Jin heqîqeta jiyanê ye – GOTAR

Çawa hemû jinan bi yek dengî dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî berz kirin, hêz û îradeya xwe jî nîşanî her kesekî dan ku dikarin dubare bi vî awayî xwedî li mîrasa xwe derkevin.

ŞEYDA ARÎ

Gerdûn û hebûn her dem di nava diyalektîkekî mayînde de tevdigerin. Ne gerdûn bê hebûn dibe û ne jî hebûn bê gerdûn dibe. Wek goşt û neynûkê bi hev ve girêdayî ne. Ji ber ku em weke mirov di navenda vê diyalektîkê de cih digirin û dijîn, bi şênberî em nikarin şahidiyê ji vê dualîteya bi ihtîşam re bikin. Wexta em dibêjin gerdûn, yekser bedewî û ezamet dikeve bîra mirov. Dema em vegerin peyva hebûnê, wê demê hebûna me, heqîqeta hebûna gerdûnê îsbat dike.

‘Mirov gerdûna biçûk e’

Eger em pênaseya gerdûna biçûk ji bo mirovan bikin, wê di cih de be. Ji ber mirov jî di nava xwe de xwedî diyalektîkek e. Hem aliyê wê yên pozîtîf hene û hem jî yên negatîf. Yanê dikare jiyana ku dijî ji bo xwe bike bihuşt û dikare bike dojeh jî. Dengeya vê dualîtiya enerjiyê hemû, di destê mirovan de ye. Ji ber vê yekê her kes di nava hewildana jiyaneke ku bi wate bijî de ye. Her ferdek di nava civakê de xwedî nêrandinek e. Jiyan heqîqetek e ku her zindiyek li ser rûyê erdê, ji bo xwe bighîne vê heqîqetê têdikoşe. Eger em dixwazin fêr bibin bê ka heqîqeta jiyanê çiye, pêwîst e em di serî de kesayeta jinê nas bikin û fêm bikin.

‘Jin navenda jiyanê ye’

 Rêber APO di nameyên xwe yên dawî de ji bo jinê ev pênase kir: “Jin gerdûn e û mêr jî gerstêrkeke li dora wê dizîvire ye.” Yanî jin navenda jiyanê ye, lê mixabin ev yek bi temamî hatiye berovajîkirin û hundirê wê hatiye valakirin. Hêzên desthilatdar wisa li jinê kirine ku her dem li pişt perdeyê bimîne. Feraseta mêrsalarî daniye ser dika dîrokê û navê heqîqetê jî lê kiriye. Ji bo wê jî her nêzîkatiyekî ji xwe re serbest dibîne. Di roja me ya îro de mêr bûye navenda jiyanê û jinê jî beralî kiriye. Ji ber vê yekê ji xwe re mafê tundî, kuştin, tecawûz, firotin û hwd dibîne. Ji ber pergala mêrsalarî ye ku kesek li ber vê yekê dengê xwe jî nake, tam berovajî ji mêr re dibêjin ‘her bijî’. Di nava jiyanê de her dem jin bûne qurban, mêr jî bûye serdest. Mînak jin nikare bê mêr gavekê bavêje derveyê malê. Ya ku jiyan diafirîne jine, lê yê ku ji vê jiyanê bê par maye jî jin bi xwe ye.

‘Beriya Şamanan jina zana hebû’

 Çima avakera jiyanê tê tunekirin, çawa jin jiyan ji hev tê qutkirin? Eger em pênaseya jiyanê bibînin û ji heqîqeta wê bawer bin, wê demê emê bikaribin jiyanê bi wateya wê ya rastîn bijîn. Peyva jin ji peyva jiyanê tê, lewma jin tê wateya jiyanê, yanî bi awayekî xwezayî jin dibe navenda jiyanê. Ji bo em bikaribin hîn kurtir li ser vê mijarê rawestin, pêwîstî pê heye ku em hinekî din li destpêka dîrokê vegerin. Beriya komên şaman derkevin di nava civakê de jina zana hebû, jinê civaka xwe diparast, perwerde dikir û bi rêve dibir, lê piştî ku mêrê hesûd ket ferqa hêza xwe, civak li dijî jinê birêxistin kir û bi demê re hêz û zanista jinê jê dizî, kir ayidê xwe û xwe jî kir navenda jiyanê.

‘Bi destpêkirina Zîguratê re jin’

 Bi destpêkirina Zîguratê re jin hate hepskirin û tiştek bi navê jin li holê nema. Ji ber rahîbên Sumer hemû zanista ku ji jin-dayîkê dizîbûn kirin navenda desthilata xwe. Li wê derê êdî jin kirin kole û jiyan ji heqîqeta wê ya rastîn dûr xistin. Em nikarin bêjin ev tenê pêvajoyekî bû, ji ber bi demê re her ku çû rewşa jinê xerabtir bû. Mêrê serdest her carê bi formulekê êrîşî jinê kir. Wisa li jinê kirin ku ji metayekê wêdetir tiştek jinê neyê pejirandin. Mêrê serdest wexta ku jinê weke metayekê ji bo xwe bi kar tîne, pir rihet dikare bêje jin milkê min e ez dikarim her tiştî li ser bikim. Mînak dikare jinê di malên taybet de bikar bîne, jinê deyne vîtrîna dîkana xwe, jinê bike xizmetkara mala xwe û ji vê wêdetir her roj tundî, heqaret û destdirêjiyê jî lê bike.

 Di nava civaka xwezayî de her dem ya ku jiyan ava dikir û bi wate dikir jin bû, lê bi derketina Şamanan re keda jinê hate tunekirin û di nava Zîguratan de kirin kole. Çiqas dem derbas bû, ewqas Şamanan jî xwe bi rêxistin û bi hêz kirin. Bi şênberî em dikarin vê berovajîkirina rastiya dîrokê di kesayeta mêrê serdest de bibînin. Mînakên wê em dikarin ji civaka xwe ya roja îro bidin. Mînak; jin di nava çar dîwaran de hatine girtin, jin kirine makîneyekî zarok anînê, wexta jin bi ya mêr neke şîdetê li beramberî wê bikar tîne, ji bo ajoyên xwe tatmîn bike destdirêjiyê li bedena jinê dike, ji bo sermayeya xwe mezin bike bedena jinê dixe bazarê û hwd.

‘Pênasekirina tundiyê’

Mêrê serdest ji bo parastina hêza xwe serî li rêbazên curbicur dide. Rêbazê herî zêde ku bikar tîne li hember dayîk, xwîşk, hevjîn û hwd. TUNDÎ ye. Bi her şêwazê mêrê serdest tundiyê li hember jinê bikar tîne. Ji bo em bikaribin rê li ber tundiyê bigrin girîng e em bizanibin bê ka tundî çiye û bingeha xwe ji çi digire. Eger em li ser vê mijarê ranewestin û paşguh bikin, wê demê niheqiya herî mezin em weke jin li xwe dikin. Ji ber wê yekê em bi destê xwe dawî li dîrok û mîrateya xwe tînin. Ji bo em pênaseyê rast li tundiya ku li ser jinê tê kirin bikin, pêwîst e em bizanibin bê ka hêzên sermayedar bi çi şêwazî êrîşê me dike. Xala din jî tundî bandorek çawa li ser jin, civak û zarokan ava dike. Di rastiyê de em nikarin zarokan derveyê vê rastiyê bigrin dest, ji ber di roja me ya îro de herî zêde zarokên keç rastî tundiya fizîkî û destdirêjiyê tên. Ev yek dibe sedem ku zarok pir zêde li ser pêşeroja xwe ne fikire, ji vê wêdetir dibe sedem ku ew zarok her dem dil şikestî bijî û xwe ji civaka xwe kêmtir bibîne.

Tundî çiye?

Bi gelemperî tundî tê wateya bikaranîna hêzê, çi hêza fizîkî dibe û çi jî hêza fikrî dibe. Her tiştek ku zirar dide mirovan, xwezayê û her zindiyekî em dikarin bêjin şêwazek ji tundiyê ye. Ev yek çi bi qest dibe û çi jî bi zor li kesekî dinê kirin dibe, yanî bi xwe tundiyê nake li kesekî bi riya hinek kesên dinê dike ji bo ew bi xwe neyê tewanbarkirin. Di tevahiya dinyayê de tundî ji bo parastina berjewendiyên xwe weke amûreke bandorkirina li ser derdorê tê bikaranîn. Ji bo yê mezin bikaribe serweriya xwe li ser yê ji xwe biçûktir biparêze serî li vê rêbazê dide. Eger em li sedemên vê yekê bigerin emê hîn baştir rastiya pergala mêrsalarî nas bikin. Wexta mirov tiştekî ne aydê xwe bike malê xwe û ji bo bikaribin di destê xwe de bigirin, serî li şêwazên cuda didin. Ji ber pergala desthilatdar her dem tirsa ji dest xwe windakirina vê mîrateyê di hundirê xwe de dijî.

‘Rasterast jin rastî tundiyê tên’

Tundî yek ji mijarên ku tevahiya dewletan di nava destûrên xwe de cih jê re veqetandine ye. Ji lêdan, kuştin, talankirin, dizî, destdirêjî û firotina jinê, li dijî van hemûyan jî dewletan di destûrên xwe yên bingehîn de cih vekiriye, lê ger em vegerin rastiyê emê bibînin tenê li ser rûpelê maye. Eger em tundiyê tenê di warê fizîkî de bigrin dest wê şaş be. Li gor cîh, dem û sosyolojiya civakan şêwazê tundiyê diguhere. Di Rojhilata Navîn de em dikarin her şêwazê şîddetê bibînin, bi taybetî serweriya mêrê serdest ya li ser jinê. Em nikarin bêjin tenê di Rojhilata Navîn de jin rastî tundiyê tê li Asya, Efrîqa, Ewropa û her deverekî ku jin lê dijî, rastî tundiyê tê. Bi kurtî herî zêde yê rastî tundiyê tê JIN bi xwe ye. Armanca sereke ya pergala mêrsalar bi vê şêwazî şikandina îradeya jinan, tunekirina fikra jinan û heta ji holê rakirina dîrokeke kevnar e.

‘Jin azad be, civak jî azad e’

Tundî herî zêde li ser kesayeta jinê bandora xwe dihêle. Ji ber ku armanca sereke ya zîhniyeta mêrê serdest, tunekirina jinê ye. Bi sedan sal e jin rastî vê yekê tên, êdî jin wisa bûye ku ji cewhera xwe biyanîbûnê dijî. Tundiya ku li ser jinan tê kirin bandorek pir mezin li ser jiyana wê dike, ev jî dibe sedem ku jin bighêje asta xwe kuştinê. Eger jin xwedî zanist nebe û di ferqa rastiya dîrokê de nebe, teqez wê xitimînê bijî. Em tenê nikarin bêjin tundî li ser jinê bandor dike, ji ber di şexsê wê de li ser civakê û di heman demê de li ser zarokan jî dike. Ji ber ya ku jiyanê diafirîne jin e. Mînak çawa dayîkek wexta bi hal be derûniya wê li ser cenînê wê bandor dike, di heman demê de mijara tundiyê jî xwedî xisletek wisa ye. Di nava civakê de jin çiqas xwedî jiyaneke azad be civak jî azad dibe, jin çiqas neyînî bandor bibe civak jî ewqas bandorên neyînî di nav xwe de dihewîne. Ji bo wê em dikarin bêjin bandora tundiyê li ser jin û civakê pir diyarker e. Em nikarin bêjin tundî tenê ji aliyekê ve bandor dike, di her warî de û bi her şêwazî bandorên vê yekê hene. Tundiya ku li ser jinê tê kirin dibe ser sedem ku jin di aliyê derûnî, fikrî, ruhî û tenduristî ve hilweşînekê jiyan bikê. Lewma xala herî bingehîn ji bo jinan xwe bi rêxistinkirin û xwe parastina li hemberî pergala mêrsalarî ye. 

‘Cureyên tundiyê’

Di tevahiya cîhanê de herî zêde jin rastî tundiyê tê, çi tundiya fizîkî dibe û çi jî weke din dibe. Mînak jin rastî kuştin, şewitandin, destdirêjiyê tên û heta di bazaran de tê firotin. Bi taybetî jin herî zêde di nava welatên weke Nîbal, Sirîlanka, Bangladeş û Hîndistanê rastî vê yekê tên. Heta hê jî di gelek welatan de jin rastî sunetkirinê tên. Tundiya fizîkî tê wateya êrîşkirina li ser bedena mirov, lêdan, kuştin û her cûre zirardayîna bedena mirovan e. Ev şêwazê tundiyê bingeha xwe ji ku derê digire? Em hinekî ber bi destpêka dîrokê ve rê bikevin, di nava civaka xwezayî de ji bo parastina nirxên xwe yên civakî di her alîyan de parastina xwe û nirxên xwe yên civakî kirine. Lê belê pergala mêrsalarî di roja me ya îro de ev şêwazê parastinê vegerandiye êrîşeke tund li beramberî jin û civakê, ji bo bikaribe hêza xwe yê fikrî û fizîkî biparêze li ber rastiya dîroka ku bi destê xwe berovajî kiriye. Pergala mêrsalarî bi derketina şamanan û xwe bi rêxistinkirina wan re destpê kir û heta roja me ya îro hatiye.

Ji qetilkirinê re hincet heye!

 Gelo jin bi kîjan hincetan tên qetilkirin? Wekî ku me di serî de jî diyar kiribû di rastiya diyalektîk û dualîteya gerdûnê de tiştek bi navê zorê û qetilkirinê tuneye. Her zindiyek bi hev re di nava hevsengiyek de ye, ji bo wê jî tu mecbûriyetek nabînin ku hevdû tune bikin an qetil bikin. Mixabin di roja me ya îro de tam berovajiyê vê yekê heye. Mînak dibêjin jinê cilek vekirî li xwe kiriye an jî servekirî derketiye kolanê. Di civaka xwezayî de kirîn û firotin nebû, lê di roja me ya îro de ev yek pir pêş de ye, êdî wisa bûye ku tiştê herî rihet tê kirîn û firotin jin e. Di gelek malan de em dibînin mêran xwe kirine navend û serweriya malê hemû bi dest xistiye, lê nikare du qirûş pere bîne û zikê xwe têr bike û zarokên xwe xwedî bike, ji bo wê jî radibe rêya hêsan ji xwe re hildibijêre û jina xwe difroşe yekî din.

‘Tundiya derûnî’

Tundiya derûnî jî di navbera tundiya hestiyarî û ya derûnî de maye. Tundiya derûnî di nava xwe de tehdîtkirin, avakirina tirsê, şêwazek hişk, manîpulekirin û bi her şêweyê ku hestên mirovê li hemberê xwe şikandinê dihewîne. Ev pêkanîn çi li ser zarok an jî li ser jinê be, tê kirin. Tundiya derûnî bingeha xwe ji ku derê digre? Wexta em bikevin nava gerdûna jinan emê bi rihetî bikaribin bersiva vê pirsê peyda bikin. Ji ber mêrê serdest xwe li ser mîrateya jinê ava kiriye, di her warî de xwe xwedî hêzekê pir mezin dibîne. Ji bo wê jî her wisa fikir dike ku yê xwedî zanist ew e, ne jin e. Lê di rastiyê de eger em di warê zanistî de li vê meselê binêrin emê bibînin yê ku mêr afirandiye jin e, ji ber jin bi diyalektîka gerdûnê re yekpare ye. Mînak çawa gulek di her demsalekê de xwe nû dike û gulên nû dibişkivîne, jin jî her dem xwe nû dike û jiyanên nû diwelidîne.

‘Jin gerdûn bi xwe ye’

Jin gerdûn e û her tevgerek biçûk dikare zirarê bidê an jî dikare ji bo jinê sûdmend be. Lewma jin di warê derûnî de bandorên mezin dijî. Eger em li jiyana jinan a rojane binhêrin, dibe ku em bêjin di bin zextekî pir mezin de mane. Ji her alî ve li ser jinê zext tê kirin. Zexta malbatê, mamosteyan, kar û her qadekê jiyanê ji jinê re bûye navendeke zextê. Lê mixabin mêrê serwer bi ti awayî para xwe di vê yekê de nabîne û hertim jinê sûcdar dike. Li ser rûyê erdê zindiya herî nazik û narîn jin e, çawa pepûle ji bo heqîqetê di nava agirê wê de xwe feda dike heman demê de jin jî vê yekê dike. Lê ji ber ku pergala desthilat çavên civakê li ber vê rastiya heyî kor kiriye, civak nikare xwedî li vê rastiyê jî derkeve.

‘Destdirêjiya zayendî’

Weke têgîn tê wateya jiyankirina têkiliyek zayendî ya bê dilê wê ya bi jinê re. Bi şênberî em dikarin navê tecawûzkirina jinan lê bikin. Ji ber diyardeyekî ji derveyî îradeya jinan e. Dewleta desthilatdar ji bo mêran ev yek rewa kiriye û heta gihaye astekê wisa ku ew kesayetên vê sûcê dikin bê ceza dihêle. Ji ber ev sûcê ku pê radibin dikeve berjewendiyên wan. Êdî li her deverê ku jin tê de jiyan dike bi vê yekê re rûbirû dimîne. Pir caran jin bi armanca parastinê xwe dispêre civakê, lê mixabin ji ber civakê hîn xwe ji paşverûtiyan rizgar nekiriye nikare bibe parêzvana jinan jî. Em bala xwe bidinê di roja me ya îro de yê herî zêde li ser jinê zextê çêdike civak bi xwe ye. Di her qadek jiyanê de em dibînin jin rastî destdirêjiya zayendî tê li zanîngehan, dibistanan, cihê kar û heta ev dever hemû jî derbas kirine di mala xwe bi xwe de rastî vê yekê tê çi ji aliyê hevjînê wê be û çi jî bav an birayê wê dibe. Destdirêjiya zayendî bi xwe re texrîbat û bandorên pir mezin li ser civakê çêdike. Ji bo wê jî jin nikare di demeke kurt de xwe ji kavila vê bûyerê rizgar bike. 

‘Bi hinceta namûsê qetilkirina jinan’

Yek ji şêwazên tundiya li ser jinan e ku herî zêde li her deverê cîhanê belav bûye. Ferdên malbatê bi vê yekê ve radibin. Mînak bi hincetên cuda jin ji aliyê ap, bav, bira û hevjînê xwe ve tê qetilkirin, wisa li jinê kirine ku heçkû tenê jin derveyî zagonên civaka xwe dijî û mêr di nava civakê de ji vê yekê bêpar e. Lê di rastiyê de yê ku bi temamî derveyî zagonên ehlaqî yê civaka xwe dijîn mêr e. Ji ber ku jin rastî şikandinek hatiye û bûye qurbaniya van kiryaran. Heta pirsgirêka jinê neyê çareserkirin ne gengaz e ku pirsgirêkên civakê bên çareserkirin. Di rastiya civaka îro de ji ber tenê hêza civakê têra jinan dike, di bin navê namûsê de jinan dikujin bi taybetî ev diyarde di nava pergala eşîrtî de xwe dide der.

‘Bi yek dengî Jin, Jiyan, Azadî’

 Ji bo jinan xala herî bingehîn û sereke, xwe parastin û bihêzkirin e. Ji bo wê jî di gelek cihan em dibînin jin pir caran bendewariya wê ji civakê û dewletê heye ku xwedî lê derkeve û ji tundiyê biparêze. Lê rastiyek wisa jî heye civak civakeke bi hişmendiya mêrsalarî hatiye avakirin, zagon û destûrên ku dewletan ji bo parastina mafê jinan derxistiye bi hişmendiya mêrê serdest e. Ji bo wê jî pêwîst e jin tu carî li bendê nebê ku wê kesek were û mafê wê jê re bide ango wê ji her zirarek biparêze. Jin dikare xwe bi rêxistinkirinê rê li ber gelek tiştan bigre û li dijî niheqiyê derkeve, mînaka vê yekê em dikarin di şoreşa Jin, Jiyan, Azadî de bibînin. Çawa hemû jinan bi yek dengî dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî berz kirin, hêz û îradeya xwe jî nîşanî her kesekî dan ku dikarin dubare bi vî awayî xwedî li mîrasa xwe derkevin.