Jin xebatên xwe yên salekî nirxandin

Di civîna salane ya Kongra Star a kantona Hesekê de hat destnîşankirin ku bi pergala hevserokatiyê, jinan di navendên biryargirtinê de serkeftinên mezin bi dest xistine û balê kişandin ser êrîşên HTŞ’ê yên li ser gelan.

Hesekê – Kongra Star a kantona Hesekê civîna xwe ya salane li  dar xist. Civîn li Hola Semerkandê li kêleka çerxerêya agirkujiyê ya li bajarê Hesekê pêk hat. Endamên saziyên sivîl û leşkerî û endamên Kongra Star ji bajarê  Hesekê, Til Temir, Til Birak, Şedadê, Hol, Dirbêsiyê, kampa Serê Kaniyê û Waşûkanî beşdarî civînê bûn.

Civîn, bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, piştre axaftina destpêkê ji aliyê Berdevka Kongra Star a kantona Hesekê Nehed Silêman ve hat kirin. Piştre, Endama Kordînasyona Kongra Star a kantona hesekê Alaa Îbrahîm, perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan xwend û tekez kir ku modernîteya demokratîk divê xwezaya jinan û tevgera rizgariyê wekî çavkaniyên bingehîn ên hêzê nas bike. Alaa destnîşan kir ku pêşveçûna jinan di hewldanên ji nû ve avakirinê de karekî girîng e û ronakkirina civakê bi têgihîştina rastiya jiyana jinan destpê dike.

Alaa da zanîn ku têgihîştina rewşa jinan ji serdema dagirkeriyê heta îro, tevî pirsgirêkên aborî, civakî, siyasî û rewşenbîrî, dibe alîkar ku hemû pirsgirêkên dîrokî û civakî zelal bibin.

‘Hişmendiya HTŞ’ê xeter e’

Paşê sînevîzyona li ser kar û xebatên sala 2025'an ên Kongra Star hat pêşkêşkirin. Rapora salane ji aliyê endama Koordînasyona Kongra Star Alaa Îbrahîm ve hat xwendin û piştre rewşa siyasî ji aliyê endama Koordînasyona Kongra Star Berfîn Efrîn ve hat nirxandin.

Berfîn derbarê rewşa Sûriyeyê de diyar kir ku di qonaxeke hesas û dîrokî re derbas dibe nirxand û wiha pê de çû: “Di nava bûyer û pêşketinên neyînî yên ku HTŞ’ê ya cîhadîst ji dema wergirtina desthilatê ve pêk tîne de, komkujiyên li peravê, Suweydayê û li dijî Mesîhiyan li dêra Mar Eliasê û êrîşên dawî yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Reqqa, Dêrezorê û Dêra Hafer û berdewamiya siyaseta HTŞ’ê li ser bîr û baweriya radîkal hene. Ev desthilatî, ne layiqî parastina Sûriyan e û cihê xwe winda kiriye. Bi vê helwesta nijadperest û desthilatdariya yekalî û xizmetkirina ajandayan û berjewendiyên hêzên derve, ji îdarekirina hêviyên gelên Sûriyeyê dûr e.”

Jin di têkoşînê de pêşeng bû’

Berfîn da zanîn ku şoreşa jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) roleke mezin lîstiye û wiha got: “Li hemû qadên ku jin lê xebitîn serkeftineke berfireh bi dest xist. Jinan ji bo azadiya jinan bi kampanyayên hişmendî û bernameyan têkoşîn dan û di warên siyasî, leşkerî û aborî de xebitîn. Bi pergala hevserokatiyê, jin di navendên biryargirtinê de serkeftinên mezin bi dest xistin û wek hevparên bingehîn li qadên têkoşîn û parastina gel li kêleka mêran bûn.”

Di berdewama civînê de beşdaran li ser gelek mijaran nîqaş kirin. Di nîqaşan de bal kişandin ser pêwîstiya yekgirtina hemû jinên li Sûriyeyê û têkoşîna ji bo aştî û azadiyê hate kirin. Beşdaran, gotin ku sala 2026’an dê bibe sala rizgariya jinan a ji zilm û zordariyê û sala azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Di heman demê de nîqaş li ser girîngiya aktîvkirina komînên jinan hatin kirin û civîn, bi derxistina plansaziya sala 2026’an a Kongra Star a Kantona Hesekê bi dawî bû.