Jin li dijî dorpêç û êrişan têdikoşîn: Em ê taxên xwe neterikînin
Dorpêç û êrîşên HTŞ'ê yê cîhadîst li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye rewşa mirovî ya heyî xirabtir dike, di heman demê de jin di pêşengiya berxwedan û parastinê de ne. Jinan diyar kirin ku tevî êrîşan jî ew ê taxên xwe neterikînin.
SERÎN MIHEMED
Heleb - Di bin şert û mercên mirovî yên dijwar û dorpêça tund a ji aliyê Ceyş El-Îslah ve li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tê ferzkirin de, derdikeve holê ku jin di berxwedan û parastina civakê de heyamek bingehîn in; jin destnîşan dikin ku biryardariya wan nayê şikandin.
Ji dema hilweşîna rejîma Baasê û vir ve, gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê heyamekî aram nejiya; êrîş û dorpêçên komên çekdar ên cûrbecûr li pey hev hatin. Îro cîhadîstên Ceyş El-Îslahê, hewl didin bi êrîşên hovane yên bi çekên giran re sivîl, jin û zaroknhedef digrin re, taxan dagir bike. Lêbelê, gel û bi taybetî jî jinan, bi israr in ku ax û mafên xwe biparêzin û nîşan didin ku îradeya wan ji hemû zextan xurttir e.
Danê siharê ya 27’ê Kanûnê, hemû xalên têkiliya taxan a li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin girtin; tevger tenê bi peyayan ve sînordar ma, kontrolên nasnameyê û kontrolên hişk hate pêkanîn. Çekên giran li dora taxan hatin bicihkirin.
Di çarçoveya êrîş û binpêkirinên li taxan de, Seroka Ofîsa Jinan a Konseya Giştî ya Taxan Şîrîn Şêxû, diyar kir ku gel piştî rejîma Baasê û vir ve hertim dibin dorpêçê de ye û wiha axivî: “Ceyş El-Îslahê gelek caran dorpêç ferz kir, di êrîşan de çekên giran û tankan bikaranî û herî dawî bû sedema birîndarbûna 19 sivîlan û qetilkirina jinek. Elektrîk bi tevahî qut bûn û di 20 avan de av nehat mîsogerkirin û ev yek bandor li zêdetirê 400 malbatan kir.”
‘Jin di parastina taxan de rolek navendî lîstin’
Şîrîn Şêxû, da zanîn ku êrîşan ne tenê sivîl hedef girtin û wiha got: “Mizgeftek navdar a li Şêxmeqsûdê jî zirar dît. Ev êrîşan, gel neçar kir ku dikanên xwe bigirin û dev ji karên xwe li derveyî taxan berdin. Her wiha jiyana rojane hêj zêdetir dijwartir bû. Lê rûxmê vê yekê jî jinên Hêzên Ewlekariya Navxweyî, di parastina taxan de roleke navendî lîstin.”
‘Em ê dev ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bernedin’
Şîrîn Şêxû, destnîşan jir ku jin dê li kêleka hêzên ewlehiyê berxwedanê bidomînin û gel di tevahiya 14 salan de li dijî rejîma kevin berxwedan nîşan daye û got: "Em ê îro jî nehêlin ku îradeya me were şikandin û em ê dev ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bernedin.”
‘Jin di parastinê de rolek bingehîn lîstin’
Xwîşka cangorî Cûdî Rûstem Zelîha Şêx Kanber jî, êrîşên li dijî taxan a ji sala 2011’an vir ve bi bîr xist û wiha axivî: “Vê demê li dijî 27 yekîneyên leşkerên bipere têkoşînek mezin hate dayîn û jin di parastinê de rolek bingehîn lîstin. Armanca êrîşên tund ên sala 2016’an, koçberbûna gelê herêmê, lê gel yek bû û êrîşan têkbirîn.”
‘Gel bi biryare ku bimîne û berxwedana xwe bidomîne’
Zelîha Şêx Kanber, destnîşan kir ku taxa Şêxmeqsûd ji ber cihê xwe ya stratejîk her tim tê hedef kirin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Gelê taxê parastinê didomîne. Komîteyan di rêxistinkirin, hişyarkirina jinan û çalakkirina jinê ya li eniyên şer û li nexweşxaneyan de rolek girîng lîstin. Rûxmê dorpêçkirin, nebûna xurek û germkirinê jî, gel bi biryare ku bimîne û berxwedana xwe bidomîne. Îro erka me parastina destkeftiyên ku şehîdên me bi têkoşînê bi dest xistine ye.”