Îran: Di êrîşên Îsraîlê de 627 kesan jiyana xwe ji dest dane

Wezareta Tendirustiyê ya Îranê diyar kir ku di encama êrîşên 12 rojan ên Îsraîlê de 627 kesan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane û 4 hezar û 870 kes jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tendirustiyê ya Îranê têkildarî encama êrîşên 12 rojan ên Îsraîlê li dijî Îranî daneyên nû parve kir.

Wezareta Tendirustiyê ya Îranê, diyar kir ku di êrîşên Îsraîlê de 627 kesan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane û 4 hezar û 870 kes jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku piraniya kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne xelkên Tehran û bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê ne.

Her wiha hat diyarkirin di encama êrîşan de 35 fermandar û leşkerên Îranê jî jiyana xwe ji dest dane.

Hat destnîşakirin ku di encama êrîşên 12 rojan de 500 avahiyên niştecihbûnê ziyanek mezin dîtine û 120 avahî jî bi temamî rûxiyane.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şerê di navbera Îsraîl û Îranê 12 rojan domiya. Di encama êrîşan de ji her du aliyan gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.