şelebî kî ye?
Lînda Şelebî sala 1987'an li bajarê Belîda ya Cezaîrê ji dayîk dibe û li wir mezin dibe. Piştî ku xortekî ji bajarê Kobanî nas dike, dizewicin û 6 salan li bajarê xwe bi hevdu re dijîn. Piştre bi hevjînê xwe re berê xwe dide bajarê Kobanê û ew bi xwe hemşîre ye. Dema ku DAIŞ sala 2014'an êrîşî Kobanê kirin, Lînda tu car dudilî nebû û li dijî DAIŞ'ê kêlek karê xwe ya tenduristiyê çek rakir û şer kir. Di heman demê de wê birîndar jî derman dikirin.
Bandora kesayeta wê
Lînda Şelebî bi hêz û îradeya xwe tevlî şoreşê bû û bû şahidê berxwedan û têkoşîna jinên Kurd. Lînda bi rêya ragihandinê peyamên xwe ji dinyayê re dişand. Lînda wiha digot: “Kobanê bajara min ê duyemîn e. Xelkê Kobanê tu car ferq û cudahî nedixist navbera me, wan em bi rihê wekheviyê di nava xwe de hembêz kirin. Tu car min hîs nedikir ku ez dûrî welatê xwe me, ji ber vê yekê bi îradeya xwe beşdarî berxwedana Kobanê bûm.”
Li Kobanê hat oxirkirin
Rêwîtiya Lînda Şelebî di qada tenduristiyê de 10 salan berdewam kir. Ew yek ji xebatkarên tenduristiyê yên li bajêr bû û ji miletê re çavkaniya hêvî û baweriyê bû. Lînda ji aliyê gelê Kobanê ve li Goristana Şehîd Dîcle hat oxirkrin. Kobanêyî dibêjin me kesayetek di nava berxwedanê de bê dudilî fedakarî dikir, ji dest da.
‘Ew jineke bi hêz û îrade bû’
Endama Ofîsa Jinê ya Desteya Tenduristiya bajarê Kobanê Ayşe Şêx Mihemed qala kesayeta Lînda Şelebî kir û wiha got: “Min di destpêka karê xwe yê li qada tenduristiyê de hemşîre Lînda nas kir. Ew jinek jîr û jêhatî bû. Di nava civakê de xwedî kesayetek bi hêz bû. Tevî ku Cezayîrî bû jî, xwe mîna yeka ji gelê Kobanê dihesiband. Şêwazê danûstandinên wê bi miletê re, gelek baş bû. Wê hezkirinek di dilê Kobaniyan de çand. Baweriya wê bi serkeftina şoreşa jinê hebû ku wê azadî û wekheviyê ava bike. Lînda mohra xwe li berxwedana Kobanê xist. Ew kesayetek xwedî hêz û îrade bû. Loma rêya azadiyê ji xwe re hilbijart. Ew wek hemşîre beşdarî gelek pêngavên rizgarkirinê bû. Wek pêngava Reqa, Tebqa û Minbicê.”
'Hezkirina xwe kir dilê her zarokek'
Ayşe Şêx Mihemed diyar kir ku Lînda Şelebî nikaribû zarokan bîne loma wê hezkirina xwe di dilê her zarokek Kobanê de çand û wiha pê de çû: “Ji ber pirsgirêkên Lînda Şelebî yên tendrustiyê hebûn, nikarîbû zarokan bîne. Wê di dilê her zarokek de hezkirinê ava kir û lênihêrînên tenduristiyê yên baş pêşkêşî nexweşan kir. Bi beşdarbûna Lînda ya ji şoreşê re, wê diyar kir ku ev şoreş tu sînoran nas nake. Lînda Şelebî erka xwe ya tenduristî û hemşîretiyê di şoreşê de pêk anî. Me ew di goristana pakrewanan de spart dilên xwe. Hemşîre Lînda Şelebî bi beşdarbûna xwe ya li şoreşê re, gelek alîkariya civakê kir. Ew pakrewana Desteya Tenduristiyê li kantona Fratê hat ragihandin.”