Jin û gel li dijî êrîşên li ser Rojava li ser piyan e

Li Silopiyê di meşa ku bi deh hezaran kes beşdarbûn de peyama hevgirtina bi Rojava re hate dayîn û li li Edeneyê jî jinan gotin: "Em ê vê tarîtiyê bi serhildana jinê parçe bikin."

Navenda Nûçeyan- Di çalakiyên ku li gelek bajaran li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin lidarxistin de, peyamên hevgirtina bi Rojava re hatin dayîn. Li Silopiyê di meşa ku bi deh hezaran kes beşdarbûn de gel got, "Rojava ne bi tenê ye"; li Sêrtê meşek girseyî hate lidarxistin û li Edeneyê jî jin li dijî êrîşan daketin kolanan.

Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Şirnexê meş hat lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên demokratîk li Çerxerêya Caddeyê ya Rêya Îpkeyoluyê, kom bûn. Girseya ku kom bû, dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Rojava dê bibe gora DAIŞ’ê" berz kirin û marşên berxwedanê gotin. Di meşê de dowîzên "Ji şer re bêje na", "Rojava rûmeta me ye", "Bijî berxwedana gelê kurd" û pankarta "Şoreşa Rojava bû tirs û xofa dilê neyar û hovan" hatin hilgirtin. Di meşa ku bi hezaran kes beşdar bûn de, gelek caran dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Rojava dê bibe gora DAIŞ’ê", "Bijî berxwedana HSD’ê" û "Rojava rûmeta gelê Kurd e" hatin bi tilîliyan hatin berzkirin. Tevî pêşveçûna girseyê hejmar zêdetir bû. Meşa ku bi pêşengiya Dayikên Aştiyê hat lidarxistin, dema gihîşt qada daxuyaniyê hejmara girseyê gihîşt bi deh hezaran.

Bi hezaran kesan deqîqeyek merasîma rêzê girt û Marşa Çarxa Şoreşê stirîn. Di daxuyaniyê de Hevserokê DEM Partiyê yê Silopiyayê Cevher Findik axivî û diyar kir ku heta êriş berdewam bikin, ew ê jî têkoşîna xwe bidomînin.

‘Em li vir in, em li gel we ne’

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan jî wiha axivî: “Li Rojava dixwazin destkeftiyên gelê kurd tune bikin. Em bi hêrs in, lê gelê Kurd sed sal in li çar parçeyên Kurdistanê li dijî tunehesibandinê dibêje na. Gelê Kurd û dostên wan dîsa li ser piyan in. Gelê Kurd we nas dike. Hûn Nemrût, Fîrewn, çete û wehşî ne. Gelê kurd sed sal in li dijî van li ber xwe dide. Ev zilm dê helbet bi dawî bibe. Yên ku li çeperan şer dikin dibêjin 'em hene, me tenê nehêlin'. Em ji Silopiyayê bang dikin; em li vir in, em li gel we ne. Îro me peyameke xurt da. Yên ku bi DAIŞ’ê re dimeşin, bi birîna ceyranê dixwazin dengê me bibirin, lê ew ê bi ser nekevin."

Hevserokê TUHAD-DER a Botanê Aydin Denîz jî ji bo meşa ku dê sibê li Hezexê bê lidarxistin û mitînga 25’ê Çileyê ya li Amedê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin banga tevlibûnê kir. Deniz destnîşan kir ku çalakiyên li dijî êrişên li ser Rojava dê berdewam bikin.

Daxuyani bi dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" û "Em ê bi berxwedanê serbikevin" bi dawî bû. Girseyê tevî dirûşman demekî dirêj di kolanên navçeyê de meşa xwe domand.  

Sêrt 

Li Sêrtê, bi hezaran kes li ber avahiya  DEM Partiyê ya Sêrtê kom bûn da ku êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto bikin. Tevî êrîşên polîsan ên bi gaza rondikrêj, ew bi saetan ber bi taxên Çakmaklî û Sevgî ve meşiyan. Di meşê de, berî ku bigihîjin ber baregeha bajêr ya DEM Partiyê û daxuyaniyek bidin, gelek caran dirûşmên wekî "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî Rêber Apo", "Rojava, Rojhilat, Kurdistan yek welat e", "Her der Rojava ye, her der berxwedan e", "Rojava rûmeta me ye" û "Bijî berxwedana QSD" qîriyan.

Edene

Platforma Jinan a Edeneyê li Parka Înonu li dijî êrîşên li ser Rojava civîneke çapemeniyê li dar xist. Gelek jin beşdarî civîna çapemeniyê bûn, pankartek bi nivîsa "Her êrîşek li ser jinan li Rojava sûcê mafên mirovan e. Em ê bêdeng nemînin, em ê qebûl nekin" bilind kirin û pir caran dirûşmeyên wekî "Jin, jiyan, azadî" û "Jinên Rojava ne bi tenê ne" berz kirin.

‘Ev têkoşîn têkoşîna hevpar a hemû jinan e’

Emîne Esmer li ser navê platformê axivî û diyar kir ku êrîş armanc dikin ku destkeftiyên civakî, siyasî û rêxistinî yên ku jinan bi şoreşê bi dest xistine ji holê rakin û ev yek nîşan da ku ev bûyer ne tesadufî ne. Emîne Esmer got, "Emperyalîzm dijminatiya jinan dike. Sîstema kapîtalîst dijminê rizgariya jinan e. Hêzên paşverû şîdeta rêxistinkirî ne û dixwazin jinan bê îrade bihêlin. Têkoşîna jinan li Rojava ne tenê têkoşîna jinên Kurd e. Ev têkoşîn têkoşîna hevpar a hemû jinan e."

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.