Jin li ser aştiyê diaxivin: Em li benda gavên şênber ên jidil û tevgir in
Jinên Kurd ên têkoşîna aştiyê didin, dixwazin di pêvajoya çareseriyê de rola xwe bilîzin. Lê jin ji bo pêbaweriya pêvajoyê, li benda gavên şênber ên berfirehtir in.

ARJÎN DÎLEK ONCEL
Amed – Dema ku jin li Rojhilata Navîn her roj di bin siya şer de şiyar dibin, erêkirina şerên heyî yên ji bo zayendperestî, zexta mêr û tundiya encama vê yekê, didome. Hejmara jinên ku ji ber şer nikarin stargehan bibînin û berê bidin rêyên koçberiyê, zêde dibe. Jin carna li ser rêyên koçberiyê û carna jî li welatên ku wek “hêvî” dibînin, rastî her cûreyê tundiyê tên.
Êrîşên Tirkiyeyê û rêveberiya demkî ya li Sûriyeyê yên li dijî gelê Sûriyeyê, şerê Rûsya-Ukraynayê, êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve li dijî Xezayê, qeyranên leşkerî, siyasî û civakî yên ji ber neçareserbûna pirsgirêka Kurd û herî dawî jî destpêkirina şerê Îsraîl-Îranê, careke din wêrankeriya şer raxist ber çavan.
Di vê tabloya ku bi sûcên şer tijî bûyî de, şêwazên bandorbûna jinan a ji şer jî diguhere. Di pêvajoyên şer û pevçûnan de jin hîn zêdetir rastî tundiya zayendî tên. Bedena jinan, mîna perçeyek ji qada şer tê dîtin.
Li aliyê din dîsa yên ku li hember şer dengê aştiyê bilind dikin jî jin in. Jinên ku li dijî baviksalarî û mîlîtarîzmê diherikin kolanan, banga aştiyê dikin.
Pêvajoya bi pevçûn ku nêzî 50 salan dom kir, bi banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de kir, derbasî qonaxek cûda bû. Piştî bangê biryarên nû yên PKK’ê ku Kongreya xwe ya 12’emîn pêk anîn, bû destpêka pêvajoyek nû.
Di pêvajoyek wiha ya dîrokî de, jin jî dixwazin rola xwe bilîzin. Lê ji bo pêbaweriya jidilbûna pêvajoyê, li bendê ne ku ji aliyê hikûmetê ve gavên hîn berfirehtir û şênbertir bên avêtin.
Dayîka Aştiyê: Aştî bi du alî pekan e
Dayîka Aştiyê Sultan Azbey a yek ji jinên ku ji bo bidawîanîna pêvajoyên bipevçûn ên li Kurdistanê têdikoşe, diyar kir ku li dijî hemû şerên cîhanê ne. Sultan Azbey, da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd berpirsyariyek mezin girtiy û pêvajoyek daye destpêkirin û wiha got: "Rêbertî di 27’ê Sibatê de bangek kir. Piştî bangê, PKK’ê çek danî. Lê dewletê heta niha tu gav neavêtiye. Aştî bi du alî pêkan e. Divê girtiyên siyasî bên berdan. Bila êdî gav bavêjin ku em baweriya xwe bi wan bînin.”
‘Divê dayîkên leşker û gerîlayan bên ba hev’
Sultan Azbey, destnîşan kir ku Abdullah Ocalan serokê vê pêvajoyê ye û wiha bang kir: "Li tu cihekî cîhanê rêberê gelan demeke ewqas dirêj di girtigehê de nemaye. Heta niha jî li dijî Kurdan îşkenceyek heye. Em dayîk naxwazin xwîn birjê. Em dixwazin Kurd, Tirk, Ereb, Çerkez, Êzîdî bi hev re di nava aştiyê de bijîn. Bi salan e dayîkên Kurd digrîn. Bi salan şerê hebûnê hat kirin. Divê dayîkên leşker, polîs û gerîlayan bibin yek û bên gel hev.”
Fatoş Sterk: Girîng e ku jin rolên xwe bilîzin
Yek ji jinên ciwan Fatoş Sterk jî diyar kir di her cûre şer de yên ku eniya aştiyê pêk tînin jin in. Fatoş Sterk, da zanîn şer û pevçûn ji bo jinan koçberî û wêranî ye û wiha got: "Ger aştiyek civakî bê pêkanîn, dê ev yek bi rol û mîsyona jinan pêk were. Ne tenê li vir, li Rojhilata Navîn û cîhanê jî wiha ye. Di vê pêvajoyê de pêkanîna jinan a rol û mîsyonên xwe, gelek girîng e. Şerê Cîhanê yê 3’emîn tê jiyîn û hevsengî diguherin. Em wek jin heta pêkanîna aştiyê nasekinin.”
‘Divê em jinên Kurd li her derê bibim yek’
Fatoş Sterk, diyar kir di pêvajoya ku ji bo aştiyê pêvajoyek nû hatiye destpêkirin de xebatên yekîtiya neteweyî ya Kurdan jî girîng e û wiha axivî: "Bi salane di nava Kurdan de xebatên yekîtiya neteweyî tên kirin. Xebatên dihatin kirin piştî banga Abdullah Ocalan zêdetir bûn. Dibe ku hêzên serwer me kiribin çar parçe. Xwestin di her qadê de wek ziman, çand û jiyan me cûda bikin. Lê îro ber bi yekîtiya neteweyî ve gav tên avêtin. Divê em wek jinên Kurd li ku dibe bila bibe, em bibin yek. Wê jin li çar parçeyên Kurdistanê ji bo aştiyê û yekîtiya neteweyî bibin yek.”
Mariye Bîldîrîcî Borazan: Di pêvajoyên şer de di rewşa dezavantajê de ne
Mariye Bîldîrîcî Borazan a bersiv da pirsa "Jin çima aştiyê dixwazin?", diyar kir ku di pêvajoyên şer de jin her tim di rewşa dezavantajî û rewşek duyemîn de ne. Mariye wiha axivî: "Ev rastiyek e ku me gelek caran jiyan kir. Ev encama polîtîkayek bi zanebûn e, ji ber ku ji bo mêran jin di her du wateyan de jî ‘xeta sor’ in. Têgihîştinek ku li ser namûsê tê meşandin heye. Li dijî jinan bi vê têgihîştinê êrîş tên kirin. Ev rewş him hesta mêraniyê ya mêran kûr dike û him jî jinan tîne asta 'amûrên' ku tên bikaranîn. Lewma bidawîbûna şer tê wateya rizgarbûna jinan a ji van êrîşan.”
'Rehendên sosyolojîk ên şer hene’
Mariye Bîldîrîcî Borazan a got şer ne tenê pevçûnên çekdarî ne, destnîşan kir ku divê pêvajo bi gavên şênbertir bipêş bikeve û wiha pê de çû: "Şer ne tenê bi çêkan çêdibe. Rehendên sosyolojîk û civakî yên şer hene. Berpirsyariyên civakî yên jinan ên di şer de girêdayî rolên zayendiya civakî ne. Ez wek ciwan, Kurd û Misilmanek helbet ji bo dawîanîna şer daxwazên min hene. Lê em di dîtina muxatabek de zehmetiyan dijîn.”
Mariye, bandorên şer ên li ser jinan rêz kir û bi van gotinan axaftina xwe domand: "Gotina şer di civakê de ne tenê mirina jin û mêr e. Di heman demê de xirabûna aramiyê ye. Şer bandor li hemû qadên jiyana civakî dike. Her wiha tê wateya xirabûna aborî, xirabûna aborî ji bo mêr tê wateyê nepêkanîna debara xwe. Lê ji bo jinan bandor li ser rewşa dayîktiyê ya rolên civakî li ser ferz kiriye jî dike. Her wiha dibin mexdûrê forsa mêran a di her şert û mercê de kûr dibe. Mafê jinan ê jiyanê û cîhgirtina di jiyana civakî de jî asteng dike. Lewma ger em rojek bêjin şer xilas bû û em di nava aramiyê de dijîn, divê em bibînin ku aboriya serbixwe û wek jinek Kurd hebûn û nasnameya me ji vê yekê bandor nebe. Ez vê yekê ji bo hemû jinan dibêjim. Divê em bibînin ku ev yek ji rewşa şer bandor nabin. Divê ez wek jinek misilman bijîm. Heta ku ez di van mijaran de pêbawer nebim, ez bawer nakim ku şer bidawî bûye.
‘Em dixwazin pêvajoyek şênber û zelal bibînin’
Mariye, rexne li gav neavêtina hikûmetê kir û wiha axivî: “Helbet wek gelê Kurd daxwazên me hene. Heta niha tu pêşketin nîne. Me pêvajoyên şer jiyan kir, dît û dizanîn. Gelo dema şer dawî bibe wê çi bibe, ji bo gel çi sozan didin? Ez dixwazim pêvajoyek şênber û zelal bibînim. Gelek soz hatin dayîn, lê bicîh nehatin. Tiştên ku heta îro hatin bidestxistin hemû bi keda me pêk hatin. Emê piştî vê pêvajoyê çi bidest bixin? Ez hêvî dikim ku bibe pêvajoyek ku em encamên hemû tiştan bigirin.”
Mariye Bîldîrîcî Borazan, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Bila bernameyeke zelal, têkiliyek sedem û encamê bê axaftin. Ez difikirim ji ber ku paşeroj û pêşeroja me yek e, divê her du bi hev re bê nîqaşkirin. Ez dixwazim êdî destkeftiyên me bi awayekî zelal derkevin holê.”