‘Jin sembola xwedawendiyê ne’
Çalakvan Kelsûm Hesên diyar kir ku her tim mêr ji hêza jinan tirsiyaye û got “Ji ber hêza jinê ji ya mêr zêdetir e, mêr êrîşî jinê dike. Ev ne ji ber bê îrade ye, berovajî wê jin ji dîrokê ve gelek bi hêz in û sembola xwedawendiyê ne.”
MIHRÎBAN SELAM
Helebce – Di êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê de, qurbaniyê sereke di aliyê civakî, siyasî û çandî de jin bûn. Li Başûrê Kurdistanê ji bo piştevaniya Rojhilatê Kurdistanê gelek çalakiyên cûr be cûr û xwepêşandan hatin lidarxistin. Lê belê tevî wê jî hinek melayên olî bi rêya medyayê, bêrêziyê li hêza jinan dikin û girîngî nadin têkoşîna wan.
‘Jin ji berê heta niha hêz e’
Çalakvana civaka sivîl û jinan Kelsûm Hesên diyar kirku jin ji berê heta niha bi hêz in û wiha domand: “Ev jî wisa kir ku mêr ji hêza jinê bitirse. Piştî desthilatî ji jinê hat girtin û dan mêran, êrîşên mêran li ser jinan zêde bû. Sedema wê jî ew e ku her tim mêr ji hêza jinê tirsiyaye û her tim bîra jinan berfireh e. Mînak, mêr nêçîrvan bû û berhemê jinan jê digirt. Lê belê jinan sûda komkirina fêkiyan ferq kiribûn û ev jî mêr çêdikir. Ji wê demê ve mêran hîs kiriye ku hêza jinan zêde bûye, ji ber wê her tim hewl dane jinan tune bikin.”
‘Hêza jinê wisa ye ku wek xwedawend hatiye nasîn’
Kelsûm Hesên da zanîn ku hêza jinê wisa bû ku wek xwedawend werin nasîn û got: “Destpêkê pûtan bi wêneyê jinan çêdikirin û navê xwedawendan li wan kiribûn. Piştre êrîşên li ser jinan destpê kir û jin wek fêlbaz û pîrelk dihat binavkirin. Ev jî bû sedem ku jin di malê de bimînin. Ji ber wê heta niha li hemû cîhanê jinek serokatiyê nakin. Ji ber wê her tim şer û nakokî hene. Ji ber mêr her tim hebûnek şerker e û li hemû cihan şer dike. Lê belê jin her tim ji aştiyê hez kiriye.”
‘Mêr ji ber lawazî û bê îradebûnê êrîşî jinê dikin’
Kelsûm Hesên di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku îradeya jinê wisa kiriye ku hinek mêr û mamosteyên olî jinê kêm bibînin û siyasetê li gorî xwe birêve bibin. Kelsûm bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Me îradeya jinên Rojava dît ku çiqas bi hêz in û li dijî her cûreyên êrîşan disekinin. Bi awayek bê hempa şer dikin û ger pêwîst bike bedêlan didin û aştiyê jî pêk tînin. Ev rewş îsbat dike ku hêza jinê ji ya mêran gelek cûdatir e. Ji ber wê mêr ji vê di tirse û rê nade jin li tu cihan derkevin pêş. Ji ber wê, hêza jinan ji ya mêr bihêztir e. Ew mêrên ku êrîşî jinan dikin, ji lewazî û bê îradeya xwe êrîş dikin. An jin gelek bi hêz in.”